Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Tecrîd qetilkirina hiqûqê ye’

Çîftyurek diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê dewam bike wê çareserî pêk neyê û wiha got: "Divê Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Aliyên hiqûqî, siyasî û mirovî yên tecrîdê hene. Tecrîd qetilkirina hiqûqê ye."

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îşkenceya li girtîgehan ji ANF’ê re nirxand.

Çîftyurek 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li gelan hemûyan pîroz kir û got, “Ji bo gelê Kurdistanê ku 150 sal in bi hesreta aştî û aramiyê ye û nekarî xwe ji şer rizgar bike, 1’ê Îlonê bila bibe sala aştiyê.”

Çîftyurek têkildarî girtiyên nexweş ê 70 salî Şakîr Tûran ê hate qetilkirin, diyar kir ku bi rengekî bêhiqûqî û bêberpirsyarî jiyana xwe ji dest da û got: “Piştî ku Tûran jiyana xwe ji dest da, dema ku cenazeyê wî dianîn gundê wî li pêşiya bajarê Amedê bi saetan cenaze hate rawestandin. Îşkence li mirî jî hate kirin. Mijarên bi vî rengî di rojeva me de ne û di pêvajoya bê de wê rojeva çalakiyên me bin.”

Tecrîd di nava tecrîdê de tê ferzkirin’

Çîftyurek got: “Bû 4 sal ku destûr nayê dayin Birêz Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Girtîgeha Îmraliyê ji xwe bi tena serê xwe tecrîd e û salên dûr û dirêj e ku tecrîd di nava tecrîdê de tê ferzkirin” û wiha dewam kir: “Li gorî hiqûqê, mîna her hikumxwar û girtî divê Abdullah Ocalan jî karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Hikumet qanûnên xwe binpê dike. Bi rêza tecrîdkirina Abdullah Ocalan tengavkirina civakê bi kêrî kesî nayê, bi gelên me dide windakirin. Em bang li hikumetê dikin ku dawî li vê siyasetê bîne. Aliyên hiqûqî, siyasî û mirovî yên tecrîdê hene. Tecrîd qetilkirina hiqûqê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji xwe 24 sal in girtî ye û astengkirina hevdîtina bi malbata wî re ne însanî ye. Divê astengiyên li pêşiya mafekî mirovî bê rakirin. Ji aliyê siyasî ve Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Aktorekî siyasî ye ku li Tirkiye û cihanê bi milyonan mirov fikirê wî diecibînin, dişopînin û şîrove dikin.”

‘Bi rakirina tecrîdê dawî li xitimandina siyasetê dikare bê anîn’

Çîftyurek herî dawî anî ziman ku çû girtîgeha Edîrneyê, bi Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli re hevdîtin kir û got: “Di wê hevdîtinê de herduyan jî anîn ziman ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Gotin, bi rakirina tecrîdê dawî li xitimandina siyasetê dikare bê anîn. Ji bo ev siyaseta şer bi dawî bibe û rêya aştiyê vebe divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn. Divê karibe bi rengekî rojane fikir û pêşniyarên xwe bi gel û partiya xwe re parve bike. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê bê bidawîkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li ser Birêz Abdullah Ocalan spekulasyonek hate afirandin û nameyek hate anîn. Bi gotina ‘Abdullah Ocalan vê dibêje, filan tiştî dibêje’ spekulasyon tê kirin. Niha jî li gorî ku me bihîstine, spekulasyoneke bi heman rengî tê plankirin. Halbûkî li şûna ku vê bike em bang li hikumetê dikin; Bila tecrîdê yekser bi dawî bike, pêşî veke ku Abdullah Ocalan karibe fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Ev yek wê bêhnê bîne ber Tirkiyeyê, wê bi Tirkiyeyê bide qezençkirin. Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê em bang li hikumetê dikin ku tecrîdê bi dawî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar