Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin dermirovî ye’

Parêzer Etîenne Lesage tecrîda ku zêdetirî 25 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin weke sûcê dermirovî pênase kir û wiha got: “Tecrîd şêwazê mirina demdirêj e û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber ku tecrîd sûcê êşkenceyê, divê hemû dewletên ku tecrîdê pêk tînin bên darizandin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq tê ragirtin û zêdetirî 3 sal in agahî Rêber Apo nayê girtin. Desthilata faşîst a Erdogan-Bahçelî hevdîtina bi parêzer û malbatan re asten dikin û mafên xwezayî yên Rêber Apo li çavên cihanê tê binpêkirin. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cihanê pêngava azadiyê hat destpêkirin. Pêngava azadiyê di qonaxa duyemîn de bênavber didome.

Alîkarê Serokatiya Giştî ya Parêzerên Sînornenas, ji parêzerên Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin axivî. Parêzer Etîenne Lesage diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo dermirovî ye û got: “Ev tecrîd li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tirkiyeyê ev peyman hem îmze kiriye, hem jî ew bi xwe welatekî endamê Konseya Ewropayê ye. Lewma ev pratîka Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina vê peymanê. Hemû dewletên ku tecrîdê li ser girtiyan pêk tînin, divê ji ber sûcên êşkence û hovîtiyê bên darizandin ku ev tecrîd cûrekî êşkenceyê ye.”

Girtina Rêber Apo û tecrîda tê meşandin dermirovî ye

Parêzer Etîenne Lesage anî ziman ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe yên li hemberî Abdullah Ocalan hiqûqa navneteweyî jî binpê dike û got: “Edaleta navneteweyî divê bêyî ku rû bi rûyê zexteke dîplomatîk bimîne, vê binpêkirinê bîne ziman û bi bîr bixe. Girtina Abdullah Ocalan û tecrîd dermirovî ye û muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî weke êşkenceyê tê dîtin.”

Parêzer Etîenne Lesage helwesta CPT’ê jî ya ji bo Îmraliyê nirxand û ev bang kir: “Helwesta CPT’ê ya ji bo Îmraliyê nezelal e. Ji ber têkîliyên dîplomatîk, bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê jî fikar dide mirov. Lewma divê hemû parêzerên welatên Ewropayê rêz nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin û wezîfeya xwe bînin bîra xwe.”

Azadiya Rêber Apo girîng e

Lesage ragihand ku zêdetirî 25 sal in dîlgirtina Abdullah Ocalan ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin û ev tişt bilêv kir: “Nabe mirovek zêdetirî 25 sal in di bin şert û mercên giran de li girtîgehê bê ragirtin, ji bo vê azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Girtîbûneke bêwate ya demdirêj demirovî ye, muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Parêzerê Etîenne Lesage destnîşan kir ku divê mafê hêviyê yê her girtiyekê hebe û wiha bi dawî kir: “Di peyman û pratîkên Ewropayê de, girtîbûna demdirêj a bêwate nîne. Girtîbûna demdirêj mîna cezayê mirinê û weke pêkanîneke ku rûmeta mirov binpê dike, tê dîtin. Ev rewş şêwazekî mirina demdirêj e ku mafê hêviyê nade girtî. Perspektîfa girtîbûneke ku mafê hêviyê nas nake, li dijî peymanên navneteweyî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar