Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Teatra Sarya Baran di şanoya kurdî de nefeseke nû ye

Koma Teatra Sarya Baran di sala 2018’an de li bajarê Qamişloyê di bin sîwana Kevana Zêrîn de ji aliyê 4 jinan ve hate avakirin. Heta niha bi lîstikên xwe yên bi navê ‘Jina bi tenê’, ‘Diqîrim’, ‘Aştî baskê çûkê de ye’ û lîstika zarokan ‘Diziya Baxçe’ derket pêşberî şanohezan.

Teatra Sarya Baran di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de xelatên ‘Derhênera herî baş’ û ‘Lîstikvana jin a herî baş’ wergirt û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi turneyê kir. Di turneyê de jî rasteî eleqeyeke mezin hatin. Endama komê lîstikvan û derhêner Sarya Golan têkildarî mijarê ji ANF’ê bi Ersîn Çaksu re axivî.

‘Şoreşa Rojava xebatên çand û hunerê jî pêş xist’

Sarya Golan diyar kir ku Teatra Sarya Baran bi gavên biçûk, lê qewîn hewl dide bi pêş ve biçe û wiha got: “Armanca me ya bingehîn ew e ku li ser bingeha çîrokên jinê lîstikvan û derhênerên jin perwerde bikin, biafirînin. Şoreşa Rojava tevî pêşketina leşkerî, siyasî û dîplomatîk her wiha karên çand û hunerê jî bi pêş xist. Şano jî yek ji beşên vê hunerê ye. Beriya şoreşê jî şano hebû, lê belê bi giranî lîstikên di Newrozan de dihatin lîstin bûn. Lê belê bi şoreşê re gavên cidî hatin avêtin û li her bajarî komên şano tên avakirin. Festîvalan dest pê kirin.”

Lîstika destpêkê ‘Jina bi tenê’ bû

Golan anî ziman ku li Rojava êdî şano, şanoger û derhêner hene û wiha domand: “Yek ji saziyên li vê qadê dixebite jî Kevana Zêrîn e. Kevana Zêrîn karên xweser dike. Yek ji karên xwe jî şano ye. Ev cihêkarî nîne. Koma Teatra Sarya Baran di sala 2018’an de ava bû û navê xwe jî ji du şoreşgerên jin wergirt. Me bi 4 lîstikvanan dest pê kir. Temenê wan jî biçûk bû, piştî perwerdeyek ji 6 mehan, me lîstika ‘Jina bi tenê’ ya Darîo Fo amade kir û dest bi provayan kir. Bi wê lîstikê em tev li Mîhrîcana Şehîd Yekta bûn û bi vî rengî karê me yê şanoyê yê profesyonel dest pê kir.”

‘Xelatan hêz da me lê baranê me girantir kir’

Di berdewamê de jî Golan anî ziman ku ew Teatra Sarya Baran ji bo xwe weke dibistanekê dibînin û wiha pê de çû: “Me di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de xelatên ‘derhênera herî baş’ û ‘lîstikvana jin a herî baş’ wergirt. Vê jî hîn bêhtir hêz da me. Bû tecrûbeyeke baş. Bêguman van xelatan barê me girantir kir û wezîfeya me zêde kir ku em şanoya kurd, şanoya jinê xurtir bikin. Tundiya li jinê, kuştin, destavêtin û destdirêjiya li jinê hîn jî tiştên rojane ne. Ji ber vê yekê lîstikên Darîo Fo tiştên qediyayî nînin. Mînak; eger serhildana Ûlrîke Meînhof a li dijî dewleta alman hebe, serhildana Sakîne Cansiz a li dijî dewleta tirk heye, li Rojava serhildana YPJ’ê ya li dijî dewletê û DAIŞ’ê heye. Çîrokên jinên berxwedêr, cih û dem cuda jî be dişibin hev.”

‘Em Teatra Sarya Baran weke dibistanekê ye’

Bi domdarî jî Golan got ku dema ew lîstikên ku dê bilîzin hildibijêrin, li gorî hêza xwe tevdigerin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em hîn gelekî nû ne û hejmara me jî kêm e. Lê belê planên me hene ku em çîrokên jinên kurd li ser dikê pêşkêş bikin. Em niha Teatra Sarya Baran weke dibistanekê dibînin. Em hewl didin bi gavên biçûk lê qewîn bi pêş ve biçin. Em dixwazin çîrokên vê şoreşê ku em di nav de ne nîşan bidin, pêşkêş bikin. Em dixwazin têkoşîna jinên kurd, YPJ’ê û jinên êzdî li ser dikê nîşan bidin. Dixwazim çîrokên Bêrîtan, Zîlan û Viyan Soran li ser dikê nîşan bidim. Dixwazim portreya her sê jinan, bi sê çalakiyên cuda, bi dans û şanoyê bi rengekî muzîkal li ser dikê pêşkêş bikim. Her wiha çîrokên YPJ’ê hene. Di wê mijarê de jî lêkolînên me hene. Em dixwazin nîşan bidin.”

‘Karên çandî jî di bin dorpêçê de ne’

Herî dawî jî Sarya Golan wiha got: “Li gel dorpêçiya siyasî, aborî û dîplomatîk a li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser karên çandî jî dorpêçek heye. Rojava di şer û têkoşînê de xwe bi her rengî îspat kir. Lê hêj zû ye ku mirov heman tiştî ji bo şanoyê jî bibêje. Ji ber ku derfet kêm in. Em ê bi van her du lîstikên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin turneyê. Li Şehba û Helebê em tev li Mîhrîcana Çandê ya Mîtanê bûn. Eleqeyeke gelekî zêde hebû. Salon tijî bûn. Mirovan li ser pêyan temaşe dikirin. Li aliyê din şer hebû û herêm dihate bombekirin. Tevî wê yekê jî eleqeyeke zêde hebû. Armanca me ya bingehîn ew e ku şanoger, derhênerên jin, makyoz, kostumsazên jin perwerde bikin, biafirînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar