Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tecrîda li Îmrali û li ser civakê girêdayî hev in’

HDK'ê encamnameya civîna xwe aşkera kir û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û tecrîda civakê ji hev cuda nayê fikirîn û bi hevre girêdayî ne

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 6’ê kanûnê de 7’emîn civîna Meclisa Giştî ya Serdema 10’emîn pêk anî. HDK’ê piştî civîn pêk anî, encamnameya civînê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. HDK’ê di civînê de bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên nava Tirkiyeyê.

HDK’ê di encamnameyê de Hevberdevkê HDK’ê yê girtî Sedat Şenoglu, Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û hemû siyasetmedarên ku li dijî tecrîdê ketine grevê silav kir û wiha got: “Di serî de li dijî HDP, KCD, HDK’ê û gelek rêxistinên demokratîk û şoreşger bênavber êrîş didomin. Di vê pêvajoyê de me ev civîna xwe pêk anî. Di civînê de rewşa siyasî hat nirxandin û gavên ku HDK bavêje hat nirxandin.”

HDK’ê di encamnameyê de anî ziman ku Nacî Agbal bi awayekî bêdeng tayînî Bankaya Navendî kirin û Wezîrê Maliyê Berat Albayrak ji nişka ve îstîfa kir û  wiha domand: “Bi îstîfaya Albayrak pir aşkera perçebûna îktîdarê aşkera bû. Dîsa bi vê yekê re serokomar û berdevkê serokomar berê xwe dan Yekitiya Ewropayê. Li aliyê din serokê mafyayê gef li Kiliçdaroglu xwarin û Bahçelî li kursiya meclisê aşkera serokê mafyayê parast. Ev nîşan dide ku îktîdar pir tengav bûye. Îktîdar ji bo ser vê qeyrana siyasî pîne bike bi gotinên reformê rojevê diguherîne. Lê êdî bi gotina reformê jî nikare rê li pêş perçebûnê bigire.

Wekî tê zanîn ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin, her tim li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin. Çalakiya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin îro di roja 12’yemîn de berdewam dike. Rewşa Tirkiye û tecrîda li ser civakê ji hev cuda nayê fikirîn. Em wekî HDK’ê dê her tim dengê çalakgerên greva birçîbûnê bilind bikin. Ji bo daxwazên wan bên bersivandin em ê têbikoşin.”

Peymana Şengalê nayê qebûlkirin

HDK’ê destnîşan kir ku di 9’ê Cotmehê de Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û û Hikûmeta Iraqê bi piştgiriya DYA û Tirkiyeyê Peymana Şengalê îmze kirin û wiha cih da encamnameyê: “Gavên ku vîna gelê Şengalê tune dihesibîne û gavên ku yekitiya neteweya kurd diavêje talûkeyê nayê qebûlkirin. Peymana ku vîna civaka êzidî tune dihesibîne nayê qebûlkirin. Em wekî HDK’ê peymana ku vîna Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê vîna civaka êzidî qebûl nake, qebûl nakin.

Dîsa şewba vîrûsa Covid-19 salek e didome. Êdî bi qedexeyan dixwazin şewbê kontrol bikin. Bi vê yekê betalî û binpêkirina mafan qat bi qat zêde dibe. Tundî, astengî û binpêkirina mafan zêde dibe. Hemû barê şewbê diavêjin ser gel. Em wekî HDK’ê diyar dikin ku dewlet bi amûra şewba Covît-19 dixwaze civakê kontrol bike. Divê derziya vîrûsa corona bê pere belav bikin. Divê butçeyê ne ji bo şer, ji bo tenduristiya gel veqetînin. Dîsa di vê pêvajoya şewbê de talankirina ekolojîk didome. Îktîdar di vê pêvajoya şewbê de rê li pêş şirketan vedike ku bi hêsanî talan û wêran bikin. Rêyên bê sînor li pêş şîrketên maden û enerjiyê vedike. Gundiyên Karaagaçê li dijî HES’an li ser Rûbarê Gumuşê hatiye destpêkirin li ber xwe didin. Li çiyayên Kaz kesên li ber xwe didin cezayê pereyan li wan tê birîn.

Em ê wekî HDK’ê li dijî van binpêkirina mafan û van êrîşan gavan paşve navêjin. Em ê bi awayekî bi biryar û bi dîsîplîn, li tax, qad û li kolanan rêxistina xwe bêtir xurt û mezin bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar