Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyek demokratîk e’

Endamên Hizba Komûnîst a Kurdistanê û çalakvanên li îdareya Soran ragihandin ku bi tecrîdkirina Rêber Ocalan, gelê kurd teslîmî îradeya zilm û zordariya dewleta tirk nabe, her ku diçe têkoşîna ji bo maf û azadiya gelê xwe mezintir dikin û gotin: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan, sedema mezinkirina têkoşîna gelê kurd e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Nêzî 2 salane tecrîdek girankirî li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin û hevdîtinên li gel malbat, rêveberên kurdan û parêzeran tên astengkirin ku nahêlin serdan bikin.

Ev yek jî li pey xwe gumanên hemû beşên civakê û gelê kurd aniye. Ji bo hevdîtina li gel Rêber Ocalan zext tê kirin û çalakiyên cur be cur li her çar aliyên cîhanê tên meşandin.

Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah de endamên Hizba Komunîst a Kurdistanê yên Rewandizê û çalakvanên îdareya Soran ji Rojnews’ê re axivîn.

Berpirsê Hizba Komunîst a Kurdistanê yê Rewandizê Hawrê Rizgar di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku bê guman girtina Rêber Ocalan û xistina gîrtîgehê ji bo bêdengkirina dengê azadiyê bû, ji ber ku ew serok û xebatkarek mezin yê kurd e û ji bo azadiya gelê kurd û gelên din xebat dike.

Hawrê Rizgar got: “Hewlên Rêber Ocalan ji bo azadkirina Kurdistan û gelên cîhanê li pêşiya siyaseta dewletan bûye asteng.  Li beramberî wê dewleta tirk dixwaze bi tecrîdkirina Rêber Ocalan hegemonî û siyaseta xwe ya çewt û faşîstane bide qebûlkirin. Gelê kurd bi girtin û tecrîdkirina tu serokên xwe, dest ji maf û xwestekên xwe naberde. Bê guman Rêber Ocalan wek rêberekî dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd û gelên Rojhilata Navîn de rol bileyîze.”

Hawrê Rizgar herî dawî diyar kir ku giringe dewleta tirk fêm bike ku pêwîste Rêber Ocalan bi xwe raste rast pêşengtiya civîn û danustandinên li ser pirsgirêka kurd û gelê Tirkiyê bike.

Çalakvanê siyasî yê îdareya Soran Îsmaîl Ehmed jî li ser heman mijarê re axivî û got: “Du encamên cuda yên tecrîda li ser Rêber Ocalan hene. Li aliyekê dibe sedem ku civaka kurd a li bakurê Kurdistanê teşwîqî cezakirina desthilatê bike, bi taybet di hilbijartina ku di mehên pêş de werin kirin de. Li aliyê din jî dibe sedem ku ji bo cezakirina dewleta tirk ya faşîst gelê kurd şoreşgertir bibe.”

Îsmaîl Ehmed di dewama axaftina xwe de qala bandora azadiya Rêber Ocalan kir û wiha domand: “Azadbûna Rêber Ocalan bandora xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê û yekîtiya gelê kurd heye. Bi azadkirina rêzên kurdan yekitiya netewî wê bi hêztir bibe. Şikandina tecrîdê wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyek demokratîk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar