Welatiyên Efrînê yên ku li navçeya Til Rifatê dimînin diyar kirin ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze pêşî li berxwedana wan bigire. Welatiyan destnîşan kir ku ew bi Efrînê ve girêdayî ne û tekane armanca wan rizgarkirina Efrînê ye
Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî navçeya Arfadê (Til Rifat) ya Kantona Şehbayê zêde kirin. Artêşa tirk ku sûcên şer dike, herêmên sivîlan bi awayekî bêserûber topbaran dike. Gelemperiya şêniyên navçeyê ji şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn pêk tê. Efrîniyan li navçeyê 16 komun ava kirine û jiyana xwe li gorî pergala komunan birêxistin dikin.
Têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, şêniyên Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Cefer Cefo re axivîn. Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan anî ziman ku dewleta tirk navçeyê bêserûber topbaran dike û wiha got: “Yek ji cureyên şerê taybet e. Gelê Efrînê li vir xwe birêxistin kir û ev jî ne li gorî daxwaza dewleta tirk e. Gelê me dagirkeriyê red dike û di berxwedanê de bi israr e. Gelê me dibêje ku heta Efrînê rizgar dikin dê li ber xwe bidin.”
‘Em ji êrîşan natirsin’
Ji welatiyan Fexrî Omer Sultan jî bi lêv kir ku wan li Efrînê xwe radestî dagirkeran nekir û mirin da ber çavên xwe. Sultan diyar kir ku ew bi axa Efrînê ve girêdayî ne û tekane armanca wan rizgarkirina Efrînê ye. Sultan destnîşan kir ku êdî top û kiryarên dagirkeran wan natirsînin.
Şerê taybet
Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed jî daxuyand ku dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li dijî navçeyê re dixwaze şerê taybet bimeşîne. Mihemed got ku dewleta tirk dixwaze pêşî li berxwedana wan bigire lê gelê Efrînê bibiryare ku Efrînê rizgar bikin. ŞEHBA