Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Tecrîd gelan bênefes dihêle’

22’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li Amed, Mêrdîn, Riha, Çewlig û gelek bajar û navçeyan bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê salvegera 22’yemîn a derxistina Ocalan ji Sûriyeyê şermezar kir. Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên HDP’ê Tayîp Temel û parlamenterên HDP’ê, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkahteyên KCD’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Semta Ofîsê ya Amedê pêk hat. Polîsan girseyê dorpêç kir. Girseyê dirûşma ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ berz kirin. Wê girseyê daxuyanî li Kuçeya Hunerê ya Ofîsê li dar bixista. Lê polîsan destûr neda. Girse ji Kuçeya Hunerê heta Duryana Ofîsê meşiya û dirûşm berz kirin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz ewilî axivî û diyar kir ku 22 sal in komplo bi tecrîdê didome û tişta îro li çar parçeyên Kurdistanê diqewime berdewamiya komployê ye.

Piştî Aydenîz, Cîgirê Hevserokên HDP’ê Tayîp Temel anî ziman ku li Girava Îmraliyê gelê kurd û gelên din hatine tecrîdkirin.

Piştî axaftinan girseyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Komplo bi tecrîdê dewam dike

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, bi boneya rojê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên HDP’ê yê bajêr û navçeyan, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi wesîleya rojê hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka Navçeya Curnê Reş Newroz Karakeçîlî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “22 sal di ser plana navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (Roja Reş) re derbas bûn. Ev plana ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di şexsê Ocalan de, mudexaleyeke li dijî siberoja gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Ev plana ku berî her tiştî li dijî fikr û nêrînên Ocalan ên ji bo aştî, aramî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn hate pêkanîn, bandora xwe li ser gelek geşedanên îro jî kiriye û bûye sedema gelek pirsgirêkan.

Hêzên herêmî û navneteweyî ji bo ku mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin ev plan xistin meriyetê û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê re, ev plan hate destpêkirin. Bi vê plana navneteweyî xwestin ku gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn bînin pêşberî hevdu û bi vî awayî şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Lê Ocalan ev plana wan hêzan a ku dixwestin li deverê şerekî mezin û bi salan bidin destpêkirin ferq û fehm kir û li dijî wê plana qirêj û bi talûke seknek nîşan da û ew plan pûç kir. Ocalan li dijî vê plana ku dixwaze gelan bîne beramberî hev, rêya çareseriyê bi pêş xist û bi fikra Komara Demokratîk û pêkvejiyana gelan bersiveke dîrokî da vê planê.

Tecrîd êrîşek li dijî gelan e

Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît, piştî salan derbarê vê planê de gotibû ‘Min jî fehm nekir ku gelo Amerîkayê ji bo çi Ocalan radestî me kir.’ Ev beyana Ecevît nîşan dide ku ev plana radestkirina Ocalan li ser maseyan û ji aliyê hêzên nepenî ve hatiye amadekirin. Bi radestkirina Ocalan û bi vê pêvajoyê diyar bû ku di têkiliyên navdewletî de li şûna pîvanên dîplomatîk, reftarên komplogeriyê esas tê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî parçeyekî vê planê bû. Ocalan ev xetereya bi fehm û feraseta xwe pûç kir û rê li ber şerê navxweyî girt. Di bin şertên tecrîda girankirî de, her hewl da ku pêkvejiyana gelên kurd û tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne.

Ocalan hem li dijî vê planê û hem jî li dijî tecrîdê, fikr û nêrînên xwe li ser bingeha qebûlkirin û naskirina cudahiyan ava kir û her hewl da ku rê li ber şer bigire. Bi avakirina modela Neteweya Demokratîk ve xwest ku netewe, bawerî û çandên cuda bên naskirin. Lê dewletê bi tecrîd û tundiyê bersiv da vê modelê û banga Ocalan û loma jî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya îro xwe dispêre vê nêzikatiya dewletê. Nêzikatiya li Ocalan nêzikatiya li pirsgirêka kurd û nêzikatiya demokrasiyê nîşan dide.

Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrîşek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”

Mêrdîn

Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Mêrdînê li ber avahiya partiyê bi boneya salvegera komloyê daxuyanî da çapemeniyê. Wekîla HDP’ê û gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Bajêr Salîh Kûday, daxuyanî da û wiha got: “Bi tecrîdê, hewl didin gelên kurd û tirk bînin beramberî hev û şerekê navxweyî derbixin. Dixwazin herêmê bixin qada şer û pevçûnek mezin û dem dirêj. Ocalan ê li dijî plana van hêzan derdikeve, bi sekna xwe ya li Îmraliyê di hedefê de ye. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji vê dafikê derbikevin, pêwîstî bi komara demokratîk û jiyana hev beş heye. Ocalan jî her tim hewldana vê yekê daniye holê.”

Kûtay di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrîşek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û bîne beramberî hev; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”

Çewlig

Rêxistina HDP’ê ya Çewligê jî bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP’ê yê Çewligê Veysî Kaya, daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û ev roj şermezar kir.

Dûre li avahiya partiyê panela ‘Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de, tecrîd û komplo’ hat lidarxistin. Moderatora panelê Songul Barça kir. Endamê MYK’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tûnç û endamê PM’a HDP’ê Mûrat Aydin weke axaftinvan beşdarî panelê bûn. Tunç diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, dewama komploya navneteweyî ye. Tunç dest nîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû mirovahî kirin hedef û wiha got: “Ji bo vala derxistina vê komployê, divê gelê me yekitiya xwe ya nateweyî ava bike û têkoşîna xwe mezintir bike.”

Endamê Meclisa HDP’ê Mûrat Aydin jî bal kişand ser astengkirina parêzer û malbatê yên bi Ocalan re û wiha got: “bBi vê pêkanînê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Lazim e ku ev asteng û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar