Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tekane daxwaz darizandina bersûcan e

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ên Amed û Êlihê vê heftê jî aqûbeta windayên xwe pirsîn. Di çalakiyan de hat gotin ku tekane daxwaza wan dîtin windayan û darizanidn bersûcan e û her wiha hat diyarkirin ku dê heta dawiyê hesabê windayên xwe bipirsin

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan a Amed û Êlihê tevî hemû astengiyan çalakiya xwe ya vê heftê pêk anîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 765’an de li Qada Galatasarayê xwestin kom bibin û balê bikişînin ser aqûbeta windayan. Dayikên Şemiyê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin, dayik li pêş avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Dayikan di vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 2’yê Îlona 1980’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan çîroka Hayrettîn Eren xwend. Arcan anî ziman ku windayan di civakê de birînên kûr vekiriye û wiha got: “Divê Tirkiye bi van îhlalên mafên mirovan re rû bi rû bimîne. Ev binpêkirinên mafan rê li pêş demokratîkbkûna Tirkiyeyê digire. Niha li şûna edalet û heqîqetê, înkar û bê edaletiyê cihe xwe girtiye. Înkar û bêcezabûn heye. Ji bo rastiya windayan bi hişê dîrokê re bibe yek em têdikoşin. Dixwazin ev hovîtiya li ser me tê meşandin bê qebûlkirin. Lê em li dijî vê yekê têdikoşin. Ji bo edalet û aştiya civakî bê avakirin em têdikoşin. Her wiha îktîdara ku 39 sal in aqûbeta windakirina Hayrettîn Eren ronî nekiriye şirîkê windakirinê ye. Em dixwazin hikûmet vê hişmendiyê ceza bike û edaletê pêk bîne û sûc ronî bike.”

Piştî axaftina Arcan, xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren da zanîn ku bavê wê 32 salan û dayika wê jî 39 salan li benda dîtina Hayrettîn rawestiya û ji bo dîtina Hayrettîn têkoşiyan û ev tişt anî ziman: “Ewil ji bo girtîgehekê û piştre jî ji bo gorekê bi gulan bixemilinin têkoşiyan. Lê mixabin hem dayika min û hem bavê min çavên wan vekirî çûn. Li vî welatî edalet tune ye. Dayika min û bavê min ji bo li edaletê bigerin di vê tariyê de û di lêgerîna edaletê de çûn. Niha em li vir in. Çiqas asteng bikin jî em li vir in. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Wezîrê Karên Hundir qadên heyî li me girtin. Çalakiya ku 699 hefteyan em lê rûniştin li me girtin. Em tevî hemû astengiyan ji têkoşîna xwe gavan paşve navêjin.”

Her wiha birayê Hayrettîn Eren Faruk Eren jî diyar kir ku dê heta dawî têbikoşin û hesabê windayan bipirsin.

Qedexeya walîtiyê hat şermezarkirin

Bi heman armancî xizmên windayan jî çalakiyên xwe pêk anîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 562’yan de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin’ li ber avahiya komeleyê li dar xist.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a ya Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û diyar kir ku ji bo ku winda û faîlên wan bên dîtin dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Yalçin di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeya walîtiya Amedê û da zanîn ku ji ber biryara qedexeya walîtiyê ev 64 heften e di qada sergirtî de neçar mane ku çalakiya xwe li dar bixin û got ku ev yek binpêkirina mafan e.

Yalçin destnîşan kir ku tekane daxwaza wan darizandina bersûcan e û ev tişt anî ziman: “Bi salan e di her qadê de em vê daxwaza xwe tînin ziman. Em gelek caran şehîd bûn. Di dosyayên windayan de, faîl ji bo ku neyên cezakirin tên parastin. Tekane daxwaza me dîtina windayan û faîlên wan e.”

Piştî axaftina Yalçin, xizmên windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê Îlona 1991’an de li navçeya Hezro ya Amedê dibin çavan de hat windakirin pirsîn.

Dê tim aqûbetan bipirsin

Li Êlihê jî rêveberên Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) û xizmên windayan di hefteya 469’an de çalakiya xwe li avahiya ÎHD’ê lidar xistin.

Ji rêveberên ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û diyar kir ku dê aqûbeta windayan her tim bipirsin.

Piştre Tanguner aqûbeta Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlîk ên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar