Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tê xwestin gundên li ser sînorê Kobanê bên valakirin

Dewleta tirk zextan li gundên girêdayî Pirsûs û Bêrecûkê yên li ser sînorê Kobanê dikin ku  gundên xwe vala bikin. Welatiyan got ku ji roja êrîşan dest pê kiriye ve ew di bin zextan de ne ku malên xwe vala bikin

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 6’emîn de didomin. Li seranserî sînorê navçeyên Riha û bajarên Rojava pevçûn hene û şer gûr bûye û didomin. Tê gotin ku amadekariyek êrîş li dijî Kobanê jî werin destpêkirin hene.

Ji bo destwerdanek muhtemel a li dijî Kobanê tê plankirin ku 25 gundên girêdayî navçeya Pirsûsê û 6 gundên girêdayî navçeya Bêrecûkê yên li ser sînorê Kobanê werin valakirin.

Navê gundên girêdayî Pirsûsê ku tên xwestên bên valakirin wiha ne: Alanyurt, Aşagioylum, Çanakçi, Çaykara, Çengellî, Kersan, Goleç, Gunebakan, Siwêdê, Kesme, Kurutepe, Mert Îsmaîl, Molahamza, Tavşan, Yumurtalik, Îzcî, Taşlikuyu, Kuçukova, Bînatlı, Ozguren, Yildiz, Koseler, Tokçali, Ozluce û Eskîce.

Navê gundên girêdayî Bêrecûkê yên ku tên xwestên bên valakirin jî wiha ne: Qonax, Sêbûk, Goktepe, Aşme, Ziyaret û Zêrî.

Tê texmînkirin ku li van gundan nêzî 40 hezar mirov dijî. Şêniyên gundan dan zanîn ku ji roja êrîşên li dijî Rojava hatiye destpêkirin ew bi zextên ku malên xwe vala bikin re hevrû mane. Gelê herêmê bi fikar in ku endamên OSO li malên wan bên bicihkirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar