Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tecrîda li Îmraliyê li Rojhilata Navîn belav bûye’

Şandeya KCD'ê li navçeya Elkê ya Şirnexê bi gel re civîn pêk anî. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di civînê de axivî. Ozturk di axaftina xwe de bal kişand tecrîda ser Ocalan û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li Rojhilata Navên belav bûye

Şandeya ji hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin’ li herêma Botanê civîn û serdanên xwe didomînin. Şandeya KCD’ê li avahiya HDP’ê ya navçeya Elkê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Herdu hevserokên KCD’ê, parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêvebirên HDP’ê yên navçeyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku dewlet bi her awayî êrîşî gelê kurd dike, li dijî van êrîşan tişta herî pêwîst yekitiya gelê kurd e.

Bi awayeke aşkera êrîşan pêk tînin

Ozturk anî ziman ku dewletê her beşên civaka kurd dorpêç kiriye û wiha got: “Îro dewlet êrîşên li ser gelê kurd bi awayeke aşkera pêk tîne. Di dîrokê de mînaka van êrîşan nehatiye dîtin. Di berê de gelê kurd bi îşkenceyê qetil dikir lê niha bi îşkenceyê û birçîbûnê terbiye dike. Ji bo tunekirina gelê kurd plansaziyek amadekiribûn. Ev plansazî jî plana hilweşandinê bû. Bi vê planê dixwestin gelê kurd tasfiye bikin û bê îrade bihêlin. Vê konsepta şer xistin mêriyetê. Niha êrîşî ser başûrê Kurdistanê dikin. Weke sedemê van êrîşan jî hebûna PKK’ê nîşan didin û xaka Başûr gav bi gav dagir dikin. Lê em sedemê vê dagirkirinê ji Efrînê, Serekaniyê dizanin. Li dijî Rojava polîtîkayeke qirêj amade kirine. Bi van êrîşan dixwazin destkeftiyên ku bi berdelên giran hatine bidestxistin tune bikin. Hemû polîtîkayên wan li ser dijminahiya gelê kurd e.”

‘Ev êrîş ne tenê li dijî gele kurd e’

Di axaftina xwe de Ozturk bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji 2015’an vir de di bin tecrîdek giran de ye. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e. Tecrît di şexsê birêz Ocalan de li ser Rojhilata Navîn pêk tê. Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de bi fikrê xwe û sekna xwe ji gelê Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir, li ser gelê kurd berdewam kir û niha li Rojhilata Navîn belav bûye. Tu kes nikare ji hikûmetê re fikrê xwe bîne ziman. Kesên ku bi awayeke azad fikrê xwe tîne ziman an tê binçavkirin, an jî tê girtin. Gelê Tirkiyeyê jî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê jî kengê tecrîd giran bû, ev plana têkbirinê gav bi gav pêk anîn. Bi vê plana têkbirinê xwestin ku sazî û dezgehên kurdan tasfiye bikin. Lê belê ew têk çûn lê em li şûna xwe ne. Her beşên civaka me dorpêç kirine û dixwazin me xilas bikin. Lê ew hatine asta tunebûnê. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê kurd e, li dijî hemû ol û baweriyan e. Pêwîst e ne tenê gelê kurd, gelên Tirkiyeyê hemû li dijî vê faşîzmê li ber xwe bide û divê em bi rê û rêbazên demokrasiyê li dijî vê faşîzmê têbikoşin.”

‘Gelê kurd ji mirovahiyê re bû hêvî’

Pişt re parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û wiha got: “Rast e bi gelek aliyan ve li ser me êrîş hene lê li dijî vê tenê çareserî berxwedan e. Îro hemû civaka Tirkiyeyê teslîm girtine û dorpêç kirine. Hemû sazî dezgehên çapemeniyê di xizmeta vê hişmendiya nijadperest de ne. Yên ku li kolanan, zindanan, bajaran li ber xwe dide gelê kurd e. Gelê kurd di vê sedsalê de ji hemû mirovahiyê re bû hêvî. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Piştî axaftinan şande li navçeyê serdana dikandar û malbatan kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar