Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tecrîda mutleq 30 meh li dû xwe hişt

Tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tam 30 meh li dû xwe hişt û tu xeber jê nayê girtin. Di vî 30 mehî de herî kêm 437 serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv hatin hiştin an jî bi hinceta cezayên "disiplînê" hatin redkirin. 

Ji 25’ê adara 2021’ê heya niha tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de nayên girtin. Xebernegirtina ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ê di Girtîgeha Îmraliyê de 30 meh li dû xwe hiştin.

Ev 4 sal e hevdîtin bi gerekçeyên pûç û vala tê astengkirin

Herî dawî di sala 2019’an de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû, di sala 2019’an de 5 caran hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hat kirin. Hevdîtina dawî ya parêzeran a bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re di 7’ê tebaxa 2019’an de çêbû. Pişt vê hevdîtinê hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin.

Her wiha Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi malbatên xwe re kirin. Ji wê rojê heya niha hemû serlêdanên malbatan ên ji bo hevdîtinê an nayên bersivandin an jî tên redkirin.

Hevdîtina dawî ya bi telefonê

Herî dawî Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Hevdîtin nêzî 4 deqe û nîvan dewam kir. Abdullah Ocalan wiha bertek nîşanî vê hevdîtinê dabû: “Ya hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî û hûn jî şaş dilîzin. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e. Ev, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha ev pir talûke ye jî. Gelo hûn dizanin hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vir, hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. Ez 22 sal in li vir im. Ev mesele dê sibê çawa bibe? Ev mesele tenê dikare bi hiqûqê çareser bibe. Çima nayên vir? Ger hevdîtinek çêbibe, divê ev bi parêzeran re çêbibe. Ji lew re ev rewş hem siyasî hem jî hiqûqî ye.”

Serlêdanên hevdîtinê û cezayên dîsîplînê

Parêzeran ji 25’ê adara 2021’ê heya niha ji bo hevdîtinê herî kêm 304 caran serî li Serdozgeriya Komarê û Girtîgeha Îmraliyê dane û malbatan jî herî kêm 133 caran serlêdan kirine. Lê belê serlêdan an nehatine bersivandin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” hatine redkirin.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi malbatê re di 10’ê tîrmehê de bi hinceta “cezayê dîsîplînê” red kir. Dadgeriyê têkildarî sedema ceza û dîroka wê de tu tişt negotin.

2 milyon îmze û CPT-NY

Bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zadiya wî ya fîzîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin. Îmzeyên ku radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) a li bajarê Strasboûrg ê Fransa û Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin kirin, di navbera 22’yê çile û 13’ê adara 2023’yan de bi pêşengtiya Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar