Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye bin rêjeya xwe ya kevn. Ev nîşana krîza aboriyê ye. Di destê dewletê de dovîz tune ye. Bi taybet xwedî dovîzên biyanî bawerî bi sîstema tirkan naynin, perê xwe vediguherînin dovîz û ji piyasê dikişînin. Li hember vê krîzê yên ku perê xwe vediguherînin jî piranî xwedî mal û milk in, ango sermayedar in.
Ev yek feqîran feqîr, maldar û milkdaran zêdetir zengîn dike. Her ku heyiyên gel kêm dibe, qîmeta perê gel jî dikeve û gel nikare debara xwe bike. Bi awayekî din bihayê her tişt zêde dibe.
Di krîza dûmahî de piştî çend salan gel ev car bertekan nîşan da. Bi taybet li bajarên mezin ên Tirkiyeyê, hezaran kes derketin kolanan. Ev bertek ew ê ber bi kîjan alî ve biçe, ji niha ve naye zanîn. Yên bertek nîşan didin, derdikevin kolanan piranî alîgirên partî û saziyên çepgir in. Lê gelek kesên ji rewşê aciz in, ew jî piştgirî didin.
Rewş niha ev e. Lê divê em ne tenê li ser rewşa heyî, zêdetir li ser sedemên esasî rawestin. Eger sedemên esasî neyê zanîn, bertek jî ew ê li derdorek teng here were û di encam de jî bifetise.
Her çi qas krîz xwe bi rêya dovîz nîşan dabe jî sedem ne tenê dovîz e. Ji ber ku krîza Tirkiyeyê ne tenê krîza aboriyê ye.
Bila were bîra me. Erdogan di sala 2015’a de dema encamên hilbijartinê nas nekir, dest bi amadekariya sîstemek nû kir. Li gor Erdogan, sîstema hikûmeta serokkomariyê dê bi xwe re îstîkrar bianiya! Bi vî awayî gelek kes jî hatin xapandin û Erdogan bingeha hiquqî ya sîstema xwe qaîm kir.
Divê were zanîn ku ev sîstema takekesî bingeha xwe bi şer qaîm kir. Erdogan piştî ku encamên hilbijartinan nas nekir, bi ser hev qetlîaman destpê kirin. Ji Pirsûsê bigre heta Gara Enqereyê, ji jêrzemînên Cizîrê bigire heta Sûrê bi dehan qetlîam pêk hatin. Erdogan her ku ket astengiyê şer mezin kir. Berê xwe da Efrînê. Bi piştgiriya DYA û Rûsyayê Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Ev nêzî du sal in, li başûrê Kurdistanê êrîşên mezin hene. Her wiha gefên li ser rojavayê Kurdistanê didomin.
Derdê Erdogan di van êrîşan de serkeftin bû. Heke di encama êrîşan de tiştên ku hêvî dikir pêk bihatana, dikaribû sîstema xwe ya takekesî serkeftî nîşan bide. Ya rastî, hêzên din a sîstemê jî li hember van êrîşan, li hember siyaseta şer bêdeng man. Pirî caran piştgiriya xwe aşkera kirin. Tu tezkereyên şer re dijberî nekirin.
Di van êrîşan de çi HDP, çi jî PKK û HSD yek gavek bi paşve neavêtin. Berdêlek giran dan lê serê xwe netewandin. Ji paşvekêşanan dûmahî jî tê dîtin dewleta tirk di Metîna, Avaşîn û Zapê de jî têk çûye.
Ji berxwedana domdar carekî din jî derket holê ku sîstema Erdogan nikare planên xwe pêk bîne. Ev yek bû sedem, partiyên sîstemê yên wekî CHP jî li hember Erdogan helwest bigrin. CHP cara ewil dijberiya tezkereyên şer kir. Ji bo çareseriya pirsa kurdî, meclis û HDP’ê wekî navnîşan derxist pêş. Ev helwesta hanê heta radeyekî ji tevgera kurd û HDP’ê jî piştgirî girt.
Kin û kurt, ê krîzê zêdetir aşkera kir, ev berxwedan e. Berxwedana berdêlgiran rê da ku êdî partiyên sîstemê jî bibînin ku sîstema takekesî ne îstîkrar e, heta pêşerojê jî dixe bin xeterên mezin. Ji ber vê yekê niha gelek alî li hember sîstema takekesî û rejîma Erdogan amadekariya tedbîran dikin. Maldar perê xwe vediguherînin dolarê, partiyên heyî jî dixwazin, bi rêya hilbijartinên pêşwext hikûmetê biguherînin.
Lê Erdogan li ber xwe dide. Sîstema nû ew derfet dide Erdoganê. Li gorî sîstema nû, heta Erdogan nexwaze hilbijartinek çênabe.
Êdî dor hatiye aliyên muxalîf. Divê biryar bidin. Ew ê bi rêyên asayî ango bi rêya hilbijartinan an jî bi hêza kolanan zor bidin guherînê!..