Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Tekane daxwaza dayika Nezîheyê dîtina kurê xwe ye

Dayika Nezîhe Kiran ku nexweşe û ev 5 sal in di nava cihan de ye, nikare kurê xwe yê nexweş Ramazan Kiran ku 24 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye bibîne. Daxwaza dayika Nezîhe ew e ku kurê wê bînin girtîgeheke Edeneyê

Dayika bi navê Nezîhe Kiran 5 sal berê felca mejî derbas kir û ji ber vê yekê jî nikare biaxive. Dayika Nezîhe ev 5 sal in nikare rabe ser xwe. Kurê wê Ramazan Kiran jî li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê girtin û yek ji girtiyên nexweş e. Dayika Nezîha nikare rabe ser xwe û ji ber vê yekê jî nikare biçe hevdîtina kurê xwe. Tekane daxwaza wê jî ew e ku kurê xwe bibîne.

Ji bo ku dayika Nezîhe bikare bi kurê xwe re hevdîtinê bike, malbata Kiran serlêdan kir ku Kiran bînin girtîgeheke Edeneyê yan jî bajarekê nêz. Lê belê ne serlêdanên Kiran ne jî yên malbata wî nehatine qebûlkirin. Li ser vê yekê Ramazan Kiran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Mafê dermankirinê tê astengkirin

Têkildarî mijarê birayê Kiran, Şahîn Kiran axivî û da zanîn ku birayê wî ev 24 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye. Bira Kiran diyar kir ku heta niha fitiq, ulser, reflu, hemoroîd, sînuzît, romatîzma û araknoîd li birayê wî peyda bûne û tevî vê yekê jî mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin.

Daxwaza malbatê

Kiran destnîşan kir ku serlêdanên wan û yên birayên wî yên ji bo sewqkirina girtîgeheke li Edeneyê yan jî bajarekî nêz nehatine qebûlkirin. Kiran wiha domand: “Dayika min ev 5 sal in birayê min nedîtiye. Dayika min nikare biçe hevdîtinê. Em bang li rayedaran dikin ku rayedar destûrê bidin da ku dayika min birayê min bibîne. Her wiha bila birayê min bînin girtîgeheke Edeneyê yan jî bajarekî nêzî Edeneyê.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar