Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tê gotin ku serçete Bexdadî li Idlibê hate kuştin

Li gorî agahiyên çapemeniya DYA’yê serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî dema ku ji Idlibê hewl dida bireve Tirkiyeyê ji hêla hêzên DYA’yê ve hate kuştin. Têkildarî mijarê Trump peyamek parve kir û got; ‘Tiştekî pir mezin rû da.’ Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî peyamek parve kir û wiha got: “Me di encama xebata hevpar a  îstîxbaratî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re operasyoneke dîrokî û serkeftî pêk anî.”

Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku artêşa Amerîkayê li dijî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî şevê din li navçeyeke Idlibê ku li nêzî sînorê Tirkiyeyê ye çalakiyeke taybet pêk anî. Di nûçeyan de hat ragihandin ku Bexdadî li cihekî li qada ‘herêmên bêçek’ a di bin kontrola dewleta tirk de bû.

Kovara Newsweek a Amerîkayê destnîşan kir ku operasyon li ser agahiyên îstîxbaratî li parêzgeha Idlibê hatiye kirin. Kovara Newsweekê ku agahiyên xwe dispêre rayedareke amerîkî da zanîn ku li cihê ku operasyon lê hatiye lidarxistin şerekî kurt derketiye. Tora CNN a Amerîkayê jî li gorî agahiyên ku dispêre rayedarên Pantagonê îşaret pê kir ku serçeteyê DAIŞ’ê dema ku leşkerên Amerîkayê nêz bûne xwe teqandiye. Rayedarê Pentagonê piştrast dike ku serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî hatiye kuştin û li benda encamên DNA’yê ne.

‘Dema dixwest bireve Tirkiyeyê hate kuştin’

Rayedarê Pantagonê diyar kir ku El Bexdadî bombe li xwe rapêçiyabûn û ferdên malbata wî jî pê re bûn. Rayedar bi lêv kir ku di operasyonê de 2 jinên Bexdadî jî hatine kuştin lê dibe ku dema Bexdadî xwe teqandî miribin.  Çapemeniya DYA’yê dibêje ku operasyon di encama îstîxbarata CIA’yê de hatiye kirin. Malpera El Hure ya Amerîkayê jî ragihand ku CIA’yê piştevaniya ewlehiya herêmê ya diyarkirina cihê El Bexdadî û tevgerên wî kirine.

Iraq: Kuştina Bexdadî hate piştrastkirin

Têkildarî mijarê çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî agahî dan Reustersê û ragihand ku wan kuştina Bexdadî piştrast kiriye. Çavkaniyên ji Reustersê  re axivîn wiha gotin: “Li gorî agahiyên tîma me ya îstîxbaratê ku Bexdadî dişopand, dema ku Bexdadî hewl dida malbata xwe veguhezîne Tirkiyeyê bike, tevî parêzvanê xwe ve hatiye kuştin.”

Peyama Trump

Di heman demê de serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û got: “Tiştekî pir mezin niha rû da.” Tê payîn ku dê Trump têkildarî mijarê daxuyaniyekê li Koşka Spî bide.

Peyama fermandar Ebdî

Têkildarî mijarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (HSD) Mazlum Ebdî jî li ser hesabê xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Me di encama xebata hevpar a  îstîxbaratî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re operasyoneke dîrokî û serkeftî pêk anî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar