Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

 Tecrîd dê bi hawariyan parçe bibe

Hêzên serdest û navdewletî dixwazin bi tecrîdkirina giran Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji gel qut bike. Armanca sereke ya pergalê ne tecrîdkirina şexsekî ye. Armanca wan ew e ku gel nikaribe ji fikrên Rêber Ocalan sûdê bigire ye. Ji bo vê yekê destûr nadin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Naxwazin ku Rêber Ocalan fikr û pêşniyarên xwe bi gelên cîhanê re parve bike. Dema em li kiryarên şênber ên pergalê dinerin, em dibînin ku 32 meh in gel, malbat û parêzer bi tu awayî nikarin agahiyê ji Rêber Ocalan bistînin. Em dibînin ku tecrîdek pir giran heye. Ev bandorek neyînî li hemû qadên jiyanê dike. Bandorê li hemû gelên cîhanê dike. Rê li pêş  şer, qeyrana aborî, talankirina ekolojîk, koletî, parçekirina civakê û lawazkirina jiyana komînal vedike.

Ji ber tecrîda giran bandorê li hemû gelan dike, êdî gelên cîhanê jî deng û qerîna xwe bilind dikin. Eger îro her kurdek û her dosteke-î Rêber Ocalan bibe hawerî û qêrîna fikr û felsefeya Ocalan, dê tecrîd bêwate bibe. Ji bo vê yekê divê em her kesên ku aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û parastina mafên mirovan dixwazin, em bibin deng û hawariyên Ocalan.

Her çend bixwazin Rêber Ocalan di grava Îmraliyê de tecrîd bikin jî, Rêber Ocalan bi paraznameyên xwe û analîzên xwe bi qasî ku hemû pirsgirêkên cîhanê çareser bike rê nîşan daye. Ji bo her pirsgirêkê rêya alternatif a çareseriyê pêşniyar kiriye. Em dibînin ku analîzên Rêber Ocalan ên 20-30 sal berê îro yek bi yek raste rast jiyanî dibe. Yek bi yek dikeve meriyetê.

Îro dost û hogirên kurdan û Rêber Ocalan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêngavek cîhanî dane destpêkirin. Ev pêngava cîhanî li 74 navendên cîhanê dest pê kir û belav dibe. Pêngava ku dostên kurdan û Ocalan dan destpêkirin, îro li li Tirkiyeyê û parçeyên Kurdistanê jî deng veda. Ev gavek pir bi wate û girîn e. Ev nîşan dide ku Rêber Ocalan êdî bûye Rêberê Gelan û gerdûnî bûye.

Rêberek fikrên wî gerdûnî bibe û bedena wî di nava çar dîwaran de be, ji bo karibe her tim li gorî geşedan û pêşketinên dawî xwe nû bike û analîzên hîn xurttir bike, divê ji her kêliyan agahdar bibe.Ji ber ku agahiya wî ji geşedan û pêdiviyan çênabe. Ji bo karibe xwe nû bike, divê ji hemû geşedan û pêşketinan agahdar be. Divê her tim pêdivî û pirsgirêkên dawî agahdar bibe. Divê bi awayekî fîzîkî azad be, da ku karibe temas bike, bixwîne, analiz bike û parve bike. Eger karibe analîz bike, dahûrandinên kur bike û nikaribe van fikr û analîzên xwe bi raya giştî re parve bike, wê demê qutbûnek çêdibe. Cihê qutbûn lê hebe parçebûn pêş dikeve. Cihê parçebûn lê pêş bikeve, hêz, hêvî, bawerî û têkoşîn lawaz dibe. Şikandin, rizîn pêş dikeve. Ev jî parçeyekî şerê taybet e. Niha li ser gelê kurd û cîhanê şerê taybet tê meşandin.

Ku hemû ferdên civakê û gelan ên ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, di şexsê xwe de têxin meriyetê û li gorî vê fikr û felsefeye tev bigerin, dê Rêber Ocalanek bibe hezaran Ocalan. Eger her mirovekî dildarê Ocalan wekî hawariyekê-î tev bigiren, xwe polîtîk bikin û mile xwe yê siyasî û civakî pêş bixin û berpirsiyariya siyasî û civakî pêk bînin, wê demê dê politikaya tecrîdê bê wate bibe. Eger her ferdeke-î sosyalist, demokrat, aştîxwaz, azadîxwaz, ekolojîparêz, kedparêz û azadiya jinê diparêze, li gorî fikr û felsefeya Ocalan tev bigerin, wê demê dê ev felsefe li ser hemû axa Kurdistanê û cîhanê geş bibe.

Eger kesên fikr û felsefeya Rêber Ocalan diparêzin, vê fikrê jîndar bikin, wê demê dê dîlgirtina Rêber Ocalan a fîzîkî bêwate bikin. Eger em hemû heskirî û dostên Rêber Ocalan  ku ji dil ji fikr û felsefeya wî bawer dikin, em bi rastî û ji dil azadiya wî dixwazin, divê her yek ji me bibe hawariyek û fikr û felsefeya wî têxin meriyetê û belav bikin. Kengî her yekî ji me fikr û felsefeya Rêber Ocalan di xwe de jîndar kir û xist meriyetê demê em politikaya tecrîdê pûc û parçe dikin.

Nûçeyên Têkildar