Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Tecawizên li Kurdistanê bi destê AKP-MHP’ê tê kirin’

Navenda Nûçeyan |

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan derbarê bûyerên tecawizê ku bi destê dewletê li Kurdistanê pêk tê axivî.

Erzîncan di destpêka axaftina xwe de diyar kir jinên kurd bi têkoşîn û berxwedana PKK’ê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve vejiyaye, di rêya azadiyê de pêşveçûn bi berdêlên mezin, bi ked û fedekarî û wêrekiyê pêk hatiye û niha jî ev têkoşîn bi rengekî bêhempa didome û got ku her çendî were xwestin ku qîmetê dîrokî ya bi pêşengiya Ocalan were nixumandin, ji rê were derxistin jî xebatên azadiyê û nirxên ku hatine afirandin ev pûç kirine.

Erzîncan da zanîn ku têkoşîna azadiya jinên kurd, têkoşîna wê ji ber paradîgmaya jiyana azad, ji ber dîrokiya cografyaya ku lê dijî û çanda civakî her ku diçe dibe xwedî nasnameyeke gerdûnî.

Di berdewama axaftina xwe de Erzîncan got ku îdîaya wan ew e ku sedsala 21’an bikin sedsaa jinê, ew têkoşîna wê didin ku dîroka ku jinê dike metayê berevajî bikin û têkoşîna bûneweriya jinê didin û wiha domand: “Ji vî alî ve têkoşîna jiyanê ya Serok Apo, dîroka PKK’ê bi gewherê xwe ve bi jinên kurd û di şexsê jinên kurd de, dibe dîroka ji nû ve vejînê ya hemû jinan, gelên ku komkujî li ser wan hatî kirin û baweriyên ku têne çewisandin. Problemên azadiya jinê nakokiya sereke ya sedsala me ye.”

‘Sosyalîzm bi têkoşîna jinê bûye hêvî’

Erzîncan diyar kir îro li Rojava şoreşeke jinê heye, ya ku îlhamê dide vê, ya ku tecrûbeyên xwe daye vê û jê re bûye rênîşandar tevgera azadiyê bixwe ye, di serî de Sakîne Cansiz ku bi serê vê têkoşînê de xwedî roleke girîng bû û pêşengiya şoreşa jinê kiriye, bi bîreweriya jinan a li bakurê Kurdistanê, bi rêxistiniya wê û çalakiya wê asta ku hatî afirandin gaveke mezin daye ber xwe.

Erzîncan destnîşan kir ku di tu şoreşên cîhanê de bi qasî ku di şoreşa Kurdistanê de bi rola xwe rabûye, jin tu caran wiha bi roleke stratejîk û bi peywir û berpirsyariyeke stratejîk ranebûne û wiha got: “Em xwedî rastiyeke têkoşîna jinê ya bi wî rengî ne ku rasterast karîgeriyê li ser Rojihilata Navîn dike. Em weke hêza stratejîk a hemû deman û hêmana sereke tev li nav jiyanê dibin. Ev jî di dîroka mirovahiyê de cara pêşîn pêk tê. Sosyalîzm bi têkoşînên azadiya jinê carake din bûye hêvî, zindî bûye û pratîk bûye.”

‘Têkoşîna jinê pêşengiyê ji têkoşîna azadiya kurd re dike’

Di axaftina xwe de Erzîncan ev tişt anî ziman: “Xeta azadiya jinê, bi xebatên ku rêxistiniya vê biqulibînin ser pergala jinê, biqulibînin ser pergala civakî, bi modeleke mînak a dîrokî ya azadîxwaz pêşengiyê dike. Weke ku li Rojava xuya dibe di nav şoreşê de şoreş têne jiyîn. Di navenda xebatên azadiya jinê de têkoşîna azadiya kurd geş dibe, pêşengiyê ji gelên herêmê re dike.”

Endama Koordînasyoan KJK’ê Besê Erzîncan têkilî êrîşên zayendî û tecawizan ên bi destê hêzên çekdar ên dewleta tirk ku bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li Tirkiyeyê geş bûne, diyar kir divê komkujiyên jinan, bûyerên tecawizê, ragihandina xwevekişîna ji Peymana Stenbolê bi vê çarçoveyê binirxîne û got ku çareseriya demokratîk a meseleya kurd û bicihanîna Peymana Stenbolê hevlayenê hev in û têkilî hev in.

Erzîncan diyar kir ku li Peymana Stenbolê xwedî derkevin divê li heqên gelê kurd jî xwedî derkevin, ên ku ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd têdikoşin ji bo Peymana Stenbolê û heq û daxwazên din ên demokratîk jî divê têbikoşin û wiha bi tekoşîna hevpar rêxistinî ya azadî û demokraisyê li Tirkiyeyê faşîzm dikare were paşvexistin.

Di berdewamê de Erzîncan got ku ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê temsîla faşîzmê dewleta tirk dike, bi encama hevkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re çi devera ku destê wê digihiyê, terorîstan îxracî Sûriye, Lîbya, Yemen û hemû deverê cîhanê dike û vê jî bi navbeynkariya NATO’yê ku hêza leşkerî ya pergala hegemonîk a global e dike û wiha pêde çû: “Tifaqa nêr a serwer a AKP-MHP’ê ya faşîst di şexsê jinên kurd de, şer li dijî hemû jinan, li dijî gelên Rojhilata Navîn, baweriyan ragihandiye. Bi hişmendiya faşîst, qubede ya bi senteza tirk-îslam bi îdîa û hewldana avakirina Tirkiyeyeyek nû ne. Meseleya ku Ayasofya kirine mizgeft, tecawizên li ser jinên kurd, li ser zarokan ên bi destê çawişên pispor ên tirk, kuştinên jinan, zêdebûna tundiya li ser jinê, girtina bi hezaran jin, tam jî di vê demê de nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê, rakirina mafên demokratîk û azadiyan, di vê de ‘yekrengiya hişmendiya îttîat terakkî’ heye. Ev yekrengî, piştî diyardeyên al, welat, milet, ziman û dîn, niha jî yek zayendî bi aliyê mêr ve tê sorkirin û dibe delîla pêvajoya sazûmanîkirina wê û weke êrîşeke pratîze dibe. Ev rewş bi nirxên ku TC’ê mîrat standiye, bi tecrûbe, çand û avaniya hişmendiya wê ve têkildar e.”

‘Tu gel ji wan hez nakin’

Erzîncan anî ziman ku dema bavikên tirk ji Asyaya Navîn hatine Rojhilata Navîn, Kurdistanê li dijî gelan, baweriyan êrîşên hovane, talanger, tecawizkar anîne, komkujî kirine û wiha bi cih bûne, Anatolî û Mezopotamya ku bi deh hezaran salan welatê rûm, ermen, kurd û sûryanî û gelek civakên di û baweriyên dîn bû, bi êrîşên bavikên tirkan ên talanger bûye goristana gelan. Erzîncan got ku di rêça Osmanî de fetîhkirina di gotin û çalakiyê de esas tê dîtin û bi vê bingehê ji komkujiyan re kirasê yasayî û dînî tê fesilandin û wiha domand: “Şertê pêşî yê fetihkirinê ne talana wê cografyayê ye ku çûnê. Misilmanikrina bi zorê ya gelê li vê herêmê, destdanîna li ser jin û zarokên wan e. Tecawiza li jinan û hêsîkirina wan e.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Erzîncan anî ziman ku mêrtiya tirk a serwer, bi hişmendiya leşkerî, bi avaniya xwe ya ku ji gewhera xwe ve milîtarîze bûye, li Rojhilata Navîn tim bi rola herî hov, xisletê gemarî û tim talanger, diz, desteserkar û tecawizkar bûye û wiha got: “Niha jî dema ku lê tê meyzandin, bi wê rastiyê ne ku gelên li derdorê jê hez nakin, wan naxwazin, ji wan ditirsin. Ji ber ku çi devera ku çûnê çanda talan û tecawizê jî bi xwe re birine.”

Ji dîrokê mînakên tecawizkarên ya çîna serwer a tirk

Di axaftina xwe de Erzîncan mînak da û diyar kir ku 1453’yan dema ku padîşahê osmanî Fatîh Sultan Mehmet Stenbol fetihkiriye ne ku tenê dêra Ayasofya kiriye mizgeft, her wiha ew heq da leşkerê xwe ku sê rojan jin jî di nav de talan bikin, tecawiz bikin û her wiha kurikên li qesra bîzansê jî ji bo xwe xwestiye û got ku dema lîderê TKP’ê Mustafa Suphî û hevalên wî li Behra Reş bi komployê hatine kuştin, dest li ser hevjîna wî Marîa danîne, ji mirinê girantir tecawîz lê kirine, ew kêm kirine û piştre jî kuştine.

Erzîncan her wiha kirinên li Dêrsimê yên li ser jinan jî bi bîr xist û da zanîn ku mînaka wê ya berbiçav e ku çawa hişmendiya mêtinger, komkuj û tecawizkar a osmanî bi destê rejîma Kemalî ve hatiye domandin û destnîşan kir ku jinên Dêrsimê ji bo ku nekevin destê leşkerên tirk xwe ji kendalan avêtine, li vir jin û zarokên ku bi dest wan ketine ji xwe re kirine xenîmet, tecawiz li wan kirine û bi rengekî hovaneke ew ji malbatên wan hatine qutkirin, ji xwe re kirine qerwaş.

Erzîncan tecawiz, talana bi encama hişmendiya tirk li Efrîn û Şengalê pêk hatî jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Li Efrînê van demên dawî bi destê MÎT’ê jin têne revandin, jinên îxtiyar têne kuştin, bi zorê dest li ser keçên ciwan datînin. Bi vî rengî dixwazin ku vîna gelê Efrînê bişkînin û bi civakê teslîm bigirin, vê peyamê didin. Ev êrîş bi destê çeteyan plansaziya TC’ê ye.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got ku li dijî hişmenidya komkuj, talanger, tecawizkar a çîna serwer a tirk gelan û jinên kurd li ber xwe dana û mînaka Besê, Zarîfe, Bêrîtan, Zîlan, Avesta  Xabûr, Ekîn Van, Helîn Bolek da.

‘Tecawiz bicihanîna şerê taybet e’

Têkilî rûdana tecawizê ya li Şirnexê ya bi destê çawişê pispor ê tirk jî Erzîncan ev tişt diyar kir: “Çawişê pispor, rayedarên cuda yê dewletê li ser vê mijarê têne peywirdarkirin û polîtîkayên şerê taybet têne bicihanîn. Ji aliyekî ve bi fihûşê, madeyên hişbirê, tecawizê, polîtîkayên tundiyê, tê xwestin ku vîna jinên kurd, ciwanan were şikandin û bi giştî teslîm were girtin. Li dijî vê girîng e ku malbat bihistyar bin, rûdanên wiha li çapemeniyê û raya giştî were dîtin, têkoşîna hevpar were dayîn û li hev xwedî derkevin. Li bara êrîşên wiha divê qet bêdeng nemînin. An na ev kirinên faşîst wê behtir berbelav bibin.”

‘Em ê jiyana azad ava bikin’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan herî ev tiş anî ziman: “Em ê li dijî aqilê dagirker, talanger, tecawizkar berxwedana jinê geş bikin. Li Heftanînê gerîla li dijî hêzên dagirker ên tirk bi berxwedaniyeke jiyana mirovî, ji bo azadiyê ye berxwedaniyeke bêhempa dide. Di şexsê Rûstem Cûdî, Esmer, Nûcan û Memyanan ku li Heftanînînê şehîd ketine, em ê helwesta hemû şehîdên Heftanînê, berxwedana jinan, gelan û zindanê li ber xwe deynîn û bi mîsogerî bi ser bikevin.

Tevgera me ya azad a jinê, li gel gerîla, serhildan, berxwedana zindanan, li gel hemû hêzên azadî û demokrasiyê, li Rojhilata Navîn wê weke rojê hemû cîhanê ronî bike û germ bike. Jin û mêrên ku sond xwarine jiyana azad ava bikin, dê jiyana nû ya alternatîf ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar