PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

TCŞ û TekoJIN: Di 17’ê kanûnê de ji bo Rêbertî em dakevin qadan!

TCŞ û TekoJIN’ê gotin, “Em we vedixwînin ku di 17’ê Kanûnê de li dora Rêberê xwe em xeleka ji agir ava bikin û dakevin qadan.”

Di daxuyaniya nivîskî ya TCŞ’ê û TekoJIN’ê de hat gotin, “Dewleta tirk a barbar li ser gelê kurd polîtîkaya tunekirin û qirkirinê dimeşîne. Ev zîhniyeta tunekirinê, meşa 50 salî ya Rêbertî dike hedef.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêbertiya me ev 24 sal in di bin esareta fizîkî de ye û 21 meh in ne bi parêzer û ne jî bi malbatê re hevdîtin pêk nayê.

Lê belê bi daxuyaniya herî dawî ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê re, tengkirina şert û mercên jiyanê bi taybetî rewşa tenduristiyê ya Rêberê me, nêzîkatiyên ku hiqûqa mirovahiyê binpê dike, tecrîd-îzolasyonê ku li tu derê nehatiye dîtin, gihiştiye lûtkeyê.

Em Koordînasyona TCŞ û TekoJIN’ê bi daxuyaniya ku me beriya 2 hefteyan dabû, me banga geşkirin û berfirehkirina xeta çalakiyê ya bêdawî û bênavber kir.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, bi taybetî jî ciwanên welatparêz û hemû derdorên alîgirê edalet û demokrasiyê dikin ku 17 ‘ê kanûnê li navenda Ewropayê (Almanya, paytexta Fransayê Parîsê û bajarê Marsîlya, Swîsre, Îngilistan, Awûstûryayê) beşdarî meş û çalakiyan bibin. Em bang li her kesî dikin ku di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ji bo şikandin tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hev kom bibin.

Bi rihê berxwedana gerîlayên azadiyê ku dîroka berxwedanê ji nû ve bi taybetî li Zap, Metîna û Avaşînê nivîsandin, bi rihê çalakgerên ku gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî Bikin’ û bi rihê çalakiya Viyan Soran em her kesî vedixwînin li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir û em dakevin qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar