Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TCŞ û TêkoJIN: Em xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin

TCŞ û TêkoJIN diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo pêşeroja me û Tirkiyek demokratîk roleke xwe ya dîrokî heye û gotin: “Ji bo bidawîbûna dengdana li Ewropayê çar roj mane û bang li ciwanan kirin ku dengê xwe bi kar bînin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo Partiya Çepên Kesk banga dengdanê kirin.

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Ciwanên şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, ji bo karibin dengê xwe bidin çar roj mane. Ev hilblijartin ji bo Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li gel daxûyanî, nirxandin û kampanyayên têkildarî mijarê mixabin rêjeya tevlîbûna li dengdanê kêmî potansiyela me ya rêxistinî maye.

Me gelek caran ragihandin ku her dengê di vê hilbijartinê de bê bikaranîn stratejîk û dîrokî ye, di vê çarçoveyê de me kar kir. Di vê demê de ku çar roj mane ji bo dengdanê, daxûyaniyên şefê faşîst Erdogan, şirîkê wî yê biçûk Bahçelî, kampanyayên dimeşînin, bi taybetî êrîşên li bajarên Tirkiyeyê yên li ser Partiya Çepên Kesk û operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê têne kirin, girîngiya vê hilbijartinê careke din radixin pêş çavan.

‘Ya faşîzm ya jî demokrasî’

Ya faşîzm, ya jî demokrasî; Ya faşîzm wê bi ser bikeve û Tirkiye û Kurdistan di nava şerekî metirsîdar de bifetisin, ya jî demokrasî wê bi ser bikeve û li Tirkiye, Kurdistanê û herêmê aştî û paşeroja ronî careke din ava bibe. Eger Erdogan-Bahçelî bi ser bikeve li Rojava wê DAIŞ, El Nûsra û li Bakur jî Hîzbûllah û AKP bi çeteyên xwe hewl bidin Tirkiyeyê û Kurdistanê bikin derya xwînê, kurdan qir bikin, tecrîdê girantir bikin, hîn bêhtir çekên kîmyewî bi kar bînin, şerekî mezin ê navxweyî bidin destpêkirin. Ev jî komkûjî ye, qirkirin e, rijandina xwîn û rondikên çavan e, qetilkirina gelê kurd e. Em dîktatoriya Erdogan, faşîzma Bahçelî, qirkeriya AKP û MHP’ê rawestînin. Em xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin ku îradeya gelê me temsîl dikin. Ji ber vê yekê jî bila kesekî bi tenê nemîne ku deng bi kar neaniye, ji bo vê jî li Almanya, Awûstûrya, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Swêd û Fransayê di van çar rojên dawî de bi hemû enerjiya xwe bixebitin û ciwan pêşengiya vê yekê bikin. Em di pêvajoyeke awarte de ne. Bê xwarin û vexwarinê em destpêkê dengê xwe bidin.””

Di daxûyaniyê de hate destnîşankirin ku dengên li Ewropayê dikare çarenûsa hilbijartinê diyar bike, lewma jî bang li ciwanan hate kirin ku pêşengiyê ji bikaranîna dengdanê re bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar