Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Tekane şahidê kuştina Hantaş axivî!

Tekane şahidê kuştina Recep Hantaş R.Y. axivî û wiha got: “Ez û Recep rûniştîbûn. Tu hişyarî ji bo me nekirin. Dengê çekan hat. Ez bi reflekse ketim binê bankê. Recep jî bi qurfî beziya û çû. Di wê kêliyê de li piyê wî dan û min dît ku ket erdê.” Gotinên şahid, daxuyaniya Walîtiya Amedê ya “Li hişyariyê guhdar nekirine” derewand

Şahidê kuştina Recep Hantaş ê li Sumeparka Amedê ku şeva 14’ê nîsanê ji aliyê polîsan ve hat kuştinê, R.Y. axivî. R.Y. piştî bûyerê hatibû binçavkirin û piştî îfade da dozgeriyê hat berdan. R.Y. li gel bavê xwe çû serdana sersaxiya Hantaş. R.Y. tiştên wê şevê qewimîne ji malbata Hantaş re vegot.

Bêyî ku tu îkazê bikin dengê çekan hat

R.Y. ê ku kaxizan berhev dike ji malbata Hantaş re ev tişt gotin: “Ji bo em bêhna xwe berdin em çûn parkê. Ez û Recep rûniştîbûn. Bêyî ku tu îkaz were kirin me dengê çekan bihîst. Ez bi reflekse ketim binê bankê. Recep jî bi qurfî beziya û çû. Di wê kêliyê de li piyê wî dan û min dît ku ket erdê. Piştî wê nizanim çi qewimî. Dengê çekan gelek dihat. Piştre polîsan min binçav kir. Ambulans hat. Ancak bernedan parkê. Cenaze nêzî sê saetan li erdê hiştin.”

Hêjayî bibîrxistinê şahidiya R.Y. daxuyaniya Walîtiya Amedê ya “Li hişyariyê guhdar nekirine” derewand.

‘Tiştekî ji me vedişêrin’

Birayê Hantaş, Efe Hantaş diyar kir ku walîtî bi daxuyaniyê çewt û berevajî dixwazin ser cînayetê bigirin û daxuyand walîtiyê bi nakokî dît. Hantaş got ku ew çûye cihê bûyerê û bi xweliyê ser cihê bûyerê girtine. Hantaş da zanîn ku di rojan de tiştên hatine serê wan naşibe tiştên walîtî dibêje û got; “Tiştekî ji me vedişêrin.”

Hantaş got ku ew ê bibin şopdarê kuştina birayê xwe û dê têkoşîna hiqûqî bidin.

Rapora otopsiyê derket

Di rapora otopsi ya têkildarî kuştinê hat amadekirin de agahiya ku Hantaş ji serê xwe gule xwariye cih digire.

Di raporê de tê tespîtkirin ku 2 gule li bedena Hantaş ketine û guleyek derketiye û hat zanîn ku gule di patika rastê de ketiyê û di navbera çavê rastê û pozê wî de derketiye.

Di raporê de hat gotin guleya din jî li çîma wî ya rastê ketiye û di çonga wî de derketiye. Mesafeya guleya li çîma wî ketiye ji ber şale wî nehatiye tespîtkirin. Ancak balkêş e ku mesafeya guleya li serê wî ketiye nehatiye diyarkirin.

Mînakên ji bo otopsiyê ji Hantaş hat girtin şandin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê

Îfadeyên polîsên Hantaş kuştin derketin holê

Li aliyê din îfadeya polîsên ku Hantaş kuştine derket holê. Piştî bûyerê 2 polîsan hatin binçavkirin û ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê kirin. Polîs E.K. bi şertê kontrola edlî hat berdan û polîsê din K.B. bi gumana sûcê zede hat girtin. îfadeyên polîsan derketin holê daxuyaniya Walîtiyê diderewîne. Her çiqas walîtî kesan bi “rûpoş” tarîf bike jî lê malbat dibêje zarokên wan kaxizan berhev dike û debara malbata xwe pê dike û dibe ku zarokê wan ji ber sermayê egalê li serê xwe pêçaye. Polîsê hat girtin jî li dadgehê got: “Anonsa ku serûçavên kesan girtiye ji me re hat.”

Îda kir ku bi qestî gule bernedaye

Polîs K.B. ê ji ber kuştina Hantaş hat girtin di îfadeya xwe de diyar kir ku Recep Hantaş ber bi wî ve dibeziya û di wê kêliyê de gule berdaye hewa û pişt re Hantaş xwe parastiye û pişta xwe daye û reviyeye. K.B. di îfadeya xwe de anî ziman ku dema Hantaş direve ji pişt ve gule berdidê û tenê dibîne ku ji ber lingê wî toz radibe. K.B. got piştî gule berdanê çeka xwe ya bi navê MTP-5 daye polîsê bi navê M. ê ekîba wan. K.B. îda kir ku wî bi zanebûn û hedef nîşandanê gule bernedaye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar