Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Tecrîd li ser Abdullah Ocalan mînaka ji zextên ser kurdan e’

Parêzerê Endresen diyar kir ku şert û mercên ku Ocalan tê de ne beriya her tiştî li dijî qanûnê û wiha axivî: “Pirsa esasî ew e ku li hemberî tecrîdê divê em çi bikin. Şert û mercên ku Ocalan lê tê ragirtin, mînakek ji zexta li ser gelê kurd e."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ji 10’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di asta navneteweyî de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ tê lidarxistin. Hêrsa li dijî tecrîdê ya kesayetên ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, mezin dibe. Yek ji van parêzerê Norwêcî Bent Endresen e.

Parêzer Bent Endresen anî ziman ku salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd xebitî û gelek caran serdana Tirkiyeyê kir û got, “Haya min ji şert û mercên tecrîdê heye ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin. Şert û mercên ku tê de ye bi temamî rewşeke îllegal e. Di mijara tecrîdê de gelek tişt hene ku mirov dikare bibêje. Şert û mercên ku Ocalan tê de ne beriya her tiştî li dijî qanûnê ye û diviyabû beriya demeke dirêj bihata nirxandin.”

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen got, “Di mijara şert û mercên ragirtina Ocalan de pirsa esasî ew e ku divê çi bê kirin” û wiha dewam kir, “Ev pirs têkildarî hewldanên ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ye, çi li girtîgehên tîpa F, çi jî li girtîgehên tîpa S bêne ragirtin. Şert û mercên ku girtî tê de ne ti carî nayên qebûlkirin.”

Endresen wiha berdewam kir: “Civak û saziyên Ewropayê ji bo her kesên ku li Tirkiyeyê bi zehmetiyên siyasî re rû bi rû ne tişta pêwîst nakin. Pirsa esasî ew e ku Ewropa çima helwesteke bi vî rengî nîşan dide? Bi dîtina min em bi sedema wê zanin. Ji ber polîtîkayên penaberiyê bi ser Tirkiyeyê ve naçin. Di çarçoveya bazariyê de destûr ji kiryarên Tirkiyeyê re têne dayin.”

Parêzer Endresen anî ziman ku dema dawî gelek mirov li pêşberî pirsgirêkan hîn bi berpirsyarî tevdigerin, çalak bûne û got, “Li hemberî qirkirina li Xezeyê liv û tevgereke girîng a siyasî heye. Bi dîtina min ev yek tevgereke ku ji bo mirovên bindest têkoşîna edaletê wê dewam bike. Ez piştgiriyê didim girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û gelê kurd ku li Kurdistanê zext lê tê kirin. Kiryarên li ser Ocalan mînakek ji zexta li ser gelê kurd e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar