Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

‘Tecrîda li ser Ocalan dê bi têkoşîna gelên herêmê têk biçe’

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber didome. Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê Bedran Hemo ji ANHA’yê bi Arêf Silêman re axivî.

Bedran Hemo anî ziman ku dewleta tirk bi tecrîdê re Ocalan di hêla fîzîkî de ji gel dûr dixe û wiha domand: “Lê fikrên Serokatiyê di nava gel de belav bûne û tu kes nikare van fikran tune bike. Dewleta tirk hewl dide bi girankirina tecrîdê re gel ji fikrên Rêbertiyê dûr bixe. Ji gelê me tê xwestin ku li ber xwe bide û bi giyana têkoşînê bixebite. Bi vî awayî dikare tecrîd bê şikandin. Tirkiye bi rêya domandina tecrîdê dixwaze aloziyên li Rojhilata Navîn kûr bike.”

‘Tirkiye ji fikrên Ocalan ditirs e’

Bi domdarî jî Hemo anî ziman ku gelê kurd bi saya fikrên Ocalan hebûna xwe îsbat kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî girankirina tecrîdê jî Serokatiyê projeya neteweya demokratîk pêş xist. Tirkiye ji vê projeyê ditirse. Di vê pergalê de hemû gel bi hev re dijîn û ev jî bi kêrî berjewendiyên dewleta tirk nayê. Lê belê dê siyaseta wê ya faşîst bi saya vîna gelan têk biçe û tecrîd jî bi dawî bibe.”

Herî dawî jî Hemo wiha got: “Hemû dewletên kapîtalîst dizanin ku Rêber Ocalan nifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e. Divê gelê kurd û pêkhateyên herêmê xwedî li fikrên Serokatiyê derkevin û tecrîdê bişikînin. Ji bo ku li herêma çareserî, ewlehî û jiyana hevbeş pêş bikeve, hewceye em fikrên Serokatiyê pêş bixin. Me bi fikrên Rêbe Apo dest pê kir û em ê bi fikrên wî jî rizgar bibin. Azadiya Rêbertiyê, azadiya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar