Nêzikbûna Sûriye-Tirkiyeyê û pirsgirêka rêyên navnetewî
Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsî: “Ji dema ku Rûsyayê dest bi rêgeha Astanayê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê kiriye (2017), di plana xwe de giranî da rêyên navneteweyî wekî deriyê çareseriyê. Bi vê yekê xwest destpêkê sûdê ji cografiyaya Sûriyeyê wergire ku berjewendiyên aborî yên bi welatên cîran re pêk tîne, her wiha ji bo xilasbûna ji şer ev rê xwedî girîngiyek mezin in. Eger pêkanîna wê planê bi rêya ‘lihevkirina başûr’ ya 2018`an were destpêkirin, tiştê ku niha bi rêya rêgeha nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê li ser tê karkirin bi awayekî sereke girîngiyê dide vekirina deriyên sînorî û rêyên navneteweyî. Di heman demê de Washington hewl dide planek bi vê rengî asteng bike. Di encama lihevkirina 2018`an de, rêyên sereke bi Urdinê re ji nû ve hatin vekirin, hikumeta Sûriyeyê li sînor û deriyên sînorî mîna “Nesîb, Cabir” jî di nav de û li bajarê Bokemal ê li ser sînorên bi Iraqê re, serwer bû, her wiha koorîdora di navbera her du welatan de hat aktîvkirin.
Di demekê de ku Sûriye hewl dide di çarçoveya lihevkirina Soçiyê (2019) û pêvekên wê (2020) de beşê rêya M4 yê di navbera Heleb-Lazîqiyê de ji nû ve aktîv bike, gavên Tirkiye û Sûriyeyê yên di çarçoveya nêzîkbûnê de ku bi navbeynkariya Rûsyayê tên avêtin, dîsa mijara rêyên sereke derdixe pêş. Ji ber ku ev rê di mijara nêzîkbûna her du welatan de xwedî rolek sereke û yek ji berjewendiyên hevbeş in.
Beriya destpêkirina şerê Sûriyeyê, Sûriye ji bo derbasbûna kel û pelan ji Tirkiyeyê ber bi Urdinê ve deriyekî girîng bû. Derbasbûna kel û pelan bi rêya gelek deriyan, ya sereke deriyê Bab El Hewa pêk dihat. Deriyê Bab El Hewa di hemanê de ji bo derbasbûna kel û pelên Şamê ji sûkên Ewropayê re jî girîng bû, hikumeta Sûriyeyê bi rêya bacên ku ferz dikirin qezencên mezin bi dest dixistin. Li gorî çavkaniyên sûriyeyî yên nîv fermî, di sala 2010`an de zêdetirî 150 kamyonên Tirkiyeyê ketin Sûriyeyê. Piraniya wan di deriyê Nesîb re derbasî Urdinê û ji wir jî derbasî Kendavê hatin kirin. Nêzî 4 hezar kamyonên Sûriyeyê jî ber bi Tirkiyeyê ve û ji wir ber bi Ewropayê ve hatin derbaskirin.
Rêyên M4 û M5 jî di nexşerêya navneteweyî ya Sûriyeyê de roleke sereke dilîzin. Rêya M4 ji deriyê Yarûbiyê yê bi Iraqê re dest pê dike, di Reqa, Heleb re derbas dibe û digihêje Lazîqiyê. Rêya M5 jî ji Helebê dest pê dike, di Bab El Hewa li gundewarê Idlibê re derbas dibe û digihêje Şamê. Her du rê li bajarê Seraqibê digihêjin hev.
Vekirina beşa başûrê rêya M4 ji bo Tirkiyeyê astengî ye, ku di van rojan de “Heyet Tehrîr Şam” hewl dide rêgeha nêzîkbûna wê bi Sûriyeyê re xirab bike. Heyet Tehrîr Şam wê nêzîkbûnê wekî dawiya xwe dibîne. Ji lew re, komên girêdayî wê bi awayekî domdar li herêma bêçek êrîşî nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê dikin, lê nêzîkî rêyê nabin. Çavkaniyên ji opozîsyonê bi bîr xistin ku Heyet Tehrîr Şam beriya demekê têkidlarî rêyê soza pêkanîna Lihevkirina Soçiyê dabû û gotibû ku eger Enqereyê biryara pêkanîna lihevkirinê da, ew ê 6 kîlometreyan dûrî rêyê (M4) bikeve.
Li gorî Tirkiyeyê, lihevkirina Soçî dikare bi rêya mekanîzmaya sêalî ya Sûriye-Tirkiye-Rûsyayê pêk were, di wê çarçoveyê de wê rê di bin çavdêriyê de be. Lê piştî ji ber geşedanên siyasî, rê hat radestkirin. Diyar e ku Şam bi vê pêşniyarê îqna nebû. Şam dixwaze hêzên Tirkiyeyê li gorî nexşerêyeke zelal xwe vekişînin. Li gorî Enqereyê, tê çaverêkirin ku her du alî vê mijarê di civîna sibatê de ya di navbera her du wezîrên parastinê li Moskovê de, nîqaş bikin. Enqere demek berê ragihandibû ku ew amade ye xwe ji bakurê Sûriyeyê vekişîne.”
Li pêy îstîfaya berpirsê banka navendî ya Ira qê zextên hevalbendên Îranê hene
Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanê duh, berpirsên Banka Navnendî Mistefa Xalib Muxîf, li gorî xwesteka wî, ji kar dûr xist. Di heman demê de çavdêrên İraqî gotin ku berpirsê bankê bû qurbanê zextên partî û milîsên alîgirên Îranê. Ew partî û milîs li mekanîzmeyekê digerin ku qaçaxçîtiya pereyan ber bi Îranê ve binixumînin.
Çavdêran diyar kir ku berpirsê Banka Navendî yê ji kar hatî dûrxistin, bû qurbanê hesabên siyasî, dibe ku El Sûdanî ji ber wan hesaban zext li wî kiribe û ew neçarî îstîfayê kiribe. Nexasim ku ew girêdayî hikumetên berê ye û bi Çarçoveya Hemaheniyê re ku hikumeta El Sûdanê kontrol dike û wê di pişt perdeyê re bi rê ve dibe, bi nakok bû. Mistefa Xalid Mixîf di mijara şandinên bankê di navbera Îran û hevalbendên wê de pir hişk bû û ji bo pêkanîna bendên Amerîkayê yên darizandina banka Iraqê bi coş bû.”