Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Tayînkirina qeyûman berdewamiya Plana Islehkirina Şerqê ye’

Nivîskar û dîroknas Mehmet Bayrak diyar kir ku biryara tayînkirina qeyûman, berdewamiya Plana Islehkirina Şerqê ye. Bayrak da zanîn ku bîrdoziya AKP’ê bingeha xwe ji vê zîhniyetê digire û divê li dijî vê polîtîkayê jî eniya demokrasiyê bê xurtkirin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman her ku diçe zêdetir dibe. Têkildarî mijarê dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak ji MA’yê bi Nacî Kaya re axivî û da zanîn ku tayînkirina qeyûman berdewamiya Plana Islehkirina Şerqê ye.

Mehmet Bayrak anî ziman ku Plana Islehkirina Şerqê ji bo mafên kurdan ên di Qanûna Bingehîn a 21’ê û Peymana Lozanê de bên xespkirin planeke nepen e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji qewla Prof. Dr. Mesût Yegîn, Plana Islehkirina Şerqê ‘Qanûna Bingehîn a Kurdan a Komara Tirkiyeyê ye.’ Ev belge ji bo mafên kurdan ên demokratîk xesp bike, di sala 1925’an de hatiye amadekirin. Loma ji bo dîroka kurdan baş bê fêmkirin ev plan girîng e. Divê Plana Islehkirina Şerqê, wekî mukallît û mûsalîfên roja îro bê nirxandin. Xuyaye ku hikûmet heman polîtîkayê dimeşîne.”

‘Ji bo dîzaynkirina civaka kurd hate amadekirin’

Bayrak bi lêv kir ku Plana Islehkirina Şerqê ji 28 xalan pêk tê û wiha pê de çû: “Ji bo dîzaynkirina civaka kurd hatiye amadekirin. Di xala yekemîn a vê planê de tê gotin ku ji bo temamkirina planê divê li Kurdistanê îdareya orfî bidome. Îdareya orfî, rêbazeke leşkerî ye. Wekî Te’dîp, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn û Tasfiye tê diyarkirin. Ez jî ji bo van polîtîkayan dibêjim ‘7 T’yên bêyom’. Bi van polîtîkayan plansaziya dîzaynkirina Kurdistanê hate çêkirin. Tê destnîşankirin ku divê ev hemû pêk bên, zimanê kurdî ji holê bê rakirin û ji bo vê jî divê îdareya orfî bidome. Heman zîhniyet hê jî didome.”

Heman polîtîka îro jî didome

Mehmet Bayrak got ku beşeke ji derdorên ku Plana Islehkirina Şerqê amade kirin raporên cuda amade dikin û komîsyonên cuda ava dikin. Bayrak wiha domand: “Ji van raporan yek jê ya Wezîrê Karên Navxweyî û Mebûsê Balikesîrê Cemîl Uyvadî ye. Di raporê de tê gotin ku ‘Divê Kurdistan, bi walîtiya umûmî û dagirkirinê bê îdarekirin. Waliyên giştî jî divê bi rêbaza dagirkirinê bên îdarekirin.’ Ev gotinên Uyvadî, bi Plana Islhekirina Şerqê pêk tên. Polîtîkayên bi vî rengî di 1925’an de li Kurdistanê wekî îdareya orfî dikevin dewrê. Paşê ji sala 1927’an heta 1947’an wekî mufetîşiya umûmî û piştî salên 1960’î jî walîtiyên Rewşa Awarte dikevin dewrê. Niha jî ev polîtîka wekî polîtîkayên qeyûman ketine dewrê.”

Bingeha bîrdoziya AKP’ê

Di dawiyê de jî dîroknas Mehmet Bayrak wiha axivî: “Plana Islehkirina Şerqê di çarçoveya îslamkirin û tirkirinê de hate amadekirin. Heman tişt îro jî didome. Bîrdoziya AKP’ê jî bingeha xwe ji vê zîhniyetê digire. Rêbaza qeyûman rêbazeke nabos e. Gelek caran hatiye ceribandin lê tiştek jê derneketiye. Bi van polîtîkayan nikarin pirsgirêka kurdan çareser bikin. Divê li dijî tayînkirina qeyûman muxalefet bibe yek. Dê helwesteke biryardar a eniya demokrasiyê me ji tarîtiyê derxîne ronahiyê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar