Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Tayînkirina qeyûman berdewamiya Plana Islehkirina Şerqê ye’

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi tayînkirina qeyûman re darbeyeke sivîl kir. Bulbul got ku tayînkirina qeyûman jî parçeyeke ji Plana Islehkirina Şerqê ye û qeyûm bi peywira mufetîşên taybet ên ji bo Dêrsimê hatine tayînkirin rabûne

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Biryara tayînkirina qeyûman hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiye û cîhanê rastî bertek û nerazîbûnan hat. Têkildarî biryara tayînkirina qeyûman parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul ji ANF’ê re axivî.

Kemal Bulbul di serî de tayînkirina qeyûman weke darbeya sivîl pênase kir û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ev helwesta înkar û nîjadperest ji aqlê dewletê wergirtiye û ev jî Plana Islehkirina Şerqê ye. Bulbul diyar kir ku çawa ku ji bo Dêrsimê mufetîşên taybet hatibûn tayînkirin, îro jî bi heman rêbazê qeyûm tên tayînkirin. Bulbul got ku dê tayînkirina qeyûman bi tu awayî qebûl nekin û wiha dom kir: “Em ê hemû derfetên xwe yên rewa bi kar bînin û li dijî vê darbeya siyasî derkevin.”

‘Serokomar li dijî gel sûc dike’

Di berdewamê de jî Bulbul bi lêv kir ku piştevaniyên li dijî qeyûman gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çend roj berê li Antalyayê sazî û dezgehên sivîl li dijî qeyûman form amadekirin û gotin ku dê li dijî qeyûman bi gelê Amed, Mêrdîn û Wanê re bin. Bêguman gotin bi tena serê xwe têrê nake. Divê çalakî hebin. Wezîrê karên hundir û serokomar bi binpêkirina vîna gelên Amed, Mêrdîn û Wanê re sûcê hiqûqî dikin. Ez bang li hemû dozgeran dikim ku bikevin dewrê. AKP li dijî zagonan derdikeve. Tu hinceteke ku hevşaredarên me ji peywirê bigirin nînin. Ev darbeye.”

Banga aştiyê ya Ocalan

Parlamenter Kemal Bulbul wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Destûra Bingehîn a 12’ê Îlona 1982’yan de jî qanûnên weke serdema niha nebûn. Bi hincetên vala hevşaredarên me ji peywirê girtin. Ji bo tunekirina têkoşîna gelê kurd dewlet serî li hemû cureyên polîtîkayê dide. Birêz Ocalan ji bo aştiyê bang dike. Lê mixabin aqilê dewletê vê fêm nake û qeyûman tayîn dike. Li hemberî van pêkanîna tekane tiştê divê bê kirin, bexwedan û bikaranîna mafê demokrasiyê ye.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar