Civaka êzidî sedan sale di bin êrîşên qirkirinê de ye. Ne yek, ne dido, 74 ferman bi ser êzidiyan de hatin. Ji bo tunekirina vê civaka qedîm tiştek nema bi serê wan de neanîn. Bi taybetî jî bi destê Osmaniyan ev yek derket pêş. Neviyên osmaniyan, dewleta tirk jî li ser şopa wan meşiyan.
Civakek herî kevnar û qedîme ku li ser rûyê vê erdê maye ew jî êzdatî ye. Ji ber baweriya xwe û kurdbûna xwe, êzdî di dîrokê de û heya roja me ya îro bûn hedefa êrîşan. Navenda vê civakê ku niha Şengal e, gelek caran bû hedafa êrîşan.
Fermana 74’an di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê û şirîkên wan pêk hat. PDK jî bi zanebûn destûra vê êrîşê da. Êrîşa li ser Şengalê li hesabê wan dihat. Wan dixwest ku ew civaka qedîm were tunekirin.
Di havîna 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê derketin meydanê. Wan çeteyan pêşî berê xwe dan Mûsilê û piştre jî hedefa wan Şengal bû. Beriya ku Mûsil û Şengal bên dagirkirin, Rêber Apo derbarê xetereya li herêmê de pêşbîniyên xwe ji raya giştî re ragihandibû. Li ser pêşniyazên Ocalan yên ji bo parastina wê xetê, partiya karkerên Kurdistan PKK’ê komek ji 12 kesan şand Şengalê.
Gerîlayên HPG’ê herdû riyên sereke yên diçin çiyayê Şengalê girtin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser çiyê pûç kirin. Gerîlayan bi çekên xwe yên ferdî û bi doçkayekî ku çekdarên PDK’ê li pey xwe hiştibûn, pêşî li qirkirina êzdiyan girtin. Bi xêra berxwedana wê koma piçûk ya gerîlayan, bi sedhezaran êzdî xwe gihandin çiyayê Şengalê. Rojek piştî vê bûyerê, fermandarê biryargeha navendî ya parastina gel Mûrat Karayilan daxuyanî da raya giştî û ew ê hêzên xwe bişînin Şengalê. Piştî vê daxuyaniyê tabureke gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê ber bi Şengalê ve bi rê ketin.
Li aliyê din şervanên YPG/YPJ’ê ji milê Rojava ve ketin nava liv û tevgerê. Bi hezaran êzdiyên li çiyayê Şengalê derbasî Rojava kirin. Di korîdora berxwedanê ya şervanên YPG/YPJ’ê vekirî de di nava 8 rojan de 150 hezar êzdî derbasî rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Beşek ji wan koçberan jî derbasî başûr û bakurê Kurdistanê hatin kirin.
Piştî rizgarkirina Şengalê jî rewşa li wir guherî. Xelkê Şengalê ji bo cardin rastî tradejî û êrîşeke bi vî rengî neyê, bi xweparastin, sazîbûn û rêxistinbûnê bersiv da dagirkeran. Ji meclisan bigrin heta yekîneyên berxwedanê gelek sazî ava bûn. Peyder pey, ji bo perwerdehiya siyasî, civakî û leşkerî akademî hatin vekirin. Êdî Şengal veguherî devereke ewle û dikare li ser piyan bimîne. Êdî ne beriya fermanê bêparastin û bêxwedî ye. Rêveberî jî, parastin jî di destê wan de ye.
Lewma jî ev çend sal in derdê PDK’ê û dewleta tirk bûye Şengal. DAIŞ’ê nekarî Şengalê di destê xwe de bihêle, lewma jî PDK û dewleta tirk li ser disekinin. Ji bo vê yekê jî artêşa Iraqê didin pêş. Çend caran jî ji bo vê êrîş pêk hatin. Yên ku di sala 2014’an de bûn sedema fermanê PDK û artêşa Iraqê bûn û wê nikaribin careke din heman tiştî bikin. Her kes dizane ku tevahiya van êrîşan li ser daxwaza dewleta tirk pêk tê. Ew dixwazin Şengalê bidin valakirin û radestî dewleta tirk bikin.
Li Şengalê polîtîkayek taybet tê meşandin. Ji bo ku Şengal were dagirkirin gelek nûçe û agahiyên derew belav kirin. Ew hêzên ku Şengal terikandin û rê li ber qirkirinê vekirin pêşmergeyên PDK’ê bûn. Lê piştre wekî ku wan kesan Şengal rizgar kiribe nîşan dan. Ew hêzên ku Şengal rizgar kirin û di oxira wê de canê xwe feda kirin gerîla û şervan bûn. Lê wekî ku ew hêzên dagirker bin nîşan dan. Ev yek ne bes bû, her liv û tevgera li Şengalê wekî ku PKK’ê kiribe nîşan dan. Bi vî rengî rê li ber êrîşên dewleta tirk vekirin. Tevî ku PKK û gerîlayên wê ne li wê derê ne jî, bi dehan nûçe li ser wan çêkirin. Her cara ku balafir li Şengalê didin, dibêjin li baregehên PKK’ê didin. Lê ew kesên tên qetilkirin zarokên wê axê û şengalî ne. Tevî vê yekê jî çapemeniya PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê û rewatiya êrîşên dewleta tirk dest bi şerekî qirêj kiriye. Êdî her kes dizane ku wê Şengal ji xayîn û dagirkeran re nemîne. Yên ku karîbûn wê derê rizgar bikin, wê karîbin biparêzin jî.