Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tecawiz

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

 

Ev peyvek ji zimanê erebî derbasî hinek zimanan bûye. Wateya wê; destavêtin, destêwerdan, destdirêjayî û hwd.

Belê ev kiryara xerab, li ser kes an gelan, bêyî îrade û daxwaza wan pêk tê. Bi gotinek din, li dijî îrade û xwestina wan ev êrîş, ev zilm bi kotekî û bi zorê tê bikaranîn.

Weke gelek gotin an têgînan ev jî, ji wateya wê ya bingehîn hatiye dûrxistin û tengkirin. Weke ku bi tenê pirsgrêkek an mijarek zeyendî ye û li dijî jinê pêk tê. Niha zarok jî lê zêde kirine.

Erê ji alîkî vê ev êrîş û zordarî bi giranî li ser jinan û zarokan tê kirin û divê herkes bi xurtî li dijî vê rabe. Lê mijar û pirsgrêk ji vê qonaxê hîn mezintir û berfiretir e.

Ji ber ku tecawiz, li ser civakê bi giştî tê meşandin û ne bi aliyê zayendî tenê, bi hemû alî destdirêjî heye. Tecawiz li dijî dîtin û raman û nêrîna jiyana azad a civakê hemû ye. Ji siyasetê heta cinsiyetê, ji baweriyê heta aboriyê, ji hunerê heta wêjeyê, şanoyê, hiqûq, edalet, zanist û hemû mafên mirovahiyê û hwd. li ser hemû alî û kategoriyên civakî tecawiz heye. Bi kurt cewherî tecawiz/destdirêjayî li dijî civakê û civakbûnê ye, armanca bingehîn kes û civakê ji hev cuda bike û her wiha guneh bixe stûyê kesan û civakê; zihniyet û siyaset û felsefeya sîstema xwe ya serdest a hegemon ji vê wahşetê bêrî bike.

Divê ev mijara baş were naskirin. Ev bîrdoziya lîberal a bê exlaq a vê serdema moderniya sermayedariyê, ger çawa takekesiyê û civakê, bi navê jiyana azad û demokrasiya derewîn ji hev dûr dixe, têr neyê zanîn, di vê sedsalê de jî ew ê mirovahî gelek êş û kederên mezin bikişîne.

Ev siyaseta vê serdemê ya gemar û malxirab û qirker a hêzên hegemon ên cîhanî, ne bi tenê li ser gelan û civakê û bi giştî mirovahiyê ye, belê li ser xwezayê jî tê bikaranîn. Lez danê vê tecawizê, êdî gav bi gav ezmana û atmosferê jî xera dikin û jahrdadayî dikin. Ma ev mijara virusên Mers, Sars, Ebola, HIV, H1N1 û niha Corona jî, ne encamên van destdirêjîyên hêzên hegemonên navendî ne?

Eger ku mirov bêje, di vê sedsala 21’an de, dewleta herî li pêş milîtaniya vê tecawiza giran û qirêj dike dewleta tirkan a R.Erdogan e, ne xelet e! Ev xwînxwar, bûye weke gurê har, hema axayê wî yê serdest, kîjan projê bide dest û bêje yelah, ew jî, weke ji berê ve amade ye, hema bê şewr û mişêwr dest bi êrîşê dike.

Jixwe tu cih û warê Kurdistanê nemaye ku êrîşî ser nekiriye. Tu derew û lîsk nemaye ku bi karneaniye li ser gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî. Êdî sînor nehiştiye ji destêwerdan û êrîşên xwe re; bi Kurdistanê û Tirkiyêyê tenê qîma xwe nayne, berê xwe daye Sûriye, Iraq, Lîbya û hwd. Di van rojên dawî de dikeve nava Azerbeycanê û Ermenistanê jî, jê tê xwestin û ew jî gelek hez dike ku şerê wir jî gûrtir bike.

Di encamê de, erê divê taybetmendî û reseniya tecawiza li dijî jinê  baş were dîtin û pênasekirin. Her wiha ev mijareke ku aliyê wê yê dîrokî û felsefî û îdeolojîk ê gelek girîng heye. Ji ber ku em zanin derbeya herî mezin a li civakê û mirovahiyê bi giştî hatiye xistin, bi şikandina rêveberiya jinê ya civakê ye.

Ger îro ji her alî ve zêdetir tecawiz û tundî tê ser jinê, bi taybetî jî li Rojava, sedem ew e ku li wir di pêşengiya jinê de şoreşek pêkhatiye û gav bi gav ji bo mirovahiya cîhanê jî dibe mînak û pergalek nû ya civakî. Ev pêşkeftin, hêzên hegemon ên navendî gelekî ditirsîne, lewma êrîşên dijwar û xedar dajon ser jinê. Bi gotinek din, mirov dikare bêje; di kesayetiya jinê de tecawizî hemû civakê dikin.

Ev berxwedana mirovahî ya dîrokî, li welatê me nûjen dibe û tu carî nayê têkbirin. Çendî derbeya bixwe jî, ew ê her ji nû ve li ser koka xwe û reha xwe ya dîrokî şîn bibe û geş bibe! Hêzên tecawizkar jî diçin sergoyê dîrokê!

Nûçeyên Têkildar