Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tecrîd dê tu carî neyê qebûlkirin’

Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê rojbûna 73'yemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û daxwaza azadiya Ocalan kir

Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya başûrê Kurdistanê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamek pîrozbahiyê belav kir. Komîteyê destpêkê rojbûna Ocalan li pakrewanên azadiyê, şoreşger, azadîxwaz, gelê Kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir.

Peyama pîrozbahiyê wiha ye: “Rojbûna birêz Ocalan û têkoşîna azadîxwaz ya 50 salî, ji bo gelê Kurd bûye zayînek nû. Di van 50 salên têkoşînê de, 23 sale Rêber Apo di girtîgehê de bi berxwedan û têkoşînek mezin dijî aqilê qirker, rejîma faşîst ya Tirkiyeyê û ji bo çareseriya demokratîk, doza rewa ya gelê Kurd û bidestxistina aştî û jiyanek hevbeş ya gelan, têdikoşe. Jiyana bîrmendê azadîxwaza Rêber Ocalan, bûye beşek girîng ji dîrok, jiyan û paşerojê. Di nava vê têkoşînê de, berhemek fikrî û felsefeyek pêşkêşî gelê xwe, gelan û mirovahiyê kiriye. Zêdetirî 23 sale Rêber Ocalan dibin tecrîdek girankirî de ye, hertim bi berxwedanek bêhempa dijî rejîma AKP-MHP’ê derketiye. Ev rejîma faşîst bi awayê şerek taybet hewl dide bandora Rêber Ocalan li ser tevgera azadiyê, gelê Kurd û gelên din nehêle. Bi tecrîdê dixwaze vê yekê bike. Lê berevajiyê vê, roj bi roj bandora fikir û siyaseta Rêber Ocalan zêde dibe. Gelê Kurd û gelên azadîxwaz hîn zêdetir bi fikir û felseyeya Rêber Apo xwe perwerde û birêxistin dikin. Têkoşîna azadîxwaziyê bihêztir dikin.”

Komîteyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Wê tevgera azadî û gelê me li hemberî vê tecrîdê rabin, ti carî girtina Rêber Ocalan nepejirandine û napejirînin jî. Heya azadiya fizikî wê têkoşîn dewam bike, jiyan û tendirûsitya Rêber Ocalan xeta sore. Em rê nadin ti komployek bi serkeve. Bi dirûşmeya ‘Dema dema azadiya Rêber Apo ye’emê têkoşînê bigihînin asta herî jor.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar