Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Têkçûna xwe tehmûl nekir, êrîşî sivîlan kir

Mûnzûr Dersîm

Artêşa tirk a dagirker û xwînmij, di van demên dawî de êrîşên xwe yên dagirkirinê xistine astekî herî jor. Armanca van êrîşan jî ew e ku gelê kurd, gêrîla û dostên wan tune kirine. Bêguman artêşa tirk rexmî hemû teknîk û teknolojiya di destê wê de û çekên ku di yasayên navnetewî de qedexekirî ango çekên kimyawî êrîşî herêmên gêrîla dikin, lê belê heta niha tu encamên ku hêvî bide wan bi destnexistine.

Em bêjin ev êrîşên ku pêktên, her çendî hêzên ku li herêmê bi daxuyaniyên li ser ajans û TV’yan van êrîşan şermezar dikin, lê belê armanca wan hemû yeke û agahiyên wan hemûyan jî ji van êrîşan heye. Ji xwe fîlen Herêma Kurdistan û PDK di nava van êrîşan de cihê xwe digirin. Wek din jî agahiya îstixbareta Iraqê, hêzên ku li Iraq û herêmê dimînin tevan ji van êrîşan heye. Eger agahiya istixbareta Iraqê ji van êrîşan nebe çima bi 100 km xaka Tirkiyeyê derbas dike û xaka Iraqê binpê dike û êrîşên hewî pêktîne. Çewa ku ev yek pêktê demek agahiya wan ji van êrîşên hewî heye û hemû hevkarên vê yekê ne.

Ev artêşa kujer, xwînmij û katîlê zarok, jin, keç û xortên kurdan dît ku li herêmên gêrîla tev li hemû teknîk û artêşa xwe ya ku di NATO de di rêza duyem deye hatiye têkbirin. Vêcarê ev têkçûna xwe tehmûl nekir û êrîşî Çemçemal, Mexmûr û Şengalê kirin û li vir sivîl kirin armanc. Êrîşkirina artêşa tirk a cihên wek Mexmûr, Çemçemal û Şengalê dide diyar kirin ka çiqas dewleta tirk hatiye şikandin û tevî hevkarên xwe şikandina xwe di Zap, Avaşîn û Kurojahro de dide nixumandin.

Gelo çima êrîşî Wargeha Mexmûrê dikin? Wargeha Mexmûrê wekî gelê Botanê ji salên 1993-1994`an ji ber zilm û desthilatdariya artêşa tirk penaberî herêma Mexmûrê a girêdayî Neynûva bûye. Ji ber ku gelê wargeha Mexmûr li hemberî desthilatdariya artêşa tirk bi tu şêweyî serî ne tewandiye û na tewîne jî hertim bûye armanca êrîşên hewayî yên artêşa tirk. Di encama van êrîşan de jî hertim sivîl bûne armanc, heta niha bi dehan zarok, jin, kal û pîr bûne qurbanê van êrîşan.

Hetanî roja me ya îro jî, ji ber ku gelê wargeha Mexmûrê ku wek gelê berxwedêrê xaka xwe ya pîroz ku hesreta bi salan ya welat di hindirê xwe de dide jiyan kirin, li hemberî dewleta tirk serî ne tewandiye, teslîmyet qebul nekiriye, hertim li ser riya şehîd û îdelojiya Rêberê xwe ne, ji ber vê yekê artêşa tirk tehmulê van tiştan nake û êrîşî wan dike. Ji ber artêşa tirk bêxêrbûna xwe û şikestina xwe ya li Zap û Avaşînê temûl nekir êrîşî van herêman kir û sivîl qetil kirin.

Ji salên ku ev wargeh ava bûye heta roja meya îro hem rastî zextên dewleta tirk û hem jî rastî astengî û êrîşên şerê taybet yên PDK`ê ve tên. Herî dawî di 17’ê Tîrmeha 2019`an êrîşa ku li dijî berpirsê MÎT`ê, ê Hewlêrê çêbuyî û heta niha êrîş, rê girtin û ambargoya li ser wargeha Mexmûrê didome. Bê guman ev wê yekê dide diyarkirin ku ka gelê Mexmûrê yê berxwedêr çiqas tirs û xuf dinava dilê dijmin de daye avakirin.

Tê zanîn jî herî dawî artêşa tirk bi hevkariya PDK`ê di 17`ê Nîsanê de êrîşî gêrîllayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurd kirin. Bi van êrîşan dixwazin gelê Kurd û gêrîllayê wê tune bikin. Lê ev artêşa ku tê zanîn di NATO`yê de artêşa duweme di aliyê teknîk û teknolojiyê de li herêmên gêrîlla rastî berxwedana dîroka ya şerê gelê şoreşger,  Bazên Zagrosan û Cenga Azadiyê a gêrîllayên Kurdistanê hat. Dît ku li vir rastî şikestinek qels hat kuştî û birîndarên xwe nema karî veşêrin êdî hertişt derket holê. Xwe li vê yekê ranegirt êrîşî gelê sivîl yê ku ev bi salana li ser xaka xwe penaber bûye ango Wargeha Mexmûrê kir. Wek her car di êrîşa 21.05.2022`an de jî sivîl bûn armanc û ciwanekî ku bi çandiniyê debara jiyana xwe dikir hat qetil kirin. Vê yekê da diyar kirin ka dewleta tirk çiqas ketiye û rastî derbeyên giran yên gêrîllayên azadiya Kurdistanê hatine û ji ber vê jî têkçûna xwe tehmûl nake û êrîşî sivîlan dike û wan qetil dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar