Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Tedawiya hinek çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî bû

Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn, çalakger rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî tedawiyê jî li Amedê 9 girtî, 3 parlamenterên HDP’ê û 10 çalakgerên ku çalakiyên xwe li mala xwe di domandin ji nexweşxaneyê derketin

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê di 26’ê gulanê de bi dawî bûn. Bi dawîbûna çalakiyan re jî çalakger rakirin nexweşxaneyan.

Di vê çarçoveyê de girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa E ya Amedê û Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl. Ji girtiyên hatin sewqkirin 9 jê piştî ku tedawiya wan duh bi dawî bû, ji nexwşexaneyê hatin derxistin. Navên girtiyên ku tedawiya wan bi dawî bûn û veguhestin girtîgehê wiha ne: “Adnan Yîgîttekîn, Ahmet Topkaya, Bahattîn Demîr, Ridvan Kaya, Mazlum Dîlek, Cuneyt Aslan, Nîmetullah Cînkiliç, Sercan Gumuş û Kumrî Tokay.”

Navên girtiyên ku tedawiya wan didome

Navên 27 girtiyên ku tedawiya wan didome jî wiha ne: “Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez, Ergîn Akhan, Evîn Kaya, Ferhat Turgay, Hayatî Uzmez, Hîlal Olmez, Kîbriye Evren, Veysî Taşçi, Ahmet Îpek, Mazlum Teke, Mehmet Aksu, Mehmet Siddik Kivanç, Ramazan Yilmaz, Faruk Akbay, Firat Ertunç, Mahsun Saruhan, Recep Bal, Ahmet Tabu, Mehmet Polat, Servet Kaya, Saban Çelîk, Mazlum Ekîncî, Mehmet Saît Yîgît, Numan Sînbag, Recep Ozkiliç û Servet Kiliç.” Tê payîn ku 19 girtiyên ku rewşa wan baş e dê veguhezin girtîgehê.

Girtî li ser cihên xwe tên kelepçekirin

Leşker, polîs û gardiyanan piştî bertekên girtiyan neçar man ku dema girtî li korîdorê digerin destên wan neyên kelepçekirin. Lê hat zanîn dema ku girtî li cihê xwe radikevin, tên  kelepçekirin. Der barê rewşa girtiyan de parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz û Remziye Tosûn jî ji serbijîşkê nexweşxaneyê Doç. Dr. Erkan Baysal agahî girtin.

Rewşa çalakgerên li derve

Di heman demê de parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî piştî çalakiya xwe bi dawî kirin, rakiribûn nexweşxaneyê. Parlamenter piştî ku tedawiya wan bi dawî bû, ji nexweşxaneyê tabûrcû bûn. Hat ragihandin ku muayeneya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî li beşa asayî ya nexweşxaneyê didome. Ji 14 çalakgerên ku piştî ji girtîgehê derketin çalakiya xwe li malên xwe domandin jî 10 jê tabûrcû bûn. Gûrbet Ektîren, Mahsûn Şen, Sedat Akin û Halef Yîgît jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar