Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TCŞ û TekoJIN’ê banga tevlêbûna meşa dirêj kirin

Tevgera ciwanan ên Ewropayê TCŞ û TekoJIN’ê bang kirin ku her kes tev li meşa dirêj a li paytexta Fransa Parîsê bibin ku di navbera 13-15’ê kanûnê de dê were lidarxistin

Tevgerên ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ragihand ku ew ê bi dirûşma ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ di navbera 13-15’ê kanûnê de meşa dirêj lidar bixin.

TCŞ û TekoJIN’ê bêdengiya dewlet û saziyên Ewropayê ya li bara terora dewleta tirk a li ser Kurdistanê bi bîr xistin û wiha gotin: “Weke li her deverê, li Ewropayê jî ciwanên Apoyî dirûtiya van saziyan teşhîr kirine, hemû qadên ku lê ne kirine qadên çalakiyê.”

Tevgerên ciwanan çalakiya li Strasobûrgê ya li ber Komîsyona Ewropayê û Komîteya Wezîran a Ewropayê û çalakiya li Laheyê ya OPCW’ê bi bîr xistin û diyar kirin ku careke din nîşan dane ku têkoşîn bi biryardariyeke çawa tê domandin.

Bi berdewamî çalakiya ciwanan a li Almanyayê ku heft rojan dom kirî hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku di van çalakiyan de mafdariya berxwedanê hatiye veogtin, ji bo têkoşîna dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were geşkirin hemû Almanya kirine qada çalakiyê.

Herî dawî hate gotin ku ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê li hemû qadên ku lê ne dê ji têkoşînê paş nemînin û bang li ciwanên Kurdistanê û dostên kurdan kirin ku tev li çalakiya li paytexta Fransayê Parîsê bibin ku di navbera 13-15’ê kanûnê de dê bi dirûşmeya ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ meş were lidarxistin.

Bernameya çalakiyê:

* 13’ê Kanûnê: Drancy Stalingrad

* 14’ê Kanûnê: National Villeneuve Saint-Georges

* 15’ê Kanûnê: Villeneuve Saint-Georges-Grigny

Kesên ku dixwazin tev li çalakiyê bibin dikarin ji van hesaba xwe bigihînin:

Instagram: tcsewropa

E-Mail: [email protected]

PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar