Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tecrîd: Qirkirina kurd, dagirkirina Kurdistanê ye!

Şerekî bi navê Şerê Cihanê Yekemîn qewimî. Piştî wî şerî dewletên serwer yên ku dixwestin pergala xwe ya ku dewletê xwe re berjewendî û dewlemendî bîne, bi vî armancî hem di milê fîzîkî hem jî di milê zîhnî de ji bo ku cihanê bi rê ve bibin kombûyîn û di encama kombûyînan de jî hevpeymanan îmze kirin. Yek ji van peymanan jî ya Lozanê ye. Di encam de girîngiya Lozanê, qirkirina kurd pejirandin, dayîna domandin û parçe kirina Kurdistanê ye. Helbet li hember vî peymanê Kurdistanê di pêşengtiya Şêx Seîd, Seyît Riza, îhsan Nûrî Paşa û gelek kesên din ên qedir bilind lê hemû raperîn bi tundî hat tepisandin. Lozan di her milê xwe de ji bo kurd tunebe û Kurdistan were dagirkirin pratîk hatin kirin.

Li hember van di sala 1973’an de derketina Rêber Apo pêşket. Rêber Apo, di bingeh de li hember qirkirina kurd û dagirkirina Kurdistanê derket rê. Dest bi têkoşîn û berxwedana xwe ya ku 50 salan didome, kir. Di esasê xwe de li hember Lozanê dest bi raperînek ku wê êdî bi dawî nebe da destpêkirin û pêşengtiya wî her çiqas di tecrîdê de ye jî dike. Niha Lozan dixwest çi bike? Kurdan qir bike, Kurdistanê dagir bike. Rêber Apo dixwest çi bike? Qirkirina kurdan bide rawestandin, karibe jiyanek nû ji kurdan re ava bike, Kurdistanê ji dagirkeriyê xilas bike û di welatê azad de kurdê azad ava bike.

Dewletê serwer û pergala kapîtalîst modernîte, Rêber Apo ji xwe talûkeyek esasî dît. Pêngavê xwe di serî de her pêş xist. Destpêk heval Heqî ku wek tirkek bi Rêber Apo re hevaltî dikir, şehîd xistin, piştre êrîşên kadroyên azadiyê kirin û pêngava herî mezin û bingehîn darbeya leşkerî pêş xistin. Lê Berxwedana Dîrokî ya Zindana Amedê pêşket. Rêber Apo wek tarz li hember hemû pêngavên êrîşan pêngavên berxwedanê pêş xist.

Di 15’ê Sibata 1999’an de komploya navneteweyî pêş xistin ku karibin Rêber Apo ji civakê, ji Tevgera Azadiyê û ji jiyanê qut bikin. Bersiva Rêber Apo, bi parêznameyên xwe yên ku wek alternatîfa jiyana nû demokratîk modernîte pêşkeşî gelê kurd û gelê bindest kir. Ev di dewletên serwer, pergala kapîtalîst modernîte û komara tirk de tirsek da ava kirin. Ji ber vê yekê tecrîd pêş xistin. Li ser vî esasî tecrîd ji bo ku qirkirina kurd û dagirkirina Kurdistanê were temam kirin hat pêş xistin. Çunki li hember hemû kiryarên wan ên qirêj bi pêşengtiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan tevî li Îmraliyê girtiye jî tê domandin. Divê tecrîd wisa ji rêzê neyê dest girtin. Niha tecrîd di mala, di jiyana her kesî/ê kurd, demokrat, wekhevxwaz, sosyalîst de ye. Li hember tecrîdê sekinandin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn pêwîst e.

Nûçeyên Têkildar