Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘ Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me ye’

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogullari di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û wiha got: “Greva birçîbûnê hatiye asta krîtîk. Divê rayedarên dewletê demek berî demekê gavan bavêjin. Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me ye.”

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 157’emîn de didome.  Çalakiya girtiyên girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 16’ê kanûnê de dest pê kirin di roja 119’emîn de didome. Piştî 1’ê adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 44’emîn de didome. Xizmên girtiyan, parlamenter û rêveberên HDP’ê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan di saetên serê sibê de Girtîgeh dorpêç kir û destûr neda kes nêzî girtîgehê bibin. Malbatên rastî astengiya polîsan hatin, meşiyan ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê jî dorpêç kir û destûr nedan ku rêveber û parlementerên HDP’ê ji avahiya HDP’ê bimeşin Girtîgehê. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ku rastî astengiya polîsan hatin li ber deriyê avahiya HDP’ê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Rojnameger jî asten kirin

Endam û rêveberên HDP’ê ku li gel parlamenteran li ber avahiya HDP’ê çalakiya rûniştinê pêk anîn bê navber dirûşme berz kirin. Rojnamegerên ku xwestin çalakiyê bişopînin û dîmenan bikişînin rastî astengiya polîsan hatin. Dema rojnamegeran xwestin dîmenan bikişînin û polîsan xebatkarên çapemeniyê asteng kirin; di navbera polîs û xebatkarên çapemeniyê de rageşî derket. Jinên ku di vê kêliyê de xwestin bên avahiya HDP’ê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi TOMA mudaxale kir û piştî nîqaşan malbat ketin avahiya HDP’ê.

Piştî polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û destûr nedan kes ji avahiya HDP’ê derkevin, Rêveber û Parlamenterên HDP’ê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari û Îmam Taşçier û malbatnên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Li vir Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari daxuyanî da û wiha got: “Niha tişta tê kirin faşîzma reş e. Partiya me bi her awayî di bin dorpêça polîsan de ye. Hemû kolan û rêyên tên partiya me hatine girtin. Çalakiya greva birçîbûnê di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 157 rojin di grevê de ye didome. Ji bo em bibin dengê wan em li vir daxuyaniyê didin. Êdî mirov jiyana xwe ji dest didin. Em wekî nûnerên gel nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Birêz Ocalan 4 salin di bin tecrîda mutlaq de ye. Ne gelê me û ne jî girtî vê tecrîdê qebûl nakin. Piştî hilbijartinê em bi hevî bûn her tişt asayî bibe. Lê zext bêtir bûn. Em careke din bang li rayedarên dewletê dikin. Demek berî demekê gavên erênî bavêjin. Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me nîşan dide. Bi çavê dijmin li gelê me dinerin. Divê êdî dawî li van polîtikayan bînin. Divê gelê me, gelê Tirkiye û navneteweyî jî rola xwe bilîzin. Nêzîkatiya komkujiyê heye. Kes nikare nêzî partiya me bibin. Ji ber ku her dem partiya me di bin dorpêçê de ye. Ev ne asayî ye. Ev raste rast dagirekrî û faşîzm e. Divê demek berî demekê gavên çareseriyê bavêjin û tecrîdê bi dawî bikin. Ger ku kengî tecrîd bi dawî bû wê her tişt asayî bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar