Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Tecrîd bi înkarkirina gelê kurd destpê kir’

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Mûhîttîn Mûgûç ragihand ku tecrîd ji avabûna komarê û vir ve li kurdan tê ferzkirin û got, "Ji roja ku gelê kurd ji pozîsyona damezrîner û hêmanê esasî hatin derxistin û vir ve tê tecrîdkirin."

,Tecrîda ku 24 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, salên dawî gelekî giran bû. 28 mehên dawî bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Serlêdanên parêzeran û malbata wî ji aliyê saziyên pêwendîdar ve têne redkirin.

Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mûhîttîn Mûgûç li ser tecrîdê ji ANF’ê re axivî û nî ziman ku tecrîd ji zûdeyî li ser kurdan tê ferzkirin.

Mûgûç got, “Piştî ku gelê kurd ji pozîsyona damezrîner û hêmana esasî ya komarê hat derxistin, piştî ku ji bilî nasnameya tirk nasnameyeke din nehate qebûlkirin, hingî tecrîd kete nava jiyana me. Di heman demê de nasnameya kurd hat redkirin, zimanê wan hat qedexekirin, bi qedexeyan navê cografya, gund û bajaran hatin guhertin. Tecrîd bi avakirina girtîgeha Îmraliyê re di şexsê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din de li ser girtiyan hemûyan hat ferzkirin. Ti ji girtiyên li wê derê nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin. Ev pirsgirêk êdî ji asta hiqûqî wêdetir bûye pirsgirêkeke civakî.”

Mûgûç ragihand ku rêxistinên civakî yên sivîl di mijara tecrîdê de di nava nêzîkatiyeke pasîf de ne û got, “Sedema vê nêzîkatiya pasîf ew e ku çalakiyên têkildarî tecrîdê têne kirin ji wergirtina encamê gelekî dûr e. Ev yek jî nîşan dide ku rêxistinên civakî yên sivîl ji civakîbûnê dûr ketine, ji aliyê civakî de nikarin xwe bi rêxistin bikin. Rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên din ên pêwendîdar bi vê nêzîkatiya xwe li nava çar dîwaran asê dikin û civak û kesayetan bi rêxistin nakin, nikarin encamê bi dest bixin. Rêxistinên civakî yên sivîl li gorî armanca xwe ya damezrandinê heta ku bi feraseta rêxistinkirina mafên bingehîn û azadiyê tevnegerin, di mijara tecrîdê û mijarên din de nikarin bi roleke çalak rabin. Tenê bi birêxistinkirina civakî dikare bi rola xwe rabe.”

Mûgûç destnîşan kir ku weke OHD ew rêxistineke civakî ya sivîl in ku dixwazin mafên bingehîn û azadî di her şert û mercî de bêne parastin û got, “OHD xwedî wî mafî ye ku di her mijarê de biaxive. Di mijara tecrîdê de jî wezîfeya me ye ku karekî bi bandor ê pratîkî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar