Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tecrubeya şerê gel ê şoreşgerî û neteweya demokratîk

Di Şoreşên Fransî û Rûs de û di gelek şoreşên din ên modern de ev herdu alternatîf di zikhev de pêk hatine…

Tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî ku PKK’ê jêre pêşengî kir, yek ji encamên wê yên girîng ew e, rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekir. Ya esas, rastiya neteweya demokratîk di avakirina îdeolojiya PKK’ê de bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin û programkirin. Di îdeolojiya wê de têgîna netewe ya serdest versiyona dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî ye. Ya ji vê jî girîngtir ew e, dema netewe tê gotin têgihiştineke tek û mutleq mewzûbehs e; ew jî neteweperestiya dewletê ya Hegelîst e. Ji bilî vê têgînî û rastiya wê, behsa rastiyeke din a netewe nayê kirin. Bêguman di vê de şîroveya Hegelîst a têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marksîst weke bingeh tê qebûlkirin. Di dema Marks û Engels de wexta netewe dihat gotin a pêşî dihat bîra mirovan ew bû, çîtên feodal hatin rakirin û di çarçoveya yekîtiya çand û zimanan de bi destê dewleta navendî civakên neteweyî hatine avakirin. Bi vî awayî, weke rastiya bi tenê û mutleq bi dewleta netewe digirin. Dewleta netewe kategoriya bingehîn a felsefeya Hegel e. Rawestgeha dawî ya bigewdebûna civakî û dewletê ye. Ev çi bi pêşengiya bûrjûvaziyê çi bi pêşengiya proleteryayê pêk bê, di encamê de xisleta mutleq û tek a têgînê naguherîne. Dema netewe tê gotin, yekana diyardeya tê bîra mirovan dewleta netewe ye. Ji ber vê têgihiştina dewleta netewe Marksîzmê nikarîbû ji modernîteya kapîtalîst bibihure û ji aliyê wê ve hat asîmîlekirin. Kengî dewleta netewe weke forma bingehîn a civakî hat qebûlkirin (ragihandina dewleta netewe ya Almanyayê di sala 1871’ê de bi awayekî  aşkereke tê destekkirin), ya mayî ew bû ku proleteryayê bikişinin nava van sînoran û bixin xizmeta dewleta xwe ya netewe, di berdêlê de hinek mafên ekonomîk û civakî dikin ku mirov karibe xwe li hebûna wê ragire, û ew jî hebûna xwe dewam bike. Ev qebûlkirin e ku çarenûsa sosyalîzma pêkhatî beriya sedûpêncî salan diyar kiriye. Di serî de tecrûbeyên Yekîtiya Sovyetê û Çînê di çarçoveya her dewleta netewe de hêmanên modernîteya kapîtalîst weke encam serketina xwe îlan kirin, û vê yekê jî têkiliya vê rastî û têgînê bi kapîtalîzmê re îspat kiriye. Naxwe ji bilî vê, mirov ê çawa karibe ji hundir ve veguherîna sosyalîzma pêkhatî ber bi kapîtalîzmê ve şîrove bike.

Di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de PKK bi nêzîkatiyên xwe yên sosyalîzma pêkhatî herî zêde di warê dewletdariya netewe de tengav bû. Rastiya kontrgerîlla ya dewleta netewe ya li dijî wê şer dikir, di mijara armanc û maneya şerê şoreşgerî de rê li ber dudiliyan vekir. Ya ji vê jî xirabtir, rêbazên herdu aliyan her ku çû şibiyan hevdu. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê li hemberî rastiya dewletdariya netewe her ku çû tengav bû. Sedema bingehîn a pêxîrtengiya ji sala 1995’an ve her ku çû derket holê, ev rastî bi xwe bû. Gelo dewleta netewe çiqasî diyardeyeke sosyalîst e, çiqasî mumkîn e ku bê pêkanîn? Li gorî bersivdana van herdu pirsên sereke yan pêxîrtengî wê rê li ber tesfiyeyê vekirana yan jî wê bi analîzeke neteweyî ya cuda bi encam bibûya. Di vê nuqteyê de têgîna kilît a ji bo xwe rizgarkirina ji pêxîrtengiya îdeolojîk têgîna neteweya demokratîk e.

Dema ku PKK weke kom derket holê weke ‘Neteweparêzan’ hat binavkirin û ev ne şaş bû. Dîsa binavkirinên weke ‘Rizgarîxwazên Neteweyî’ û ‘Artêşa Rizgariya Neteweyî’ heman maneyan tîne bîra mirovan û rastiya dihat xwestin were temsîlkirin, îfade dikirin. Propagandakariya îdeolojîk a demê bi awayekî bingehîn realîteya neteweyî ya kurd bû. Me nedixwest ku em weke milliyetgir bêne şîrovekirin û di bingehê vê de jî girêdana me ya xurt a bi Enternasyonala Sosyalîst re hebû. Lê me nikarîbû xwe ji realîteya neteweyî qut bikira. Ango dema ku têgîn ji netewetiyê ber bi neteweparêziyê ve şemitî, hingê tehlûke çêdibû ku bişibe îdeolojiyên milleyetgir û neteweparêz ên ku armanca wan dewleta netewe ye. Dîsa jî di qonaxa îdeolojîk de ji me nedihat ku em van xetên tenik û tayên zirav ji hev derxin. Pêngava 1984’an şaxên xwe yên neteweyî berdan û rê li ber şertên şerê neteweyî yê şoreşgerî vekir û bivênevê vê yekê em ji nêz ve bi têgînên desthilatdarî û dewleta netewe re rûbirû kirin. Me şer bi hêzên gel dimeşand. Çi feodal û çi jî bûrjûwa di navbera me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Gav avêtin û çûyîna me ber bi aliyê neteweyî ve têgîna şerê gel bêhikum nedikir. Li şûna netewetiya bûrjûwayê hêdî hêdî têgîneke mîna netewetiya gel pêk dihat. Dema ku em di vê çarçoveyê de li tevahiya Kurdistanê binêrin em dikarin van tespîtan bikin:

a- Li Kurdistana Iraqê ji serê salên 1920’an ve, nexasim piştî parçebûna di salên 1920’an de li cem tebeqeya jor liv û lebatên ku em dikarin weke milliyetgiriya paşvemayî bi nav bikin bi lez bûn. Tevger ji çarçoveyeke teng a rewşenbîran derketibû û bibû xwedî xisleteke girseyî, lewma vê yekê wê milliyetgirî bi lez bikirana. Piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn îlana PDK’ê li ser riya milliyetgiriyê gaveke girîng îfade dike. Komara Mahabadê weke tecrûbeya pêşî ya mîllî balê dikişîne ser xwe. Şerê gerîlla yê di sala 1961’ê de li Kurdistana Iraqê derket holê, li tevahiya Kurdistanê hestên milliyetgir hişyar kirin û ew bi hêz kirin. Tevî têkçûna tevgerê û bi sedema nakokiyên hundir parçebûna wê, bi xisleta federe be jî bûyeran ew neçar kir ku ber bi desthilatdariyeke neteweparêz a kurd, ber bi dewletdariyeke netewe ve biçe. Dewletdariya netewe ya kurd a bi desteka Emperyalîzm û Siyonîzmê, bi kêmanî bi qasî dewletdariya netewe ya Îsraîlê ya li Filistînê weke modeleke xwedî girîngî di dewrê de hiştin. Ev xusûs gelekî girîng e. Çawa ku biryar didin, dewleta netewe ya tirk, ya rastî, şoreşa komarê ji salên 1923’an ve weke dewletekê û ji salên 1925’an ve jî bi xisletên dewleta netewe weke Proto-Îsraîlekê difikirin (Di vê mijarê de hewcedarî bi lêkolînên berfireh heye), bi derengî be jî piştî salên 1945’an jî bi pêşengiya PDK’ê bi heman awayî biryara modeleke kurd a Proto-Îsraîlê didin. Cudahiya di navberê de zeman e, û xisletên hêzan ên cuda yên mîllî ne. Ango ji bo paşerojê û ji bo ewlekariya Îsraîlê weke Proto-Îsraîlekê hewcedarî bi avakirina dewletên netewe yên kurd û tirk heye. Dewleta netewe ya tirk a Proto-Îsraîl bi CHP’ê pêk anîn, li cem kurdan jî bi PDK’ê dewletoka netewe ya Proto-Kurd pêk tînin.

Ez difikirim ku paşê bi awayekî berfireh li ser vê mijarê rawestim, lê ji bo ez Herêma Federe ya Kurd a piştî salên 1990’î di çarçoveya Şerê Yekemîn û Duyemîn ê Kendavê de ket dewrê rast şîrove bikim, min îşaret pê kir. Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê yê sala 1990’î dest pê kir ew bû ku li ser riya diçû dewleta netewe ya kurd gavê biavêjin. Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cihanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî weke Proto-Îsraîlekê dewleteke netewe ya tirk, piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cihanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya dewleta Îsraîlê dewleta netewe ya kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Amerîka, hêzên Yekîtiya Ewrûpayê, Japonya û wekî din, xwestin dewletoka netewe ya kurd a ku dewletên netewe yên tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin. Şerên NATO’yê yên bi desteka Gladîo yên piştî salên 1990’î li dijî PKK’ê, vê rastiyê pir aşkere piştrast dikin. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê bi roleke alternatîf radibe û li nava Kurdistanê rê li ber netewetiya gel vedike û dixwazin bi netewetiya dewletê pêşiyê lê bigirin, dixwazin alternatîfa PKK’ê pûç û tesfiye bikin. Tevî kêmasî û şaşiyan hemûyan jî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê piştî salên 1990’î dest pê kir, polîtîkayên li ser Kurdistanê yên piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn ên hêzên hegemonîk ên Rojavayî û polîtîkayên hêzên herêmî yên dewletên netewe Îsraîl û Tirkiyê pûç kirine. Ev hem weke têgîn û hem jî weke diyarde bi vî awayî bû. Çiqasî ji têgîna neteweya demokratîk şax diçûn, rastiya behsa wê tê kirin bêhtir derdiket holê. Bi Şerê Kendavê yê Duyemîn re (2003-2010), ji derketina holê wêdetir, ev rastî bi temamî weke diyardeyekê berbiçav bû. Di vê pêvajoyê de xusûsa bingehîn a îspat bû ew e, PKK wê nikaribe dewleta netewe ya kurd ava bike, wê nikaribe damezrîne, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve rewşa wê derfet û îmkan nade, lê netewetiya gel a weke potansiyel di avabûna wê ya îdeolojîk de heye wê weke neteweya demokratîk a alternatîf pêk bê, û kes nikare wê ji vê bike.

b- Neteweya demokratîk ne bi tenê têgîn e, weke rastî jî berbiçav dibe. PKK’ê di dema qonaxa koma îdeolojîk de têkoşîna li dijî milliyetgiriya neteweya bindest û serdest meşandî, di çarçoveya tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de dîsa li dijî herdu dewletdariyên netewe weke têkoşîna neteweya demokratîk dewam dike. Dewletên netewe yên serdest bi tenê bi hêzên zorê yên  aşkere yên li ber çavan û hevkarên xwe yên bi peran hewl didin li ser piyan bimînin, lê tevî milliyetgiriyên li dora wê hemûyan, tevî destekdarên wê yên hundir û derve hemûyan, tevgera neteweya demokratîk wê dorê li dewletdariya netewe ya kurd bigire û wê tecrîd bike. Di Şoreşa Kurdistanê de cara pêşî ye ku alternatîfa dewleta netewe û alternatîfa neteweya demokratîk hewl didin bi hev re rol bigirin.

Di Şoreşên Fransî û Rûs de û di gelek şoreşên din ên modern de ev herdu alternatîf di zikhev de pêk hatine. Di Şoreşa Kurdistanê de jî ev herdu alternatîf ji hev cuda dibin, di navbera wan de xeta îdeolojîk, polîtîk û çalakiyê zelal dibe û ev bûyereke dîrokî ye. Heta niha di tevahiya şoreşên modern de yan bi temamî serdestiya tebeqeya jor an jî berovajiyê wê serdestiya tebeqeya jêr xwedî hikum bû. Dema bi hev re bûn, yan jî wexta ji hev cihê bûn, sînorên zelal di navbera xwe de danedianîn. Têkoşîna yek a din tesfiye bike kiribûn rêbaza sereke ya têkoşînê. Ji bilî bi hêz kirina modernîteya kapîtalîst, ev rewş bi kêra tiştekî din nedihat. Hem di navbera herdu çînan de hem jî di navbera herdu neteweyan de têgihiştineke şaş a têkoşînê hebû. Herçiqasî di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê Kurdistanê de ev rewşa şîlo ji serî ve bişibe mînakên beriya xwe jî têkoşîna zêde û dijwar di encamê de cudabûn bi lez û zelal kir. Di vê pêvajoyê de PKK ne bi tenê ji dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî bihurî, bi awayekî îdeolojîk ji dewletdariya netewe ya bûrjûwaziyê ya ji nava sosyalîzmê derketî jî bihurî ango pirsgirêka netewe ji pirsgirêka avakirina dewleta netewe derxist û li şûna wê modeleke di kategoriya neteweya demokratîk de ava kir ango gel bi xwe, xwe weke neteweyeke azad û wekhev pêk tîne. Kategoriya neteweya demokratîk hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê çareseriya pirsgirêka neteweyî ve kir modeleke alternatîf. Neteweya demokratîk kir hêmana herî girîng a modernîteya demokratîk (Hêmanên din ev in: Îndustriya ekolojîk û ekonomiya kominal a ku karê li derve dihêle). Ji dewletdariya netewe ya Hegelî ku ji sed û pêncî salî zêdetir li serê sosyalîzma zanistî bû bela bihurî û li sosyalîzma herî nêzî zanistê rê vekir. Bi vî awayî di avakirina sosyalîzma felsefî, zanistî, exlaqî û estetîk de alîkariya herî girîng kir.

c- Tevî vê alîkariya dîrokî ya di qada teorîk de, di qada pratîkî de, di rewşa berbiçav a rastiya civakî ya kurd de pêkhatina neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk bi lez bûn. Sînorên di navbera kurdên çar parçeyan de bi pêkhatina neteweya demokratîk bêkêr bûn. Sînor ji bo dewletên netewe her tişt in, lê ji bo neteweya demokratîk ketin rewşa ne tiştekî. Neteweya demokratîk di zêhnê gel de weke şoreşa herî girîng a bîreweriyê hat hûnandin, xweseriya demokratîk jî weke şoreşa herî girîng a bi gewdebûnê li her parçeyî hat avakirin. Çerxên mekanîzmayên qirkirina çandî ya dewletên netewe yên tirkî, îran, iraq û sûrî bi giranî vala digerin û her beşê gelê kurd ê li van parçeyan, bûn parçeyekî avaker û afirîner ê neteweya demokratîk. Şerê gel ê şoreşgerî ne bi tenê qirkirina çandî ya hegemonya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst û komploya dewletdariya netewe ya ajan derxist holê, jê hat ku weke alternatîf li her parçeyî neteweya demokratîk di zihnê her mirovê kurd ê durist de û di bedena her civaka kurd de pêk bîne û ev serkeftineke mezin e. Li ser vî bingehî, di serî de gelên cîran ango gelên tirk, ereb û fars, çandên hindikayiyên din û gelên tesfiye bi serê wan de hatine (ermenî, grek, suryanî û yên wekî wan) ji bo weke koma neteweyên demokratîk di nava xwe de bi dostanî piştgiriya hev bikin û bi rola pêşengiyê ya di avakirina modernîteya demokratîk de rabin û vê serkeftina dîrokî li nava herêmê û dinyayê bi pêş bixin, derî bi temamî vekirine.

Ji Parêznameya: ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (cilda 5)

Nûçeyên Têkildar