Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tecrîda li Îmraliyê bi hevkariya hêzên navneteweyî tê domandin’

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Muharrem Şahîn diyar kir ku mînakeke tecrîda li Îmraliyê, di cîhanê de nehatiye dîtin û pêkanînên li wir di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de nîne. Şahîn bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê bi hevkariya hêzên navdewletî tê meşandin û got; ‘Ocalan dema di axive, di nava civakê de aramî çê dibe. Yên dixwazin bi aloziyan welat birêvebibin, di tecrîdê de israr dikin.’

Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayên çêkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Muharrem Şahîn têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Muharrem Şahîn da zanîn ku li gorî qanûnên heyî aşkera ye ku hikûmxwar û girtî divê di nava kîjan şert û mercan de hevdîtinê pêk bînin û wiha dom kir: “Ev tiştekî ku ji keyfiyet û şîroveyan re bê hiştin nîne. Di hiqûqê de ev zelal in, sînor û çarçoveya wan hatiye diyarkirin. Mirov çi hikûmxwar çi girtî bin, di kîjan şert û mercan de xwedî mafên hevdîtinan e, dê bi kê re hevdîtinan pêk bînin, bi awayekî zelal hatine diyarkirin. Lewra em wisa difikirin û dibînin ku li vir a heyî bi temamî encameke li gorî guhertinên polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya konjektura siyasî ya navneteweyî ye.”

‘Mînakên tecrîda li Îmraliyê nînin’

Şahîn destnîşan kir ku salên dirêj e Ocalan tecrîdkirî ye û wiha pê de çû: “Ev tecrîd heta îro jî pir giran ku mînakên wê nînin, didome. Bi tena xwe li giravekê hat hiştin, li dû nîqaşên zêde hinek girtiyên din birin wir. Hinek ji wan paşde birin, hinek jî niha li cem in. Ji dema ew anîne jî bi malbatê re hevdîtin pir bi sînor kirin. Mafên ji bo kesên sêyemîn nehatin cih. Mafê xwe yê telefonê nikare pêk bîne. Ji amûrên ragihandinê yên weke televîzyon, radyo û rojnameyan zêde nikarî sûd bigire. Salên dirêj radyoyeke wî ya yek kanal, timî xera dibû û nedikişand hebû. Rojname jî hefteyê carekê didanê. Ew jî bi rêkûpêk nedidan. Dema didanê jî beşên ji nûçeyan dihat qutkirin.”

‘Di dema hevdîtinan de jî tecrîd didomiya’

Di berdewamê de jî Şahîn bi lêv kir ku tecrîda li ser Ocalan, di dema hevdîtinên bi parêzer û malbatê re jî didomiya û wiha derbirî: “Hem li cihekî pir dûrî malbatê ye hem jî hevdîtina bi parêzeran re ya diviyabû hefteyê carekê be jî bi rêkûpêk çênedibûn. Ev pirsgirêk nehatin çareserkirin. Her wiha ji tîrmeha 2011’an ve bi salan nehiştin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Herî dawî di encama grevên birçîbûnê de çend hevdîtin pêk hatin. Paşê ew hevdîtin careke din hatin qutkirin.”

‘Pêşniyarên Ocalan civakê aram dike’

Şahîn da xuyakirin ku gava bi Ocalan re hevdîtin pêk tê û Ocalan dipeyîve, civak aram dibe û wiha berdewam kir: “Nêzikatî û pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê, bi xwe re rehetiyek di anî. Li Tirkiyeyê girtîgeha herî zêde ewlekariya wê heye, Girtîgeha Îmraliyê ye. Mînakeke mîna pêkanînên li Îmraliyê heta niha li cîhanê nehatiye dîtin. Her wiha di hiqûqa navneteweyî û navxweyî de tiştekî wiha nîne. Mînak, ser cihê hewadarkirinê bi têlan hatiye girtin. Bifikirin hûn diçin cihê hewadariyê lê hûn asîman û rojê nabînin. Berê rojê saetekê derdiket cihê hewadariyê û car bi car dikariya bi kar bîne. Ji ber pencere pir bilind bûn, hewa nedihat hundir. Hinek tişt datanîn ser cihê razanê û wisa dihat xwestin ku pencere bê vekirin. Piştre hewl dan van mijaran çareser bikin. Mînak, ji bo hewa bê hundir di derî de kun hatin vekirin. Dibe ku ev weke tiştên biçûk bên dîtin lê belê ev tişt, tiştên jiyanî ne. Qanûn û hiqûq ji bo her kesî ne. Mirov neçar e, li gor wan tevbigere.”

‘Pêşdîtinên Ocalan pêk hat’

Bi domdarî jî Şahîn bal kişand ser pirsgirêka kurd û ev nirxandin kir: “Ev salên dirêje ku pirsgirêka kurd didome. An jî mirov dikare bibêje pirsgirêka demokrasiyê. Birêz Ocalan her tim ji civak, dewlet û siyasetmedaran re di got; ‘Hûn min fêm nakin.’ Ji kesên ku gotinên wî rexne dikirin re jî di got; ‘Hûn dikarin rexne bikin lê hûn min fêm nakin. Dê encama vê karesat be, xerab be.’ Me şahidiya vê kir. Tiştên têkildarî Iraqê digotin, ên der barê Sûriyeyê de di gotin, pêk hatin. Ya ku dixwest bibêje wiha bû; ‘Ger em demokrasiyê pêk neyînin, dê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê bike.’ Lê şer dest pê kiriye. Ji tiştên me di pirtûkên dîrokê de di xwend pir zêdetir, em di weşanên zindî de dibînin. Çi hêzên derve û çi jî ji yên navxweyî di gotin; ‘Belê bila neaxive, bila li welêt kaosek hebe, bila mirov li welat bikevin nava tengasiyekê.’ Hinek caran desthilatdarî ji bo domandina hukmê xwe vê tengasiyê bi kar tînin. Ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, naxwazin welat rehet bîbe. Ji bo vê jî naxwazin birêz Ocalan bi axive da ku di nava kaosê de rewşa heyî bidomînin.”

‘Tecrîd bi hevkariya hêzên navdewletî didome’

Herî dawî jî Şahîn ev tişt anî ziman: “Li gorî min ev tecrîd tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî nîne. Di girtina Ocalan de çawa para hêz û rêxistinên din heye, di domandina tecrîdê de jî koalîsyon an jî fikreke hevpar heye. Helbet tarzê xebatê yê CPT heta rewşa tecrîdê pêk nehat zêde di rojeva Tirkiyeyê de nebû. Şert û mercên wê yên xebatê, tespîtkirina pirsgirêkan, piştî wê ji welatê têkildar re ragihandin û daxwazkirina çareserkirina wan e. Dema ev neyên bicihanîn, wan pirsgirêkan bi raya giştî re parve dikin. Ji lewra CPT piştî zexta raya giştî çend caran çû Îmraliyê û pirsgirêk tespît kirin. Li gorî rapora CPT’yê, di pêvajoya çareseriyê de televîzyonek dane birêz Ocalan. Lê niha di çi merheleyê de ye em nizanin. Îhtîmal heye ku jê stendibin an jî herî kêm haya me jê nîne. Dîsa ji ber hevdîtinên parêzeran û malbatan çênabin, tê dîtin ku CPT jî wer zêde zextê çênake. Ne ku nikare neke, dikare bike bêje; ‘Em alî ne, em di bicihanîna wê de berpirsiyar in, em aliyekî peymana navneteweyî ne.’ Lewra divê zext lê kirin. Lewma em dibêjin ev hemû bi hevdu ve girêdayî ne. Di qada navneteweyî de berjewendî esas in. Her kes li gor berjewendiyên xwe polîtîka û siyasetekê pêş dixe. Ger ev hevdîtin sûdekê nede wan, nakin. Lewma ev tecrîd bi hev re girêdayî ye. Ango divê mirov wisa nefikire ku kesek rûnişt, biryara wê da û dê wer dewam bike. Wisa nîne. Gelek aliyên wê hene. Ji ber ev pirsgirêk gelek welat û dewletan eleqedar dike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar