Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Têkildarî 7 girtîgehan rapora binpêkirina mafan hat aşkere kirin

Saziyên mafên mirovan ên Wanê têkildarî 7 girtîgehên li herêma Serhedê raporek amade kirin û di raporê de hat destnîşankirin ku mafên jiyan, tenduristî û ragihandinê yên girtiyan tên astengkirin û şert û mercên tecrîdê tên girankirin.

Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) têkildarî Girîgeha Oltû ya Erziromê ya Tîpa T’yê, Girtîgehên Dûmlû yên Erziromê yên Ewlekariya Bilind ên Hejmar 1 û Hejmar 2, Girtîgeha Xelata Bedlîsê ya Tîpa T’yê, Girtîgehên Wanê yên Ewlehiya Bilind, Tîpa F û T’yê rapora ku li ser binpêkirinên mafan amade kirine eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.

Ji rêveberên OHD’a Wanê parêzer Ebrû Demîrtepe raporê xwend. Demîrtepe da zanîn ku li hemû girtîgehên ku wan serdana wan kirine, girtî dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin û li hinek girtîgehan jî sewqî nexweşxanê nayên kirin. Demîrtepe diyar kir ku girtî ji ber lêgerîna di nava dev de an jî muayeneya kelepçekirî bêyî ku bên muayenekirin vedigerînin girtîgehê. Demîrtepe anî ziman ku mafê girtiyan ê xwegihandina tenduristiyê hatiye binpêkirin.

Rojname nayên dayîn

Demîrtepe da zanîn ku li hemû girtîgehan kotaya pirtûkan heye û got: “Girtiyan me agahdar kir ku di hejmara pirtûkên li odeyê de ji 3 heta 10 pirtûkan kota heye, li gelek girtîgehan pirtûkên kurdî nayên dayîn û heta hinek girtîgeh jî qet pirtûkên kurdî nadin. Ev mijar binpêkirina azadiya perwerde û îfadeyê ya girtiyan e. Dîsa bi hinceta ku rojnameyên rojane yên wekî Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgun li hemû girtîgehên navborî nayên dayîn, televîzyonên mûxalîf ên li ser esasê neteweyî weşanê dikin tune ne, nameyên hatine şandin bi piranî nayên dayîn û heta nameyên ku tên dayîn bi sansurê tên dayîn, bi taybetî jî herfên ku bi kurdî hatine nivîsandin ne mimkûn e werin wergerandin. Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku mafê ragihandinê yê girtiyan hatiye binpêkirin.”

Demirtepe diyar kir ku li gelek girtîgehên ku hatine ziyaretkirin xwarin têr nadin girtiyan û pir kêm hatiye dayîn.

Cezayên hucreyan

Demîrtepe anî ziman ku girtiyên li girtîgehên Ewlekariya Bilind bi “tunehiştina civakî” re rûbirû dimînin û wiha got: “Piştî pandemiyê her çendî sînor hinekî sist bûn jî, di pêvajoya ku bi erdheja ku dest pê kir de girtî çalakiyên qada hevpar nikarin bikin. Şert û mercên tecrîda li ser girtiyan girantir dibe Ev rewş nîşan dide ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne û derfetên wan ên civakîbûnê bi temamî ji destê wan tên girtin. Avahiya Girtîgeha Dumlû ya Erziromê li gorî kesekî yanî teng hatiye çêkirin. Li vê girtîgehê hemû girtiyên ku cezayên giran dixwin, yên ku cezayê heta hetayê distînin û yên ku cezayê muebbetê distînin di odeyên yek hucreyê de tên ragirtin. Em dixwazin diyar bikin ku ti bingeheke hiqûqî ya girtina girtiyan li hucreyên yek kesî yên odeyên yek hucreyî nîne û ev pêkanîn tê wateya ‘hucreya yek kesî ya bêdem’.”

Lêgerîna li qawîşan

Demîrtepe da zanîn ku lêgerînên li qawîşan ji armanca xwe derbas bûne û got: “Li şûna ku armanca lêgerîna tiştekî qedexe ye, ji aliyê girtiyan ve ji me re hat ragihandin ku di lêgerîna navborî de nîzama leşkerî li girtiyan hatiye dayîn. Beşên ku ode lê belav bûne û hemû eşyayên wan li her derê belav bûne.”

Demîrtepe bal kişand ser pêkanînên Desteya Îdare û Çavdêriyê û wiha got: “Divê ku rêveberiyên girtîgehan dest ji biryar û sepanên dijqanûnî berdin û divê demildest dawî li qanûna astengkirina berdana girtiyan bê anîn û girtiyên ku dema berdana wan a bi şert hatiye demildest bên berdan.”

Rewşa girtiyên nexweş

Demîrtepe anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe dijwartir dibe û got: “Nemaze divê ku girtiyên nexweş li gorî şertên tedawiyê bên dermankirin. Divê ku girtiyên nexweş terkî mirinê neyên kirin û bên berdan. Em bang dikin ku divê demildest dawî li her cure sepanên binpêkirinên mafan bê anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar