Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Têkbirina faşîzma akp-mhp’ê berpirsiyariya ciwanan e

Forûma ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Moda Sahneyê hat li dar xistin û ev peyam hat dayîn: “Desthilatê ji ciwanan re kavilek hiştiye, divê em vê atmosfera heyî ji holê rakin û ev jî bi berpirsiyartiya ciwanane ku faşîzmê têk bibe.”  

Platforma Dê Ciwan Hilweşînin li Moda Sahne ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê forûm hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Herêma 3’yemîn ê Stenbolê Kerem Firtina tev li forûmê bûn. Ciwanên zanîngehê eleqeyeke zêde nîşanî forûmê dan. Di eywana Moda Sahne ya li forûm lê hate kirin de pankarta “Ciwan wê di vê Gulanê de hilweşînin, haydê ber bi 1’ê Gulanê ve” hate daliqandin.

‘Pergaleke di navbera du lêvên rêveberiyê de ye heye’ 

Mûsa Pîroglû, anî ziman ku di dema desthilata AKP’ê de hemû destkeftî ji holê rabûn û wiha got: “Desthilatê ji ciwanan re kavil hişt. Pergaleke di navbera du lêvên rêveberiyê de ye heye.”

‘Em neçar in ji vê dojeha li me ferz dikin derkevin’

Pîroglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê hemû zanîngeh hatine têk birin û wiha got: “Pêşeroj ji holê hate rakirin. Ji ciwanan re qada jiyanê nehate hiştin. Şertên jiyanê hatin tekbirin. Mirov nikarin bêhnê bistînin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartineke ku ciwan biryar bidin. Li dijî desthilatê bertek heye. Divê ev bertek bê organîze kirin. Em neçar in ji vê dojeha li me ferz dikin derkevin.”

‘Pêdiviya me bi makeqanûneke demokratîk heye’

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina jî destnîşan kir ku divê guhertin ji mirov bi xwe dest pê bike û ev tişt gotin: “Tirkiye welatekî bêçareseriyan e, ez li welatekî bêçareseriyan mezin bûm. Me li welatê xwe pirsgirêkeke qedîm nixumand û anîn van rojan. Em li dijî xerabiya Tayyîp Erdogan difetisin, sedemê vê rejîma beriya Tayyîp Erdogan e, ev pergal ji pergala yekperest pir dûr nîne. Tenê pêkanîn hatin guhertin.”

Firtina, axaftinên xwe wiha domandin: “Em partiyeke ku dibêjin bi hev re biguherînin dikare bêguhertin. Tu tişt xwe bi xwe nayê guhertin. Karê me yê herî girîng 14’ê gulanê ye. Piştî ku Tayyîp Erdogan ket, kar xelas nabe. Dê di sibeya 15’ê Gulanê baxçeyên gulan nebe. Em yên mafdar in li dijî hatina bi vî halî ya li welat mirovên çareseriyê diafirînin. Nefret tu caran ji me re lazim nebûye. Em jiyana xwe ya bi hev re bidomînin. Di peşiya me de rêyeke dirêj heye. Pêdiviya me bi makeqanûneke demokratîk heye. Di bingeha hemû pirsgirêkan de ev heye. Têkçûna rejîma Tayyîp Erdogan wê me pêş ve nebe. Wê dîsa me bibe pergala sedsalan em giliyan jê dikin. Divê em pêş ve biçin. Heta ku makeqanûneke demokratîk neyê çêkirin wê rêya faşîzmê bidome. Ji ber wê em qala girîngiya hejmara parlamenterên Partiya Çepên Kesk dikin.

‘Divê em vê atmosfera nefretê ji holê rakin’  

Rakirina atmosfera dijberiyê ya Tayîp Erdogan avakiriye dikeve berê ciwanan. Weke ciwanan beriya her tiştî berpirsyariyeke me heye. Em mecbûr in ku helwesta xwe biguherînin. Divê em vê atmosfera nefretê ji holê rakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar