Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Tekane armanc divê têkbirina tifaqa faşist be’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê de got ku, divê tekanê armanca hêzên demokrasiye têkbirina faşîzmê be û wiha domand: “Ji bo serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê her kes bi hemû hêza xwe seferber bibe û bixebite. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê re wê gel, jin, ciwan, kedkar û civak bi temamî qezenç bike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji bo ANF’ê nivîsek nivîsand.

Nivîs wiha ye:

“Li ser hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê nîqaşeke berfireh tê kirin. Mijara bingehîn a ku her kes li ser li hev dikin ew ku ev hilbijartin yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka Komarê ye. AKP nêzî 21 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe û 8 salên dawî yên van 21 salan tevî MHP’ê bi feraseteke nijadperest, xwînmij û faşîzma tarî bi rê ve bir. Çavkaniyên tirkiyeyê hemû li şer û mayindekirina desthilatdariya faşîst xerc kir. Ev 8 salên bi faşîzmeke têr û tijî, bi şerekî topyekûn derbas bûn, wê weke dema herî bi xwîn a dîktatoriyeke faşîst a dîn a desthilatdariyeke bûye mafya, çete û talanker derbasî dîroka Komara Tirkiyeyê bibe.

‘Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê veguheriye felaketa sedsalê’

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Îmraliyê sîstema tecrîd û îşkenceyê ya mutleq ava kir û ev yek li nava tevahiya civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê belav kir. Ji Îmraliyê edstpê kir û bi feraseta qirker mêtinger li Kurdsitanê şerekî topyekûn meşand. Bi binpêkirina hiqûqa şer a navneteweyî ji çekên kîmyewî heta bi çekên taktîk nukleer bi her cûre çekên qedexekirî li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê meşand. Bi DAIŞ û dûvikên wê re tifaq kir û beşeke girîng a Bakurê Sûriyeyê dagir kir, li her devera ku lê bi cih bû demografî guhert, asîmîlasyon kir, qirkirin pêk anî.

Di nava van 8 salan de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li gel êrîşên leşkerî, çandî, ekolojîk û aborî her wiha êrîşên qirkirina siyasî jî bi gelek aliyan dewam kir. Dest danî ser hemû şaredariyên HDP’ê û qeyûm lê bi cih kir. Ji Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heta bi parlamenterên wê, ji şaredaran heta bi endamên meclîsê, xebatkar û bi hezaran kesên di nava rêveberiyên bajar û navçeyan de dixebitin, hatin girtin. Bi girtina van mirovên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin re bi milyonan mirov hatin cezakirin û îradeya wan hate binpêkirin. Li zindanan îşkence li girtiyan hate kirin, hatin kuştin. Mafê berdanê yê bi sedan girtiyan hate betalkirin. Zilma li ser gelê kurd û civaka Tirkiyeyê hate girankirin. Weke dewama van êrîşên qirkirinê bi Doza Kûmpasê ya Kobanî pêvajoya girtinê li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan hate destpêkirin. Doza girtinê ya li hemberî HDP’ê gihandin pêvajoya hilbijartinê û bi vî rengî xwestin ku gel ji siyaseta sar bike, îradeya têkoşînê bişikîne û eger karibe berê gel bide boykotê û di hilbijartinê de eniya hêzê ya demokratîk şoreşger lawaz bike.

Bêguman êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê li Kurdistanê hatin kirin. Faşîzm li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Vê rejîma faşîst, dewleta Kemalîst a ku sed sal tijî kiriye bi hemû saziyên xwe hilweşand. Her kesên ne ji xwe weke dijmin ragihand. Hin generalên ku demekê pesnê wan didan bi salan xist zindanê û dîn kir. Şefê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dîktator Erdogan di nava 8 salên derbasbûyî de erk hemû xiste destê xwe. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dadgerî, qanûndanîn, artêş û medya bi temamî xiste bin kontrola xwe. Dest danî ser saziyên cemaweriyê hemûyan. Polîtîkayên ku di erdheja 6’ê Sibatê de bûn sedema mirina bi sed hezaran mirovî û qirkirin, sefaleta bi milyonan mirovî, her wiha rewşa Kizilayê ku bi vê ferasetê di erdhejê de kon difirot, mînakên balkêş ên li ser rastiya Tirkiyeyê ye ku ji aliyê dîktatoriya faşîst ve hatiye afirandin. Tabloya erdhejê tabloya metirsîdar e ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya veguheriye felaketa sedsalê bê Tirkiye xistiye çi halî.

Dîktatoriya faşîst, mafên ku jinan bi têkoşîn û berdêlên giran bi dest xistin, ji holê rakir. Êrîş bir ser sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Peymana Stenbolê betal kir. Qanûnên di çarçoveya hiqûqa netewe dewletê pêşî li tundiya li jinê digirin, li gel hêza paşverû ya mîna xwe dijminê jinê ye, kir mijara bazariyê. Weke parçeyek ji polîtîkayên rantxur, talanker û qirker bi bendavan, bi HES’an, bi kanên madenê, bi bajarvaniya çewt xwezaya bedew a Kurdsitanê û Tirkiyeyê, hawirdor talan kir.

‘Tifaqa Ked û Azadiyê di dîroka komarê de gaveke nû ye’

Ev êşên giran û hilweşînên ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, jin, ciwan, kedkar û xwezayê ve anî, hilbijartinên Serokkomariyê û Hilbijartinên Meclîsê yên 14’ê Gulanê hîn bêhtir girîng dike. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo rizgariya ji vê rejîma faşîst qirker pêvajoyeke gelekî girîng e. Sekna Rêber Apo, berxwedana gerîla, têkoşîna edalet, demokrasî û azadiyê ya bi heybet a Kurdan, Elewiyan, jinan, hêzên demokrasiyê, kedkar û karkeran û hawirdorparêzan ku bi salan e dimeşînin, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê gihandiye ber hilweşînê. Ev têkoşîn wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bigihêje encameke gelekî girîng. Yekemcar bi Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî hilbijartineke bi vî rengî dibin ku di dîroka Tirkiyeyê de ewqasî girîng e. Tifaqa Ked û Azadiyê jî di dîroka komarê de gaveke nû ye. Lewma Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo gelên Tirkiyeyê şenseke mezin e. Mezinkirin û xurtkirina vê tifaqê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê di asta dîrokî de girîng e.

Hêza bingehîn a ku faşîzmê hilweşîne, Tirkiyeyê demokratîk bike û siyaseta demokratîk bi pêş ve bibe, Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Bêguman ev tifaq tenê tifaqek ji bo hilbijartinê nîne, ji hilbijartinê jî wêdetir tifaqeke têkoşînê ya ji bo hemû deman e. Gelekî girîng e ku piştî hilbijartinê jî ev tifaq xwe mezin bike û têkoşîna ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bi xurtî bimeşîne. Bêguman di vê hilbijartinê de ku yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê ye, helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê, serketina wê, dînamîzma wê ya têkoşînê, hêza wê ya guherîn û veguherînê, di avakirina komara demokratîk de wê xwedî rol û girîngiyeke stratejîk be.

‘Ji bo serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê seferber bibin’

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê vê rola dîrokî ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de baş zane, lewma bi rengekî giran êrîşên şerê taybet li ser dike. Hewl dide ku tifaqê ji hev belav bike, eger nekarî vê bike jî hewl dide lawaz bike. Van êrîşan niha bi rengekî welê dike ku hewl dide nîqaşên navbera Partiya Çep a Kesk û TÎP’ê yên li ser beşdariya bi yek lîsteyê ya li hilbijartinê ber bi aliyekî cuda ve bibe. Bi xapandinê, bi rêbazên şerê taybet-psîkolojîk hewl dide nîşan bide ku mîna di navbera partiyan de nakokî heye, dixwaze rojevên ji ber xwe ve çêkirî biafirîne û bike cihê nîqaşê. Wezîfeya herî hêja ya şoreşgerî û sekan welatparêziyê ye ku di vê demê de mirov li hemberî van lîstikên şerê taybet baldar bin û bi berpirsyarî nêzîk bibin.

Bi qasî ku me ji medyayê şopand, Partiya Çep a Kes û TÎP’ê di mijara hilbijartinê de gihîştine feraseteke hevpar û encamekê. Ev helwesteke girîng e û divê mirov vê helwesta herdu partiyan hêja bibîne, bi rêzdarî nêzîk bibe. Li gel vê helwesta Partiya Çep a Kesk û TÎP’ê dewamkirina nîqaşên li ser mijara lîsteya hilbijartinê zerarê dide Partiya Çep a Kesk, TÎP û hemû hêzên demokrasiyê. Ji ber vê yekê divê nîqaşên li ser ‘bi yek lîsteyê tevlîbûn li hilbijartinê bê kirin’ êdî bi dawî bibin û li gorî feraseta herdu partiyan a ku di hilbijartinê de hevdu xurt dike, nêzîkatiyek bê nîşandan. Her kesên ku xwe berpirsyar dibînin divê bi vî rengî nêzîk bibin. Piştî ku Partiya Çep a Kesk û TÎP’ê helwesteke hevpar nîşan dan û ferasetek destnîşan kirin, dewamkirina nîqaşên li ser tevlîbûna li hilbijartinê ya bi yek lîsteyê, ji bilî desthilatdariya faşîst bi kêrî kesî nayê. Wezîfeya şoreşgerî, çepgirî-sosyalîst, demokrat û welatparêziyê ye ku hurmetê nîşanî vê îradeya hevpar a Partiya Çep a Kesk û TÎP’ê bidin û di vê çarçoveyê de giraniyê bidin ser serketina di hilbijartinê de. Di rewşa heyî de tiştekî bi tenê heye ku divê bê kirin, ew jî; ji bo serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê her kes bi hemû hêza xwe seferber bibe û bixebite. Eger Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve wê gel, jin, ciwan, kedkar û civak bi temamî qezenç bike. Ji xwe her kesên xwedî berpirsyarî nîqaşên pêwîst di demên pêwîst de kirin. Fikar hatin ser ziman, işaret bi metirsiyê hate kirin. Ev helwestên ku bi nirxekî mezin hatin îfadekirin ji aliyê muxataban ve hatin dîtin û diyar e ku li gorî vê yekê biryardarî hate nîşandan. Divê êdî hurmet ji vê îradeyê re bê nîşandan û ji bo serketina tifaqê kar bê kirin.

‘Jehrkuja polîtîkayên faşîst Partiya Çep a Kesk e’

Partiya Çep a Kesk ragihand ku wê li 81 bajarên Tirkiyeyê tevlî hilbijartinê bibe. Gelê me, gelên me, jin, ciwan, karker, kedkar, rêxistinên hawirdorparêz û bindest, nasnameyên cuda hatine hiştin ji bo serkeftina Partiya Çep a Kesk divê bi hemû hêza xwe bixebitin. Partiya Çep a Kesk ji bo Tirkiyekeke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan yekane alternatîfa rasteqîn e. Polîtîkayên qirkirina jinan, civakê û xwezayê polîtîkayên qirkirinê ne ku hevdu xwedî dikin û temam dikin. Jehrkuja van polîtîkayên faşîst jî Partiya Çep a Kesk e. Rêveberên Partiya Çep a Kesk û TÎP’ê ragihandin ku ew rêyên heman rêyê ne, hevrêyên hev in. Ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ev yek sekneke gelekî hêja ye. Nêzîkatiya rast ew e ku her kes ji bo xurtkirina vê seknê bixebite.

Tê gotin, li ser medyayê bi giranî jî li ser medya dîjîtal têkildarî namzetan hin nîqaşên neçê têne kirin. Hurmeta li namzetên Partiya Çep a Kesk hurmeta li xwe û nirxên xwe ye, sekna rast a welatparêziyê ye. Nîqaşkirina namzetên partiyê tê wateya lawazkirina wan, lewma jî ev helwest wê xizmetê ji şerê taybet re bike. Mirovên ku jiyana xwe bi têkoşîna ji bo edalet, demokrasî û azadiyê derbas kirine, eger bikevin nava nîqaşên bi vî rengî wê beriya her tiştî bêhurmetiyê li nirxên xwe bike. Kirina nîqaşên bi vî rengî yên şaş li aliyekî, ji bo mirovên me yên welatparêz, demokrat û şoreşger wezîfeya bingehîn ew e ku pêşî li nîqaş û êrîşên bi vî rengî bigirin ku Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê lawaz dikin. Sekn û helwesta berpirsyariyê ya ku li mirovên me yên şoreşger û welatparêz tê, bêguman ev e.

Bi têgihiştina ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê gelekî girîng e û bi berpirsyariya vê yekê me biryar dan ku biryara bêçalakîtiyê ya di dema erdhejê de ragihand heta pêvajoya piştî hilbijartinê dirêj bikin. Ji bo pêşî li provokasyonên gengaz ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bigire û bike ku hilbijartin di atmosfereke baş de bê kirin, me pêwîstî bi vê helwestê dît. Ev helwest nîşaneya berpirsyariya me ya li pêşberî gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, helwesteke piştgiriyê ji bo hêzên demokrasî û azadiyê ye, di heman demê de ji bo her kesên xwe ji vê pêvajoya dîrokî berpirsyar dibînin tê wateya bangekê. Biryara bêçalakîtiyê li gel hewldana ji bo têkbirina provokasyonên faşîzma AKP-MHP’ê her wiha banga li her mirovî ye ku xwe li pêşberî gel û mirovahiyê berpirsyar dibîne; ji bo gotin, helwest û karên bikevin xizmeta rejîma faşîst nekin, ji bo serketina Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê bixebitin û seferber bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar