Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Tecrîda li Îmraliyê li tevahî girtîgehan belav bûye’

Ozaraz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin derveyî peymanên netewî û navneteweyî ye. Ev tecrîd, îşence û muameleya xerab îro li tevahî girtîgehan belav bûye.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz zext û îşkenceya li ser girtiyan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 29 meh in agahî jê nayê girtin nirxandin kir.

Sînan Ozaraz

‘Tecrîd binpêkirina mafan a sîstematîk e’ 

Sînan Ozaraz anî ziman ku divê li girtîgehan rêgezên hiqûqê yên gerdûnî werin sepandin û wiha got: “Gelek maf hene wekî nebûna îşkence û muameleya xerab, gihandina mafê tenduristiyê, ragihandin, raman û nehiştina tecrîdê. Dema em li girtîgehên Tirkiyeyê dinêrin gelek ji van mafan tên binpêkirin. Ev rewş dibe binpêkirina mafan a sîstematîk.”

Ozaraz da zanîn ku Baroya Wanê li ser serlêdanên girtiyan û malbatên wan li girtîgehan hevdîtinan pêk tîne û got ku di encama van hevdîtinan de rapor hatine amade dike.

ATK raporên nerast amade dike

Ozaraz destnîşan kir ku îşkence û muameleya xerab di peymanên netewî û navneteweyî de hatine qedexekirin û wiha domand: “Înfazên li girtîgehan divê li gorî van rêgezên bingehîn be. Lê dema em li raporên xwe dinêrin hatiye tespîtkirin ku ev maf tên binpêkirin. Di warê xwegihandina xizmeta tendurstiyê de gelek pirsgirêk hene. Ji bo tenduristiyê çi serlêdanan dikin jî bersiva wan nayê dayîn. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi muameleyên dijmirovî re rûbirû dimînin. Nava devê wan tê lêgerînkirin. Ev tişt di hiqûqê de nîne. Girtiyên nexweş hene. Nikarin li zîndanê bimînin. Divê ev girtiyên nexweş hemû bên berdan. Lê ATK bi raporên ‘dikare di hepsê de bimîne’ berdana girtiyan asteng dike. Bi her awayî mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin.”

‘Girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin’ 

Ozaraz destnîşan kir ku rêziknameya înfazê cihêkariyê nake û wiha got: “Yên ku cezayên siyasî digirin, cezayê duyemîn li wan tê birîn. Hejmara kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane zêde bûye. Girtî ji ber nêzîkatiya ATK’ê jiyana xwe ji dest didin. Mirov yan dema tên asta ku jiyana xwe ji dest didin yan jî dema tên rojeva Tirkiyeyê tên berdan. Gelek kes hene ku di rojevê de ne. Ev mirov mixabin terkî mirinê tên kirin. Hat gotin ku dê derbarê vê yekê de lihevkirinek bê kirin, lê tu gav nehat avêtin. Qanûn û hiqûq ji bo girtiyên ji sûcên edlî dişixûlin. Lê hiqûq û qanûn ji bo girtiyên polîtîk nayên şixûlandin. Êdî hatiye wê astê ji ber girtiyên edlî nayên cezakirin, dibêjin dikarim sûc bikim.”

‘Pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê pergala tecrîdê ye’ 

Ozaraz anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê pergala tecrîdê ye û wiha axivî: “Tecrîd bûye sîstematîk û ev yek li hemû girtîgehan xwe dide der. Bi taybetî girtiyên siyasî tevî ku cezayên dîsiplînê negirtine jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Ev qawîş bandorek neyînî li tenduristiyê dikin, ji ber ku tenduristî ne tenê bedenî ye, di heman demê de xwediyê aliyekî civakî ye jî. Bi vê aliyê ve ev pêkanînek e ku binpêkirina mafan a giran diafirîne û mixabin hatiye wê astê ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê xwe dide der.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar