Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Tayînkirina qeyûman dewama polîtîkaya înkar û îmhayê ye’

Li Mêrdîn û Wanê di roja 29’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku biryara tayînkirina qeyûman, encama polîtîkaya înkar û îmhayê ye û heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê tu pirsgirêk li Tirkiyeyê çareser nebin

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li dijî biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di roja 29’emîn de jî li Mêrdîn û Wanê hate lidarxistin. Di çalakiyan de tevî zexta polîsan jî gelek kes tev li çalakiyan bûn û gotin ku heta ku hevşaredarên wan vedigerin ser peywira xwe dê çalakiya xwe bidomînin.

Di vê çarçoveyê de di roja 29’emîn de jî li Mêrdînê bi tevlêbûna parlamenter û gelek kesan li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Avahiya HDP’ê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier daxuyanî da.

‘Gel dîsa HDP tercîh kir’

Îmam Taşçier diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne pêkanîneke nû ye û wiha domand: “Bi vê yekê re tenê qeyûm tayînî vîna gel nekirin. Di heman demê de hewl didin gelê kurd înkar û îmha bikin. Çi dema ku gelê kurd doza mafê xwe bike, rastî înkar û tunekirinê tê. Di serdema derbas bûyî de jî qeyûm tayîn kirin. Lê gel dîsa jî HDP tercîh kir. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ne gelê kurd û ne jî yê tirk dê nekare li Tirkiyeyê mafên xwe bi kar bînin.” Daxuyanî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Çalakiya li Wanê

Li Wanê jî di roja 29’emîn a Nobeda Demokrasiyê de hevşaredar, parlamenter, Dayikên Aştiyê, HDP’î, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên KAYYADER’ê û gelek welatî amade bûn. Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne vîna qeyûm, em vîna gel dixwazin’ hate vekirin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî û da zanîn ku ew 29 roj in li dijî darbeya qeyûm li ber xwe didin.

Polîtîkayên AKP’ê têk çûne

Di berdewamê de jî Bulbul bal kişand ser lûtkeya sêalî ya ku îro li Enqereyê tê lidarxistin û wiha domand: “Serokomarê Tirkiyeyê ji civînekê derbasî civînek din dibe. Lê di her civînekê de, polîtîka, aborî û siyaseta heyî bêtir têk dibe. Polîtîkayên Îranê, polîtîkayên Rûsya, Sûriye, kurd, jin, aborî, perwerde û çandiniyê têk çûne. Li cîhanê mînaka vê yekê tuneye.”

‘HDP cihê çareseriyê ye’

Bulbul hatina Suleyman Soylu ya ber deriyê Amedê bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hûn jî herin li ber deriyê Suyleyman rûnin. Ji Suleyman re bibêjin, ‘Ne ji bo ku tu li ber deriyê HDP’ê rûnî kirine wezîr. Ji bo ku tu pirsgirêkan çareser bikî tu bûyî wezîr.’ Suleyman Soylu û cemaeta wî her roj li dijî kurdan û demokrasiyê sûc dikin. Em ji wan dayikan re dibêjin, li ber deriyê HDP’ê rûnenin. Bikevin hundir, HDP deriyê çareseriyê ye. Ji ber ku Suleyman Soylu çareserî nabîne û xetimiye, berê xwe daye ber deriyê HDP’ê.”

Piştî daxuyaniyê dirûşme hatin berz kirin ûçalakî bi gotina stranan bi dawî bû. MÊRDÎN-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar