Niha her yek ji me di cîhana xwe de jiyan dike, cîhana xwedî hêz, kîn, çavbirçîtî, tirs, mirin û daxwaza serxistinê.
Ger kesek zewicîbe xwedî berpirsyartiyekê ye, zarokên wî hene, bi kar ve xerîke, tev li civakê dibe, jinek û zilamek li gel hevin û em ji vê re dibêjin heskirin. Jiyanên domker, ji derve de girtî, veşartî û xwedî diwarek yê parastinê ne. Herkes li ewlekariyekê digere û herkes li dostekê, zewqekê, rehetiyekê bi hevve girêdayîne. Ji ber ku heryek di hindirê xwe de tenêtiyê jiyan dike li heskirin û keyfxweşiyê digere bi vê re jî hukumraniyekê li ser kesê din dide avakirin. Têkiliyek rast ya di navbera mirovan de hatiye qutkirin. Dibe zewicîbin, xwedî zarok, meqam, pere û bi hevre bin lê ev ne têkiliyeke, ger pîlanek wan ya hevpar hebe ew pîlan wan bi gel hev digre. Dibe destê kesekê em bigrin, ji kesekê hesbikin, bi hevre bin, lê dema bi kesek dinve girêdayî bimînî, ji tenêtiya xwe bi rêya kesekdin xwe jê xilas bikî, li rehetî, hevaltiyekê bigerîn ew têkiliyek şaşe ew dibe hev karanîn û ezeztiya herî xirabe.
Divê em hinekê vê tenêtiyê fam bikin, mirov di nava qerebalixiyekê de tenê ne, herku pîr dibin tenêtir dimînin, herku bê heskirin dimînin tenêtir dimînin. Di jiyanê de her tevgera xwe bi ezeztî didin meşandin. Di jiyana me de têkilî danîn xalekî pir girînge lê têkiliyên me bê heskirinin, girêdayî zewq, hêz, têkiliyên cinsî û hevkaranînê ne. Ma gelo kesekî xwedî hêrs, reqabet, kîn, hesudî be dikare têkiliyek ya heskirinê dane?
Têkiliya me ya bi hevre civakê dide avakirin. Têkilî çêkera xwezayî ya civakê ye. Dema di têkiliyên me de dozenek nebe bi xwe re êş, tevlîhevî, zerer, tundî û xirabiyê tîne. Ka hinekê temaşeyî têkiliyên xwe bikin; têkiliyên bi heval, heskirî, malbat, civak, dewlet, pergal, di wirde dozenek ya we heye yan tune? Dozen pêwîstiyeke û ew rastiyeke. Bi milyaran gerekstêrkên heyî hemû di dozenekê dene, bi hevve girêdayî û bi hevre di nava tevgerêdene. Em jî xwedî dozenek gerdûnî ya pir zelalin. Kesek bê têkilî nikare jiyan bike, dibe birevin ji cihê xwe, bi tena serê xwe jiyan bikin, xwe girtî bihêlin lê dîsan jî di nava têkiliyekê dene. Ji vê pêkhateya mutlaq nikarin birevin. Jiyan têkiliye, jiyankirin têkilî danîne. Ger her yek ji me dîwarek bilindkiribe û car caran ser wî dîwarî re em temaşeyî ji derve de bikin emê nekarin jiyan bikin. Têkilî danîn berpirsyartiyeke. Ger di têkiliya me de dozen tune be weke civaka niha wê parçebûnan jiyan bike. Ger em lêkolîn kin ka çiye dibe sedem ku bê dozenî were jiyan kirin, ji wê ketina ferqê û zanînê emê dozenekê derxin. Dozena niha ku bi rêya dîn, çand, exlaq, pergal, dadwerî… tê pêkanîn ji modelekê re stuyê xwe tewandine. Ev ne dozeneke, di hindirê wê de li hevkirinek heye weke kirasek li kesekê were, lê ew kiras li kesê din neyê ye. Xwe şibandina kesekê, bi wana re qiyas kirin, li hevkirin bê dozeniyê dixuluqîne. Hertiştê civakî pêkanîn li hevkirineke. Dibe ji olekê hesnekin, rastiya wê bizanin, xeteriyên bi xwe re tîne bibînin tiştekê nakin û di bin navê rêzgirtinê ji wî olî re li hevkirinekê dikin. Di wir de tirs xwe dide der. Zarokek ji biçukatî ve fêrî vê dibe, modela ku civakê jêre destnîşankirî; diçe dibistanê dixwîne, ezmunan derbaz dike, bibe xwedî dîplomayek, xwedî karek, bizewice vê modelê qebul dike û ditirse ji derveyî vê modelê tevger bike yan jî direve diçe li welatek din modelek ya civakek din dide pêkanîn. Ji azadiya xwe jî dordikeve, pey azadiyeke ku jêre tercîh kirîn dikeve. Têkiliyekî girêdayî paşerojê be bi xwe re bê dozenîyekê tîne. Ger kesekê êş dabe me û ew êş me di hindirê xwe de bi cîh kirbe ew bê dozeniyek ya têkiliya di navbera me de xirab dike. Ew êşa ku bûye parçeyek ji zanîstê têkiliya me asteng dike. Aqlê ku xwedî tiştên erênî û nerênî be, wan li xwe bar bike wê her êşê bikêşe û bide kişandin. Bê dozenî, bê têkilî, bê bawerî, xirabî, qirêjî aydê aqlê mirovin.
Ji bo em dozena têkiliyan fam bikin em hinekê qala heskirinê bikin. Ma gelo heskirin parçeyek ji fikirînê ye? Ew di nava wext de tevger dike, ew zewqeke, ew heyînekî ku ji aliyê fikirînê ve were afirandine? Aqlê me hertim pey zewqan dikeve, ev têkiliyekî cinsî dibe û herwekedin jî. Ger min tiştek bi keyfa xwe kiribe ew zewqa wê li gel min dimîne û aqlê me hertim dixwaze ew dîsan were jiyan kirin. Heskirin zewqeke? Zewqa ji aliyê fikirînê ve tê pêkanîn heskirin jî ji aliyê wê ve tê pêkanîn? Heskirin hesudiye? Kesek xwedî hesudî, çavbirçîtî, hêrs, tundî, stuyê xwe tewandin, acizî û bê dozentiyê de be dikare hesbike? Zewq bi fikirînê bi hêz dibe, wêdemê fikirîn ne heskirine. Têkiliyekî bê heskirin be wê çawa bimeşe? Bi berjewendî, hev karanîn, ser hev ferzkirin, çavê xwe berdana hertiştê berambere.
Di têkiliyên mirovan de heskirin çiye, cihek çawa bi xwe digre? Bi hev re jiyan dikin, dibin xwedî civak, malbat û zarok. Mirovekî ji zarokê xwe hesdike çawa dibe wî rêke şer? Şêwazê jiyana me ya têkiliyên şaş zarokên me ji bo şer û mirinê perwerde dikin. Ev bûye qedera tevahî mirovan, bi vê re jî têkiliyek çewt û jiyanek êş tê jiyan kirin.