Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye

Cigira Hevserokên Gişti ya ESP’ê Beycan Taşkiran, bal kişand ser peyam û sekna Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan a ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn û wiha got: “Ger ku hêzên demokrasiyê û gelê kurd bi hevre gavan bavêjin dibe ku dewlet gavan bavêj e.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nin, herî dawî di 7’ê Tebaxê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye û bi hêza xwe bawer e. Ocalan dîsa ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet bang li hikûmet û dewletê kiribû. Ocalan diyar kiribû ku tu daxwazên Kurdan ê dewletê tune û pêdiviya Kurdan a naskirina hiqûqa wan a di nava cîhanê de ye. Cigira Hevserokên Gişti ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, bal kişand ser peyam û sekna Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan a ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn û wiha got: “Ger ku hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi hevre gavan bavêjin dibe ku dewlet gavan bavêj e.”

Taşkiran diyar kir ku ji bo aştî û çareserî pêş bikeve pêdivî bi têkoşîna hevpar heye. Taşkiran, anî ziman ku pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêka Tirkiye û Rojhilata Navîn û wiha got: “Ji bo pirsgirêkê êdî çareserî ferz e. Ocalan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn amade ye. Di çar salên dawî de piştî hevdîtin û diyalog xera bû Tirkiye dîsa ket nava şerekî giran. Ji ber vê yekê lêgerina çareseriya bi aştî pir bi qûmet e. Vîna birêz Ocalan a çareseriyê heye. Divê li ser banga Ocalan a “Rêya Sêyemîn” hêzên demokratîk, HDK û HDP divê ji bo “Êniya Sêyemîn” pêş bikin rol û ristê bidin ser xwe û têbikoşin.  Divê em bersîvê bidin vê bangê. Divê hemû partiyên siyasî, hêzên demokrat û şoreşger bersîvê bidin vê bangê û bêjin ‘Em amade ne’ Divê hemû hêz û beşên demokratîk çareseriyê bixwazin û li gorî vê daxwazê gavan bavêjin. Ev pirsgirêk bi nasîna statuya gelê kurd wê çareser bibe. Divê wekî gelê tirk mafên wekhev bidin gelên din jî. Bi pênasekirina Gelê kurd a ‘Terorê’ ev tişt çareser nabe. AKP 17 salin politika dimeşîne. 4 salên dawi her kes dibîne. Divê li dijî vê yekê em aştiya bi rûmet pêş bixin. Divê bi taybetî hêzên çep, şoreşger û demokrat ên milê Tirkiye erk û berpirsiyariyê bidin ser xwe.”

‘Hêzên demokratîk û kurd bibin yek dewlet wê gavan bavêje’

Taşkiran anî ziman ku ger hêzên demokratîk û gelê kurd bibin yek û bi hevre gavan bavêjin wê dewlet jî neçar bimîne ku gavan bavêje û wiha got: “Gelê kurd vê têkoşînî dimeşîne. Li Rojava şoreş pêş dikeve. Şoreşa Rojava li dijî bê çareseriyê çareserî pêş xist. Pergala Têkoşînê danî holê. Divê ev pergala çareseriyê pêş bikeve. Divê em çareseriyê ji dewletê nepên. Divê em çareseriyê li dewletê ferz bikin. Divê em ji AKP’ê çareseriyê nepên. Divê em çareseriyê li wê ferz bikin. Birêz Ocalan 4 sal berê hişyar kiribû. Gotibû dibe ku maseyê belav bikin. Gotibû dibe ku şerekî nû pêş bikeve û darbe pêş bikeve. Me ev hemû ditin. Ji ber vê yekê dilê em hêza xwe bikin yek û çareseriyê li dewletê ferz bikin.”

‘Ji xeynî têkoşîna hevpar çareserî tune’

Taşkiran, bal kişand ser pêşniyara Ocalan a ‘Yekîtiya Neteyeya Kurd” û wiha bi dawî kir: “Ji xeynî tekoşîna hevpar çareserî tune ye. Divê li Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêş bikeve. Divê statuya li Bakurê Sûriye mayinde bibe. Ev hemû bi yekîtiya neteweya kurd û gelên herêmê pêş dikevin. Divê wekî li Rojava têkoşîna hevpar a gelê ereb, çerkes, ermenî, elewî û kurdan têkoşînek hevpar pêş bikev.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar