Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Tecrîd tê wateya çaresernekirina pirsgirêka kurd

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: " Tecrîd tê wateya neçareserkirina meseleya kurd. Ev tecrîd ji her alî ve her kesî eleqedar dike. Divê were zanîn ku bêhiqûqiya li Îmraliyê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike, li seranserê Tirkiyeyê belav dibe."

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo qirkirina ser gelê kurd bi encam bike çi ji destên wê tê dike. Hewl dide vê yekê bi tecrîda Îmraliyê biencam bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. 30 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî xwe bêdeng dike. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez têkildarî tecrîdê de diyar kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê li seranserê Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: “Ji ber ku di hiqûqê de tiştekî bi navê ‘rewşa îstîsnayî’ nîne. Qanûnên ku li dijî Abdullah Ocalan hatin amadekirin îro li Tirkiyeyê bûne pirsgirêkeke mezin.”

Îbrahîm Bîlmez ragihand ku komploya di sala 1999’an de pêk hat, niha li Îmraliyê bi rengê tecrîdê dewam dike. Bîlmez anî ziman ku sîstema di 15’ê Sibata 1999’an de hate amadekirin sîstemeke ji bo vê bû û domand: “Birêz Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya ku tawîzê ji aştiyê nade, bi israra xwe ya li ser çareseriya demokratîk ew sîstem pûç kir. Ya rast sîstema tecrîdê jî pûç kir. Ya heyî ji tecrîdê jî wêdetir e. Ev 2 sal û nîve em nikarin bi tu awayî agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigirin. Li cîhanê mînakeke vê rewşê nîne. Li tu welatekî cîhanê girtîgehek nîne ku parêzer û malbat nikarin 2 sal û nîv  naçin. Cîhan tev vê yekê ji nedîtî ve tê û bêdeng dimîne.”

Bi tecrîdê re hewldanên ji bo aştiyê tê cezakirin

Derbarê hevdîtinên ku berê hatibû kirin de Bîlmez ev agahî dan: “Dema ku cara destpêkê çûm Îmraliyê, dema ku hevdîtinên parêzeran bi kêmanî jî dihatin kirin, gava ku min Birêz Abdullah Ocalan dît û jê veqetiyam, hesta min a hingî bi vî rengî bû: Hesteke bi tenê ya mezin. Yanî Abdullah Ocalan mîna ji ber wan hewldanên xwe yên aştiyê dihate cezakirin. Ya ku em jê re dibêjin tecrîd, ev bû. Tenêbûna li wê derê, bêdengî, hemû rêbazeke cezakirinê bû. Rêbazek li dijî îradeya Birêz Abdullah Ocalan bû. Difikirîm ku ji bo mirov di nava wan şert û mercan de îdare bike pêwîstî bi îradeyeke mezin heye. Min bi xwe dît bê ew di nava şert û mercên çiqasî giran de li ber xwe dide. Ji bo pêkanîna vê jî pêwîstî bi îradeyeke gelekî xurt, baweriyeke ji dil heye. Birêz Abdullah Ocalan bi saya vê îradeya xwe ya xurt li ber wan şert û mercan li ber xwe da, hîn jî i ber xwe dide, têkoşîna xwe dewam dike û hewl dide encamê bi dest bixe. Hêzên ku di pêvajoya komployê de rola xwe hebûn nasekinin, hîn jî hewl didin rola xwe bi cih bînin. Sedema vê bêdengiya îro jî ev e. Pêvajoya komployê bi tecrîdê dewam dike. Tecrîda niha, rewşa wernegirtina agahiyê vê yekê nîşan dide. Ev hêz, dewlet hîn jî naxwazin ku meseleya Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin, dixwazin pêvajoya şer dewam bike. Naxwe ev welat wê li ber tecrîdkirina Abdullah Ocalan rabûna. Mîna ku Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de anî ziman, bêçareserîhiştina meseleya kurd herî zêde bi gelan dide windakirin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîd pirsgirêka her kesên li Tirkiyeyê ye.”

Tecrîd her kesî eleqedar dike

Bîlmez destnîşan kir ku sedema esasî ya rewşa nebaş a aboriya Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd û tecrîdê ye û wiha pêde çû “Tecrîd tê wateya çaresernekirina meseleya kurd. Ji ber vê yekê her kesên li Tirkiyeyê divê hem ji aliyê mirovî, hem wijdanî hem exlaqî hem jî hiqûqî li ber tecrîdê rabin û têkevin nava liv û tevgerê. Ev tecrîd ji her alî ve her kesî eleqedar dike. Bêhiqûqiya li Îmraliyê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike, li seranserê Tirkiyeyê belav dibe. Ji ber ku di hiqûqê de tiştekî bi navê ‘rewşa îstîsna’ nîne. Qanûnên ku li dijî Abdullah Ocalan hatin amadekirin veguherîne pirsgirêkeke mezin a Tirkiyeyê. Tirkiye di vê mijarê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye mehkûmkirin. Lewma divê her kes nerazîbûna demokratîk nîşan bide. Tirkiye weke dewletekê divê fêhm bike ku neçareserkirina vê pirsgirêkê bi kêrî hêzên derve tê. Divê Tirkiye bangên Birêz Abdullah Ocalan ên berî û piştî pêvajoya Îmraliyê gelek carna kir, cidî bibîne. Abdullah Ocalan digot, em meseleya Kurd di nava xwe de çareser bikin, hêzên navneteweyî tevlî nekin. Ji ber vê yekê divê dewlet tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne. Divê tecrîdê bi dawî bike. Çareseriya meseleya Kurd bi rengê aştiyane wê bi gelan hemûyan bide qezençkirin. Lewma bang li her kesî dikim ku bala xwe li ser mijarê be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar