Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de di 29’ê cotmeha 2022’yan de Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrivan Altan hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Jinan ya Sîncanê. Li vir lêgerîna tazî li ser Bêrîvanê hatibû ferzkirin. Her wiha lêgerîna tazî li ser Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren jî hatibû ferzkirin. Li ser vê yekê jinên rojnameger li Serdozgeriya Komara Enqereyê gilî kiribûn. Lê belê Serdozgeriya Komara Enqereyê derbarê vê yekê de biryara neşopandinê da.
Îtiraza li dijî redkirinê ya Bêrîvan Altan a li 2’yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat redkirin.