Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Têkbirina hişmendiyê

Piştî hilbijartinê, girîngiya operasyonên der heqê têkbirina hişmendiyê de zêdetir aşkere bû. Hat dîtin ku di vî warî de xebata herî xurt, bi rêya ‘saziyên’ AKP’ê ve tê kirin. Di serî de Serokatiya Ragihandinê ya ku girêdayî qesra Erdogan e, MÎT jî di nav de hemû saziyên dewletê ji bo têkbirina hişmendiyê tiştê ji wan hat texsîr nekirin.

Dewlet e. Hêz û pere di destê wê de ye. Hiqûq tune ye. Zilm û zordarî siyaseta wan a rojane ye. Heke rewş ev be bêguman dikarin ji bo têkbirina hişmendiyê jî kar û xebatên xwe bidomînin. Lê li vê derê rewşa herî ecêb, ketina dafika ye. Yên bi zanebûn vê mijarê bi rê ve dibin ne tê de, mixabin gelek kes dikevin van dafikan. Beriya hilbijartinê jî ev kar hat domandin û piştî hilbijartinê jî didome û ew ê bidomînin. Ji ber ku careke tama wê dîtin.

Yên bi zanebûn di têkbirina hişmendiyê de rol dilîzîn, wezîfedar in, karê xwe dikin. Ji bo vî karî jî mûçeyê xwe werdigrin. Lê heke ew nikaribin bandor li “însanên ji rêzê” bikin, divê em bizanibin karê wan tu car bi ser nakeve. Yên ku wan serkeftî dikin “însanên ji rêzê” ne. Piranî jî bi nezanî dikevin dafika wan.

Em bînin bîra xwa. Beriya hilbijartinê AKP’î kasedek amade kirin û gotin “Murat Karayilan û Kemal Kiliçdaroglu ji bo hilbijartinê bi hev re vîdyoyek propagandayê amede kirine.” Ev yek di televîzyonan de çend car ji alî Erdogan ve jî hat bilêvkirin. Di demekî gelek kin de ev vîdyo belav bû. Bi dehhezaran însan wisa bawer kirin ku bi rastî Kemal Kiliçdaroglu û Murat Karayilan tiştek wisa kirine. Dafika vê sextekariyê di demekî gelek kin de aşkere bû. Erdogan dixwest Kemal Kiliçdaroglu berê xwe bide PKK’ê û bi awayek jî ser ket. Her ku Kiliçdaroglu dijberiya PKK’ê kir, dilê kurdan êşand û herî kêm 500 hezar kurd bi hestiyarî tevgeriyan û neçûn ser sindoqan. Heke ev kurd biçûna ser sindoqan ew ê dengê xwe bi piranî bidana Kemal Kiliçdaroglu.

Ev operasyon piştî hilbijartinê jî didome. Ev car berê xwe dane HDP û Partiya Keskên Çep. Dixwazin gengeşiya piştî hilbijartinê tev bidin û di nav HDP-Partiya Keskên Çep de alozî derxin. Em çend mînak li ser vê yekê jî bidin.

Bêguman, ew ên ku di hilbijartinê de dengê xwe dane Partiya Keskên Çep xwedî heq in ku der heqê encamê de ray û ramanên xwe, rexneyên xwe bînin ziman. Di vî warî de çi pirsgirêk tune ye. Lê bi taybetî gengeşiya li ser medyaya dîjîtal bi dengdêrên Partiya Keskên Çep dest pê nekir. Di serî de wezîfedarên AKP’ê û her wiha ew aliyên dijber ên ku dengê xwe nedane vê partiyê, di serî de hevserokên partiyê hin kesayetiyan hedef girtin û bi êrişên tund ajotin ser partiyê. Me ji nişka ve dît ku mesele ji gengeşiya hilbijartinê derket û vegûhezî gengeşiya ‘neteweperweriya’ kurdan. Destpêkirin, dijberiya siyaseta HDP’ê kirin û xwestin paradîgma HDP’ê di çavê însanan de reş bikin. Yên vê tişta dikirin xwe wekî ‘serxwebûnxwaz’, HDP’yiyan jî wekî ‘tirkperest’ nîşan didan. Di rastiya xwe de ne ew ‘serxwebûnxwaz’ bûn, ne jî HDP ‘tirkperest’ bû. Lê hat dîtin ku kêm-zêde, careke din jî bi serketin. Gelek kesên dilsoz ketin pêy gotarên ‘serxwebûnxwaz’an û ew jî êrîşê rayedarên partiyên xwe kirin.

Di vê em rastiya meseleyê bibînin. Dewlet ji sala 2014’an heta niha siyaset daye ber xwe û dixwaze tevgera azadîxwaz a kurd biqedîne. Di vê siyaseta xwe de bi ser neketin. Niha jî dixwazin bêbandor bikin. Bi gotineke din di “plana çokdanînê” de bi ser neketin, berxwedana kurdan rê neda wan. Niha jî dixwazin bi taybet qada siyasî ya vekirî têk bibin. Hemû hêzên xwe jî ji bo vê yekê dixebitînin. Gelek dilsoz jî bi nezanî dikevin dafika wan. Ev yek her wiha beşeke şerê taybet e û hin kurdên me jî bi nezanî dibin haletek şerê taybet.

Hatiye radeyek wisa ku însanên naskirî yên welatparêz êdî nikarin li ser medyaya dîjîtal tiştek binivîsînin. Heke tiştek jî bêjin hêzên amade tên bin wê nivîs an jî dîmenê, meseleyê şolî dikin û tu hew dibînî ku mesele vegûheztiye çûye ciyekî din. Yên meseleyê şolî dikin çend kes in. Lê yên mesele ji esasa xwe derdixin dibin ciyekî din bi sedan kes in. Ya rast, kiryarên wisa di têkbirina hişmendiyê de roleke mezin dilîze.

Gelo çare heye? Hêsan nîne. Yên li hemberî me ji bo vê yekê mîlyonan dolar xerc dikin. Platformên medyaya dîjîtal jî piranî wan guhdar dike. Ango bi wan re di têkîliyê berjewendiyê de ne. Em tenê dikarin bi tevgerên hişmendane li hemberî vê xirabiyê tedbîran bigrin. Heke dilsozên kurd bi hişmendane tevnegerin, nikarin pêşî li vê xerabiyê bigrin.

Nûçeyên Têkildar