Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin

HDP’a Stenbolê li pêş Mizgefta Şîşlî daxuyanî da çapemeniyê û tecrîda li Îmraliyê şermezar kir. Hevserokê HDP’e yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û wiha got: “Yên duh hiqûq di destê wan de bû îro bûne mohtacê hiqûqê. Ji ber vê yekê li kîjan alî dibe bila bibe, ger ku li vî welatî hiqûq hebe, divê hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, bi armanca tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de li pêş Mizgefta Şişlî daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di daxunaniyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Ewil xwişka Serhat Karsu yê di 1’ê adarê de di greva birçîbûnê de ye Aynur Taş axivî. Taş diyar kir ku ew dixwazin êdî dayik negirîn û wiha got: “Ji bo aştî pêş bikeve çi ji destê we tê bikin. Em naxwazin êdî mirov jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hevjîna serokomar Erdogan Emîne Erdogan dikin. Tu dayik e. Were dengê xwe tev li dengê me bike. Tu me fam bike.”

Dayika Ramazan Sebûktekîn ê di 1’ê adarê de di greva birçîbûnê de ye Fatma Sebûktekîn jî axivî û wiha got: “Daxwaza kurê me daxwaza me ye. Zarokên me diyar dikin ku heta dawî dê li ber xwe bidin. Em jî heta dawî li pişt wan in.”

Xwişka Yuksel Koç ê di 17’ê kanûnê de li Starsbourgê ketiye grevê û 111 rojin di grevê de ye, Cahîde Yildirim jî bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Em êdî westiyan. Em dibêjin edaletê pêk bînin. Demek berî demekê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Her roj li girtîgehan cenaze derdikevin. Em dayik in dilê me perçe dibe. Êdî bes e bila daxwazên girtiyan qebûl bikin.”

‘Hiqûq ji bo her kesî lazim e’

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û ev tişt anî ziman: “Yên duh hiqûq di destê wan de bû îro bûne mohtacê hiqûqê. Ji ber vê yekê li kîjan alî dibe bila bibe, ger ku li vî welatî hiqûq hebe, divê hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê. Bêdengiya rayedaran a li hemberî banga malbatan êdî nayê qebûlkirin. Em jî li pişt daxwazên malbatan in. Li vî welatî 5 mehin greva birçîbûnê heye. Tenê armancek greva birçîbûnê heye. Ew jî ewe ku tecrîd bi dawî bibe. Malbat û girtî dixwazin ku dewlet li gorî zagonên xwe tev bigere. Li Girtîgeha Îmraliyê bi salan e hiqûq nayê naskirin. Yên îro bedena xwe dane ber birçîbûnê dixwazin ev bê hiqûqî bi dawî bibe û dewlet li gorî zagon û hiqûqê tev bigerin û tecrîdê bi dawî bikin. Ev daxwaz daxwazên wekhevî, demokrasî û edaletê ne. Divê hemû hêzên demokrasiyê guh bidin van daxwazan. Li Tirkiyeyê mafê ku ji bo hikûmetê tê nasîn çiye divê ji bo birêz Abdullah Ocalan jî bên nasîn. Têkoşîna me ya hiqûq, edalet û demokrasiyê wê bidome.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar