Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

TCŞ û TekoJin ji bo girtiyên siyasê dest bi pêngavê kirin

TCŞ û TekoJinê ji bo girtiyên siyasî bi dirûşmeya ‘Têkoşîna gelê kurd ne sûc e; deng bide!’ dest bi pêngaveke nû kir û bang li her kesê kir ku bibin dengê girtiyan

Navenda Nûçeyan |

Tevgerên Ciwanên Şoreşger yên li Ewropa (TCŞ) û TekoJin ji bo girtiyên siyasî bi dirûşmeya ‘Têkoşîna gelê kurd ne sûc e; deng bide!’ dest bi pêngaveke nû kir.

Têkildarê pêngavê daxuyaniyek nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser sûcên şer yên dewleta tirk a dagirker li hemberî gelê kurd û piştgiriya welatên Ewropayê ji dewleta tirk re, her wiha bêdengiya wan li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din û  wiha hat gotin: “Gelê me ku koka xwe ji berxwedanê digire wê ne li beramberê destgîrkirin, girtin û zextên polîsên Ewropa yên faşîst bêdeng bimîne û ne jî xwe ji vegotina berxwedana destanî ya gelê kurd wê xwe paşve bide.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê kurd ê di pençên qirkirinê de bû di encama têkoşîneke dijwar a nîv sedsalî de dest bi şikandina wê pençê qirkirinê kiriye û di têkoşîna netewîbûnê de destketiyên bêhempa bi dest xistiye û hat gotin ku welatên endamê Ewropayê bi sal in di polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê kurd de rolê sereke lîstine û tê xwestin ku gelê kurd ên li Ewropayê dijîn li hemberê vê bêdeng bimînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber gelê kurd daxwaz û têkoşîna xwe tîne ziman an radestî dewleta tirk hatiye kirin yan jî bi vê rewşê re ew di bin gefê de dihêlin û wiha bang li welatên Ewropa bi taybetî Almanya û Fransayê hat kirin: “Di serî de Almanya ku şirîkê êrîşên dagirkirina Romanyayê ye, bang li Fransa û hemû dewletên din ên Ewropayê dikin ku dest jê vê helwesta xwe ya li hemberî can daxwazên gelê kurd ku têkoşîna herî rewa ya cîhanê birêve dibe berdin.

Aşkera ye ku hûn îşkence li hevalên me yên digirin dikin û şertên giran li ser wan ferz dikin. Di vê çarçoveyê de em ê ji teşhîrkirina vê durûtiya hemû dewletên Ewropayê ku qaşo dersa demokrasî û mafê mirovan didin hemû cîhanê tu carî nesekinin û weke li her derê heyî em radigihînin ku em ê berxwedanê bilind bikin.

Di serî de hevalê me Merdan Kizilkaya yê herî dawî li Almanya hat girtin, em dixwazin ku demildest tecrîda li ser hevalên me yên li welatên cuda yên Ewropayê hatinî girtin were rakirin, girtî werin berdan û êrîşên li hemberî saziyên me yekser bên sekinandin.”

Di daxuyaniyê de her wiha bal hatiye kişandin li ser destpêkirina pêngava nû ya ‘Têkoşîna gelê kurd ne sûc e; deng bide!’  û bang li welatparêzan, hemû saziyên antîfaşîst û enternasyonal ên li Ewropayê tê kirin ku ji bo xwedîderketina di serî de Merdan Kizilkaya hemû hevalên wan ên girtî yên di bin tecrîdê de tên ragirtin, rabin û daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em ji bîr nekin ev pêla binçavkirin û girtinê ya li Ewropayê li hemberî hevalên me, encax bi xwedîderketina gelê me ji hevalên me re û tevlêbûna ciwanan ya di nav pêngava xwe dikare bê valaderxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar