Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Têkçûna xayinan têkçûna dagirkeran e

Kurdistan ji ber afirînerî û pergala civakî ya bi pêşengiya jinan pêk hatiye her tim ji bindestan re bûye hêvî û ji dagirkeran re jî bûye cihê qirkirinê.  Wexta mere bi berirehî li dîrokê dinere vê yekê baş dibe.

Ji bo baştir were fêmkirin hewceye mere hinekî din vebêje.  Ji ber ku rastiya Kurdistanê li ser bîngeha civakî û afirîneriya jinan hatiye avakirin di vê rewşê de ye. Nehewceye mere kûr û dûr here. Jixwe dîroka PKK’ê cewheriya dîroka Kurdistanê ye, ne tenê dîroka wê ye, domdariya wê bi xwe ye. Çawa ku dîroka civakê li ser bingeha jinan hatiye avakirin, bingeha PKK’ê jî li ser bingeha jinan hatiye avakirin. Li dîrokê binerin beriya her tiştî jin hatiye xistin û dawiyê civak xistine bin destê pergala dagirkerî û baviksalariyê. Niha hewl didin vê yekê bi têkbirina PKK’ê bi encam bikin. Ji ber vê yekê şerê li hemberî PKK’ê ne şerekî ji rêzê ye. Şerekî ku hemû hêzên dagirker têde cih digirine. Ev şerekî çarhêlî û beffireh e.

Li hemberî ev şerê berfireh jî PKK xwe îspatkiriye ku ew pêşengê pergala modernîteya demokratîk e. Ev 50 sal in bênavber têkoşîna vê dimeşîne. Bi vê têkoşîna bêhempa civakê ji êrîşên pergala rizyayî ya kapîtalist diparêze. PKK hêz, bawerî, evîn û rastiya vê yekê ye. Ji ber vê yekê hemû hêzên hegemon û pêlîstokên wan bi hev re êrîşî PKK’ê dikin. Ev hêzên dagirker baş zanin ku hêzbûna PKK’ê hêzbûna jinan e. Hêzbûna jinan jî hêzbûna civakê ye. Hêzbûna civakê jî têkçûna ev pergala rizyayî ya kapîtalîst e.  Vê yekê jî bi komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dane destpêkirin û bi tecrîda girankirî didomînin.

Aliyê din jî êrîşên tunekirinê û xiyanetê ye. Li aliyekî hêzên dagirker ji bo têkbirina PKK’ê bûne yek û bi hev re êrîş dikin,li aliyê din jî xayintiya malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî bi dehan salan e li ser xwîn û keda gelê kurd xwe didine jiyîn. Bi vê yekê malbata xwe dewlemend kir, lê gelê kurd jî muxtacî nan kiriye. Ne tenê xwe dide jiyîn bi vê re Kurdistanê pêşkêşî neyarên kurdan dike.

Çawa ku dema mere qala PKK’ê dike ji bo lehengî û berxwedana wê wekî romaneke bêdawî rûpel têrê nakin, dema ku mere qala malbata Barzanî dike ji bo xiyantiya wan rûpel têrê nakin. Mere ji kuderê bigire dest tije xayintî û xwefiroşî ye. Herî dawî 2 zarokên kurd di encama bomberbarana balafirên tirk de şehîd ketin.Çapemeniya vê malbata xwefiroş û xayin îdia dikin ku ji hêla PKK’ê ve hatin şehîdkirin. Ew jî wekî çapemeniya tirk xwe bi xwe derewandin. Bavê zarokan û şahidên bûyerê li ber kamerayên wan dibêjin balafirên tirkan wan şehîd xistiye. Ew bi israr dixin stûyê PKK’ê. Heta niha me derewên bi vî rengî ji çapemeniya trk dibihîst. Bi taybetî di van salên dawî de em ji çapemeniya vê malbata xwefiroş û xayin jî dibihîzin. Ev jî nîşan dide ku ji nenûka tiliya lingê xwe heta tayê porê xwe ketine bin xizmeta dagirkerên Kurdistanê. Heta ku ev xayin û xwefiroş têk neçin xweşî û rehetî ji me kurdan re tune ye.

Tişta ku dagirkeran li ser lingan dihêle ev malbata xayin û xwefiroş e. Ji bo vê jî peywira me ya sereke têkbirina vê xayintî û xwefiroşî ye.

Têkçûna xayintiyê, têçûna dagirkeriyê ye. Têkçûna dagirkeriyê jî azadiya gelan e.

Nûçeyên Têkildar