Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Teatra Jiyana Nû: Em ê li ser dikê bin

Navenda Nûçeyan |

Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Bêrû’ ku ji aliye Teatra Jiyana Nû ve tê lîstin beriya li Şanoyê Bajar a Gazîosmanpaşa ya Stenbolê were lîstin ji aliye qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê bi hinceta ‘ewlehiya cemaweriyê xirab dike’ hat qedexekirin.

Wezareta Karê Hundir û Walîtiya Stenbolê jî qedekirina lîstikê parastin û lîstika ku ji aliye Dario Fo ve hatiye lîstin wek propagandaya PKK’ê pênase kirin. Walîtiya Stenbolê ragihand ku der barê lîstikê de lêpirsîn dane destpêkirin. Rêxistinên şanoyê, siyasetmedar, partiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîran bertek nîşanî biryara qedexekirinê dan.

Koma şanoyê Teatra Jiyana Nû têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîrxist ku 28 sal in şanoyê dikin û li Tirkiyeyê yekem koma şanoyê ya bi kurdî ne. Teatra Jiyana Nû wiha got: “Bi salan e em bi zimanekî ku tê înkarkirin û tune tê hesibandin şanoyê dikin. Koma me nêzî 30 salan e li dijî hemû astengî û qedexeyan bi awayekî rêk û pêk repertuavara xwe ava kiriye û li gelek deverên cîhanê beşdarî festîvalên şanoyê yên navneteweyî bûye, di festîvalan de xelat wergirtiye û komek temaşevanên şanoyê afirandiye.”

Ger kurdî be dibe pirsgirêk!

Koma şanoyê destnîşan kir ku careke din bûne şahid ku dewleta tirk tehemûlî çand û zimanê kurdî nake û wiha hat gotin: “106 sal in Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di Şanoyên Bajar de cara yekem e cih dide şanoyeke kurdî û di çarçoveya projeya ‘Piştgiriya Şanoyan’ de lîstika Dario Fo ya bi navê Klakson Borozan û Birt ku me wek ‘Bêrû’ wergerî kurdî kiribû dê li sehneya Şanoya Bajêr a Gazîosmanpaşayê bihata lîstin û çend saet beriya lîstinê qaymeqamiyê bi hinceta ‘Ewlehiya Cemaweriyê’ lîstika me qedexe kir.  Em dizanin ku lîstikek ji aliyê kîjan nivîskarî ve tê nivîsandin bila were nivîsandin, ger bi kurdî were lîstin wek pirsgirêk tê dîtin.”

‘Em ê hunera xwe bidomînin’

Daxuyaniya Teatra Jiyana Nû bi van gotinan bi dawî bû: “Şert û merc çi dibin bila bibin em ê wekî biryar û kelecana roja ewil bi rengê xwe rêwitiya xwe ya hunerê bidomînin. Em ê mjarên ku me didin kenandin û xemgîn dikin bi lîstikên şanoyê derxin ser dike.  Em radigihînin ku di rojên wiha zehmet de bi piştevaniyê û bi awayekî azad em ê hunera xwe bidomînin. Bi hişmendiya ku cudahiyên me dewlemendiyên me ne, em ê her roj bi lîstikên xwe yên bêsînor li ser dikê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar