Yaşar Saydût ku li Gevera Colemêrgê weke yekî tecawizkar dihate naskirin, li Midûriyeta Karê Meydanên Hewa ya Dewletê ya Wanê (DHMÎ) hate tayînkirin.
Midûrê Balafirgeh Yaşar Saydût ku li navçeya Geverê bi devkî û fîzîkî êrîşî 3 jinên wezîfedarên ewlekariyê yên Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî kiribû, piştî ku qeyda wî ya deng derketibû holê di 28’ê tîrmeha 2016’an de hatibû binçavkirin. Saydût ji aliyê dadgehê ve bi rengekî negirtî hate darizandin û piştî ku aşkera bû deng ê wî ye, ji wezîfeyê hate dûrxistin.
Saydût ê ku sê sal û nîvan nexebitî, hefteya derbasbûyî li wezîfeya xwe vegeriya. Mîna ku xelatê bidin wî ew li Midûriyeta Karê Meydanên Hewayî ya Dewletê ya Wanê (DHMÎ) tayîn kirin. WAN